Ayşa Silêman/ Dêrik
Kargeh di jiyana bajêr de xwedî roleke girîng a pêşxistina aborî û peydakirina derfetên kar e. Yek ji kargehên bajarê Dêrikê ku ji sala 2020’an ve hatiye vekirin, kargeha Roj a kelûpelên paqijiyê ye.
Kargeh “dilê” zindî yê aboriya bajêr in û ji bo ciwanan derfetên kar diafirîne. Li şûna hawirdekirinê, pêdiviyên bajêr di nav kargehan de têne hilberandin û ev yek aboriya navxweyî xurt dike.
Kargeha Roj a kelûpelên paqijiyê
Kargeha Roj ji sala 2020‘an ve li bajarê Dêrikê dest bi xebatê kir, ev kargeh ji bo kelûpelên paqijiyê ye. Di vê kargehê de lodalîn, şampo, faz, kilor, sabûna destan û hwd tê çêkirin. Ji destpêka avabûna wê heya sala 2025’an kar bi awayekî baş bi rêve diçû bê astengî, lê piştî ku rewş li Rojavayê Kurdistanê tevlîhev bû karê kargehê jî hat astengkirin di hemû aliyan de. Ji ber ku kelûpelên ku kargeh pê kar dike ji Sermeda û Reqa dihatin lê niha hatina wan zehmete û ev yek dibe sedema ku kar bisekine. Herwiha hijmara karmendên kargehê dighêjin 16 karmendî lê îro roj ji ber ku kar ber bi rawestandinê ve diçe û kelûpel ber bi xilas bûnê ve diçin, ne her roj kargeh kar dike û kar kême, lewma hemû karmend bi hev re nayên kar her car çend karmend tenê tên. Herwiha kelûpelên ku tên bikar aîn kîmawî ne xeteriya wan zêdeye lewma berpirsên kargehê nikarin ji cihên cûda bînin, niha jî tiştên di nav destê karmendan de heyî pê kar dikin lê dema ev kelûpel nemînin, kes nizane ku wê rewşa kargehê ber bi çi ve biçe.
Armanca kargeha Roj alîkariya gel e
Kargeha Roj hat vekirin bi armanca alîkariya gel ji ber ku kelûpelên paqijiyê hemû ji jiderveyî bajar dihatin û bac li ser wan hebû û di encamê de bûhayê wan bilind bû. Lê dema tiştek ji hundirê bajêr de be wê gel jî sûdê jê bibîne û wê kargeh jî sûdê jê bigre. Lê mixabin hertim gelê me ji berhemên di hundirê bajar de nerazîne, daxwaza berhemên ji derveyî welat dikin. Lê bi demê re gel bi çavên xwe dîtin ku kargeh bi çi rengî kar dikin û qebûl kirinek li ser karê kargehê çêbû û kirîna gel ji kelûpelên kargehê re zêde bû. Kelûpelên paqijiyê yên kargeha Roj di milê qalîteya xwe de gelekî başe û di milê buha de jî ji buhayê sûkê kêmtire. Tişta ku bala gel dikşîne di kargehê de ku netenê bi kertonan kelûpel tên froştin dema kesek were bi kêlo yan jî yek yek jî bibe tu pirsgirêk li cem kargehê nînin.
Karê çêkirina kelûpelên paqijiyê xwedî xeteriye
Karê çêkirina kelûpelên paqijiyê xeteriya wê li ser karmendan heye ji ber ku kelûpel kîmawî ne û hertim şewatê çêdike, lewma berpirsên kargehê hertim pêwîstiyên karmendan di milê cezme, mask û lepikan ji bo wan peyda dikin. Heger hin ji karmendan sedema van dermanan şewitîn jî berpirsên kargehê destek didin wan di milê tedawî kirina wan de jî. Kesê ku hesasî yan rebo bi wan re hebe nikare vî karî bike ji ber ku her tişt di kargehê de kîmawî ye. Niha jî hijmara jinan di kargehê de zêdetire ji ber ku di milê dagirtinê de sebra jinê zêdetire ji ya mêr. Tevî hemû şert û mercên ku herêm têre derbas dibe û ne hatina kelûpelan jî lê karmendên kargehê bi heman rihê ku di sala 2020’an de kar dikrin niha jî hewildanên xwe dikin û kar berdewam bibe. Pêwîste di bajar de kargeh zêdetir bibin da ku gel ne hewceyî jiderve be û girtina deriyên sînoran jî bandor li herêmê neke û di heman demê de jî derfetên kar jî zêde dibin ji bo gel.






