Ehmed Hesen
Weke çawa afirîneriyên xwedayî di nava cîhanê de weke pîroziyên bi nirx tên dîtin û hurmet û parastina wan tê kirin, nirxên civakê jî bi heman ferasetê xwedî qîmt in. Ev nirx hema bi xwe nebûne nirxên giranbiha, lê belê di encama bedeldayîn û keda hezar salan a civakan de wisa lê hatine ku bibin xwedî pîroziyek, di serî de ji afirîneriyên destpêkê yên civaka xwezayî bigire heta 103 meyên jinê yên ku ji aliyê zilamê baviksalar ve hatine dizîn, dîsa ji çêkirina amûrên destan bigire heta danîna kevirê yekem ê şaristaniya civakî heta avahiya roja me ya îro ku kêlî bi kêlî mezin dibe, hemû jî di encama parastina nirxên civakî yên madî û manewî ne. Ev hebûna cîhanî jî ne di encama kedxwariyê de pêk hat, lê belê berhema keda milyon salan a mirovan e ku dane ser hev û heta roja me ya îro hatine. Di dirêjahîya dîrokê de bi qasî ku sermaye û dewletdarî bi hemû qonaxên xwe li ser piyên koleyan ava bûbe, ewqas jî jiyan û berhemên ku niha di destên me de encama keda mezin a civakan e. Dîsa li vir gotina ku dibêje “ji nebûnê hebûn, ji tarîtiyê ronahî afirîn” muhra xwe li vê dîroka pîroz a civakî dide. Tiştên ku îro bi hêsanî tên afirandin û bikaranîn ji teknolojiyê bigire heta avakirina bajar û asîmanxaneyan hemû jî encama zayîna zanebûna civakên di dîrokê de cih girtine ye. Di roja îro de çendîn em behsa pêşketinên rûdidin bikin jî, em ê nikaribin hevrûkirineke rast di navbera çêkera civakî ya ji beriya 8 hezar sal û çêkera civaka roja îro de bikin, ji ber ku berê her tişt bi keda mejî û destan diqedî, niha bi keda teknolojiya û lezbûna wê diqede, li vir ez nabêjim teknolojiya jî ne berhema mirov e, lê belê ji mirov re bi qasî ku rê li ber hêsanbûnê vekir, ewqas jî derî li afirîneriya mejî girt, divê li şûna wê dîsa hêza afirêneriya mejiyê civakî xwe bidaya pêş. Ji ber ku ev nebû, afirêneriya xwezayî bû milkê cîhana hişê çêkirî û hêdî hêdî ji bin serweriya mirov derdikeve. Her nirxeke ku bi keda civakê bê qezenckirin û bikaranîn ewqas dikare di pêşeroja wê civakê de ronîdar bibe.






