Solîn Mihemed/ Qamişlo
Ciwanê 22 salî yê bi nave Diyar Ebdullrehman tevî ku nexweşê telasîmyayê ye jî, lê ew bi vîneke mezin alîkariya hevalên xwe yên nexweş di nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd de dike. Ew hem xwîna xwe diguhere û hem jî di guhertina xwîna hevalên xwe de dibe alîkar.
Telasîmya nexweşiyeke xwînê ya wîrasî ye ku ji dê û bavan derbasî zarokan dibe, ev nexweşî dibe sedema kêmbûna hemoglobînê û hewcedariya nexweş herdem bi xwînê heye. Tûşeyên vê nexweşiyê jî jiyana wan kurt e. Yek ji wan nexweşên telasîmyayê ku li Nexweşxaneya Heyva Sor A Kurd a Qamişlo tê îlackirin jî, ciwanê bi navê Diyar Ebdullrehman e.
Diyar Ebdullrehman temenê wî 22 sal e, ew ji temenê 3 mehî ve bi vê nexweşiya giran ket. Di nava malbata wî de jî birayê wî yê 11 salî bi vê nexweşiyê ye.

Diyar ji bo ku dema xwe derbas bike, êşa xwe ji bîr bike û bi hevalên xwe yên nexweş re bibe alîkar, weke xebatkarekî tenduristiyê 2 sal in di nexweşxaneya Heyva Sor A Kurd e kar dike. Ew ne bi fonan kar dike, lê wekî alîkariyê dike.
Di destpêka karê xwe de Diyar perwerdeya lênerînê li nexweşxaneyê qedand, ji ber jêhatîbûna Diyar ew di demeke kurt de fêrî perwerdeya lênerînê bû û cihê xwe di nexweşxanê de girt. Diyar her 15 yan jî 20 rojan xwîna xwe dughere û bijîşk bi dermanên cuda wî tidawî dikin. Dema ku laşê Diyar daxwaza xwînê dike ew xwîna xwe dughere.
Diyar her roj ji seat 8 ê sibehê bi dilekî kêfxweş berê xwe dide nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd heya 6 ê êvarî li wir kar dike. Tevî ku Diyar nexweşe jî lê bi hevalên xwe jî difikire ku here alîkariya hervalên xwe jî bike. Ew dema ku diçe nexweşxaneyê jî bi hêzeke mezin karê xwe dide meşandin. Diyar û heşt hevalên xwe yên din bi hev re xwîna kesên bi nexweşiya Telasimyayê dugherin. Her roj nexweşxaneya Heyva Sor 15 kesan yan jî 20 kesên nexweş pêşwazî dike, ji ber wê jî Diyar her tim di tevgerê de ye, da ku xwîna nexweşan biguhere.
Diyar ne weke her kesekî bi nexwşiya Talasîmyayê jiyan dike, lê ew weke her kesekî nûrmal jiyana xwe derbas dike. Diyar bi kêfa xwe alîkariyê bi nexweşxaneyê re dike tevî ku Diyar nexweşe jî, lê di heman demê de kêfxweşe jî ku kar dike. Ew hêvî dike ku nexweşxaneyeke din vebe ku her tim xwîn lê peyda bibe, ne tenê ji bo nexweşiyên Telasîmya lê belê ji bo gelek nexweşiyên din jî. Ji ber Diyar ne tenê bi nexweşiya xwe difikire, lê belê bi hemû kesên bi nexweşiyên din jî difikire.






