Pêjder Altan
Her çiqas pêvçûna berjewendî yê di navbêra Tirkiye û Îsraîlê de kûr dibe, stratejiya heremî ya dewleta Tirkiyê qada Sûriyê û Iraqê dizivrîne qadeke hesabpirsînê. Ji HTŞ heta ENKS’ê, ji pelê Dûrzî heta grûbên biyanî, hemû tişt herî dawî li ser şerê nû ya herêmî tê avakirin.
Di Rojhilata Navîn de ku hevsengiyên nû tên avakirin, pêvçûna berjewendiyên dewletên Tirkiye û Îsrail jî bi awayek berbiçav tê dîtin. Encama herî krîtîk a vê pêvçûnê jî, dewleta Tirkiye di ser MÎT’ê de dixwaze Iraq û Sûriyê veguhezîne qada hesabên xwe yên ku li malê çêkiriye.
Rastiyek heye ku Enqere, piraniya mekanîzmaya biryardayînê ya Hikumeta Demkî ya Şamê xistiye bin kontrola xwe. Hewil dide heman modelî di Iraqê de jî ava bike. Ev wêne, di asta agahiyekê nû ya ku dê paşeroja heremê diyar bike ye.
Ji ber ku dewleta Tirkiye dixwaze li dijî Îsraîlê bi armanca cebheyekê parastina heremî ava bike, di cihekê de hêzên Şiî û Sûniyan bide şer kirin û di cihekê de jî wan di bin banekê de kom bike.
Di vê çerçoveyê de; serdana berdevkê Haşdî Şabî ya li Enqereyê, helwesta xwe ya li dijî Hizbûlahê nermkirin, di ser Hikumeta Demkî ya Şamê de bi Iraqê re têkiliyên nû avakirin, ne tesadufin. Ev hemû stratejiya nû ya heremî ya MÎT’ê ye.
Ev hewildan, gelo ji bo ku Tirkiye xwe nêzî eksena Îrane bike an na? Baş nayê zanîn lê, yê ev vekirî diyar dibe ku Tirkiye li dijî Îsraîlê “Siyaseteke hevsengî ya bi kontrol” ava bike ye.
Baş e li hemberê vê stratejiyê Îsraîl çawa tevdigere? Li gor agahiyên ji qadê tên, di nirxandinên MÎT’ê de diyar dibe ku Fransa û Îsraîl bi taybetî li ser du dosyayan dixwazin bandora dewleta Tirk a di Sûriyê de bişkênin.
Ev her du dosya; mijara civaka Dûrziyan a di herêma Suweydayê de, ya duyemîn jî dosyaya komên çete yên biyanî yên di bin banê dewleta Tirk ên başûr û bakurê Sûriyê de ye.
Dewleta Tirk jî li dijî vê yekî, di ser MÎT û Sefîrê Tirkiye ya Şamê Nûh Yilmaz ku berê berpirsiyarekê MÎT bû de, du planan dimeşîne.
Yekemîn; civaka Durziyan entegreyê saziyên dewleta an go hikumeta Şamê bike û bixe bin kontrola xwe.
Duyemîn jî; di nava civaka Durziyan de parçekirina mezhebî çêbike û di cihê yek rêberekî de pir rêhberî ango ji yekê zêdetir fîgurên olî destek bike.
Ev jî di lîteratura lîstîkên dewletan de jêre tê gotin stratejiya “civakê atomîze bike û birêve bibe” ye.
Mijara HTŞ û grubên biyanî jî; senaryoyek şer a demkurtî ye. Ji ber her diçe zextên navneteweyî ya li ser komên biyanî yên li Idlibê zêde dibin, hikumeta Demkî ya Colanî jî tengav dibe. MÎT jî ji bo vê zextê belav bike, senaryoyek pêvçûnê yê bi kontrol xistiye meriyetê.
Mînak, di 6’ê gulanê de hêzên girêdayên Hikumeta Demkî ya Şamê ku operasyonek demkurt a li dijî komên biyanî yên li Idlibê, nîşaneya destpêka vê senaryoyî bû. Bi van cûre pêvçûnên xapandinê, dixwaze hem dewletên Rojavayî biawqîne hem jî hevsengiyên navxweyî ya HTŞ’ê ji nû ve ava bike.
Lîstikên entegrasyonê yên HTŞ’ê û dewleta Tirk, her wiha ENKS’ê jî xistina nava vê lîstîkê jî, bila bibe mijara nivisekê din.






