Hemza Sêvo/ Qamişlo
387 sal di ser peyamana Qesra Şêrîn re derbas bûn. Peymana ku bi destê Osmanî û Sefewiyan Kurdistan kir du parçe, derî ji Lozan û Saykis-Pîkot ve vekir ku bi dehan komkujî derheqê gelê Kurd de bên kirin.
Peymana Qesra Şêrîn
Di 17’ê Gulana sala 1639‘an de, Peymana Qesra Şêrîn di navbera Osmanî û Sefewaiyan de hate îmzekirin, ev peyman yekemîn parçekirina xaka Kurdistanê bû ku her du dewletan di navbera xwe de dabeş kirin. Peymana Qesra Şêrîn piştî ew qas pêlên çûn û hatina şerên herdu dewletan û cara dawî bi zeftkirina Bexdayê ji bal osmaniyan ve hat mohrkirin. Sultan Murad bi xwe piştî serkeftinê zû vegeriya Îstanbulê, wezîrê ezemê xwe hişt ji bo guftûgoyan û lihevkirinê. Li alî Îranê wekîlê Şah Safî Sarû Xan bû. Orduya Osmanî li Zohabê danîbû. Sarû Xan tevî maiyeta xwe hatibû qerargeha orduya Osmanî. Li alî Osmaniyan, Sadrezam û serdarê orduyê Kara Mustafa Paşa hebû. Peyman li xîveta Sedrezem hat îmzakirin. Li dora sedrezem mîrêmîranên Kurdistanê û yên Osmanî, rîsipî û mezinên Yenîçeriyan hebûn. Li gel Sarû Xan ê wekîlê Şah jî elçiyê destpêkê Mîraxurê Şah Mehemedqulî amade bû. Peyman di saet 4’ê piştî nîvro de ji aliyê mîr Kara Mustafa Paşa û Sarû Xan ve hat mohrkirin. Wekîlê Şah, doza vegerandina Kela Qersê kir, lê mîr qebûl nekir. Piştî minaqeşeyên dijwar biryar wiha hat dan: Ji eyaleta Bexdayê Hassan, Bedre, Mendelcîn (Mendelî), Derne, Derteng heta Sermenelê ew çolistanên ku di navbera wan de dimînin, qebîleyên Ziyauddîn û Harûnî yên eşîra Cafan, gundên li rojavayê Kela Zencîrê û çiyayên li rajora Kela Zalim Elî ya nêzî Şarezorê; quntarên wan ên li vê keleyê nerî, heta ku digihe geliyê ber bi Şarezorê ve vebûyî, Qizilce Qele û derûdorên bi ser wê ve ê ji bal Padîşahê Osmanî ve bên zeftkirin. Ji bilî van, Axiska, Qers, Wan, Şarezor, Bexdad û Besra, hemû kele, welat, nahiye, erd(erazî), çiya û girên di nav wan de, ê tu carî ji aliyê şah ve tûşî êrîşê nebin û keleyên ji Mendelicinê (Mendeliyê) heta Dertengê, Bîre, Zezduvî (ku Zemrud Me’wa jî tê gotin), gund, kele, daristanên rojhilatê Kela Zencîrê û cihên ser bi wan ve, Mihriban (osmaniyan ji Merîwanê re digot. MC û cihên ser bi wê ve ê di destê şah de bin. Osmanî yê dest nedin cihên di nav wan deveran de. Kela Zincîrê, keleyên Koturê û Makuyê, yên ser sînorê Wanê û keleha Magazberd ya li alî Qersê ê ji bal her du terefan ve bên hilweşandin. Peymana morkirî merivekî elçiyê Şah Mehmedqulî girt da ku bigihîne Şah Safî ku ew wê mohr bike. Sê roj dem hat dayîn. Di hundurê çar rojan de Şah Safî peyman mohr kir û ew vegeriya. Mehmedqulîyê elçiyê Şah ew girt da bibe Istanbolê ji bo morkirina Sultan Muradê IV’ê. Roja pêşî, sedrezamê Osmanî ziyafeteke mezin da heyetên herdu aliyan. Roja duyê Saru Xan ziyafeteka mezin da. Piştre Sarû Xan ber bi Şah ve bi rê ket. Mehmedqulî li gel orduya osmanî ma da ku biçe Istanbolê ji bo mohrkirina sultan. Ew berî orduyê bi rê ket, ordu jî di pey re dest bi vegerê kir. Mehmedqulî di 19’ê Îlona 1639’ê de gihaşt Istanbolê, bi şertê ku li ser Bexdayê doza tu mafî neke, Rewan ji Şah re hat berdan û bi merasimeka muezzem, Muradê IV’ê peyman mohr kir. Elçî ew girt û vegeriya welatê xwe. Bi vî awayî Osmaniyan û Îraniyan ji 1514’ê bi vir de dawî li şerên wek pêlên Med û Cezîrê ên deryayê yên nêzî 125 salan anîn. Li herdu aliyan jî serhedên van dewletan qadên şerên wan Kurdistan bû, li her du aliyan ew di bin piyên du orduyên gelek mezin de pêpes dibûn, dihat talankirin. Xan û mîrên Kurdistanê ji neçarî li herdu aliyan tevî orduyan dibûn, dihatin hemberê hev, gelek can û mal didan. Wek nimûne di sefera sala 1625 heya 1926’ê ya ser Bexdayê ya bi serdariya Hafiz Ahmed Paşa de heft mîrên Kurdistanê beşdar bûbûn; Mîrê Hezoyê Şeref Xan, Mîrê Egilê Mu’mîn Xan, Mîrê Tercilê Îbrahîm Beg, Mîrê Paloyê Hesen Beg, Mîrê Erxeniyê Alî Begê Başibuyukzade, Mîrê Xarpêtê ÎbrahÎm Beg û Mîrê Îmadiyê Seyid Xan beşdar bûn.
Berdewamiya peymanan: Zincîra komkujiyan
Peymana Qasra Şîrînê û Lozanê, di sedsala 20’an de rê li ber qirkirinên mezin vekir. Dewletên ku Kurdistan parçe kirine, ji bo ku vê perçebûnê biparêzin, bi tifaqên hêzên hegemon ên cîhanê û piştgiriya wan li dijî Kurdan komkujî pêk anîn. Komkujiyên wekî Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helepçe, Enfal, Roboskî û Şengalê, encamên rasterast ên wê feraseta qirker, bê statu û perçekirî dihêle ne. Helbet her gava li dijî Kurdan hatiye avakirin tenê bi çend serokeşir û deroran re hat pêkanîn. Civaka Kurd a derveyî dewletê û desthilatê maye li dijî vê yekê hem bîreweriya xwe xurt kir, hem jî ji bo parastin û hebûna xwe ket lêgerînên hebûnî.
Rêber Apo: Çareserî Neteweya Demokratîk e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku peymanên mîna Qasra Şîrînê û Lozanê, bi polîtîkayên qirkirinê hatine kûrkirin. Li gorî Rêber Abdullah Ocalan, bersiva herî mezin a li dijî vê dîroka reş, avakirina Neteweya Demokratîk e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman ku yekîtiya Kurdan ne bi dewletên neteweyî, lê bi vîna gelan û jiyana komîn a ku sînoran bêwate dike, pêkan e. Neteweya Demokratîk ne tenê modeleke siyasî, lê bersiva dîrokî ya li dijî polîtîkayên qirkirin û perçebûnê ye. Ji bo ku Kurd careke din nebin qurbana komplo û komkujiyên nû, pêwîstiya herî jiyanî yekîtiya di bin banê vîneke hevpar de avakirin e û pergaleke demokratîk li her qadeke jiyanê de rêxistinkirin e. Tenê bi yekîtiyê, dê sînor û dîwarên ji Qasra Şîrîn ber bi îro di navbera gel û baweriyan hatine avakirin, werin rûxandin.
Piştî 387 salan ji peymana Qesra Şêrîn divê Kurd çi bikin?
Peymana Qesra Şêrîn ne tenê peymaneke navbera Osmanî û Sefewiyan bû, di heman demê de destnîşana qelsbûna cihê Kurdan di nav şerên herêmî de bû. Kurdistan gelek caran bû qada şerê dewletên mezin, bajar û gund hatin talankirin û gelê Kurd di navbera berjewendiyên siyasî yên derveyî de ma. Lê di sedsala 21’ê de şert û merc guhertine. Îro ji bo parastina destkeftiyên Kurdan û dûrketina ji şerên Rojhilata Navînê, pêwîst e ku Kurd bi hişmendî, yekîtî û stratejiyeke demdirêj tevbigerin. Yek ji girîngtirîn gavên ku Kurd divê bikin, avakirina yekîtîya neteweyî ye. Di dîrokê de gelek caran nakokiyên siyasî yên partiyan bûne sedema qelsbûna Kurdan. Dema ku hêzên derveyî li ser herêmê planan dikin, her netewe ku nikare di nav xwe de yekrêziyê ava bike, bi hêsanî dikeve bin bandora wan, nexasim dewletên dagirker ên Kurdistanê. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku partî û hêzên Kurdî berjewendiyên neteweyî li ser berjewendiyên kesane û partiyan bilindtir bikin. Yekbûna helwest û armancan dikare Kurdan di nav siyaseta herêmî û navneteweyî de bihêztir bike. Di heman demê de, Kurd divê dûrî şer û pevçûnên hêz û dewletên hegemon bikevin. Rojhilata Navînê niha jî qadê gelek şer û aloziyên siyasî ye, nemaze şerê Îran û Israîl-DYA. Her şerek ku di herêmê de çêdibe, yekem car li ser welat û bajarên Kurdan bandor dike, nimûne Başûrê Kurdistanê zerera herî mezin ji êrişên Îran û Amerîka-Israîlê dît. Ji ber vê yekê, riya çareseriyê ew e ku Kurd rêya diyalogê, aştiyê û danûstandinan hilbijêrin. Heger Kurd bibin alîyek ji şerên dewletên mezin, dîsa dikarin wekî demên berê bibin qurbaniya pevçûnan. Li gel van pêşxistina aboriya civakî, zanistî, xwerêxistinkirin û xweperwerdekirin gelekî girîng e. Neteweyek ku xwedî bîrwerî û zanîneke pêşketî be, perwerdehiya baş û aboriyeke serbixwe be, dikare bi hêsanî mafên xwe biparêze, hem jî dûrî peyman û planên hegemoniyê bibe. Di sedsala 21’ê de hêz tenê bi çek û leşkerê nayê pîvandin, lê belê siyaset, zanist, pêşxistina teknelojiya û aboriya bêzerer jî hêzên sereke ne. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku Kurd zêdetir li ser perwerdehiya ciwanan, zanist, medyayê û avakirina saziyên demokratîk bixebitin. Ji aliyê din ve, pêwendiyên baş bi cîhanê û gelên cihêreng ava bikin. Dîplomasî dikare gelek caran ji çekan bihêztir be. Kurd divê maf û doza xwe bi rêyên siyasî û qanûnî bidin naskirin. Parastina mafên mirovan, demokrasiya û aştiyê dikare piştgirîya cîhanî ji bo Kurdan zêde bike. Li Rojava û Bakur di pêvajoyeke girîng û hestyar re derbas dibin, pêvajoyeke ku hewldanê dike mafê gelê Kurd di destûrê demokratîk de were parastin. Li Başûr jî di nava Îraqê de xwedî sîstemeke fedral a demokratîk e, li Rojhilatê Kurdistên doza mafê Kurd di nava civaka Îranê de rojeveke girîng e, herwiha têkoşîn ji bo vê yekê tê kirin. Di qonaxeke wiha hestiyar de divê li her çar parçeyan aliyên siyasî yên Kurdî yekîtiyeke xwe bi riya lidarxistina kongreya neteweyî ava bikin da ku têkiliyên niştîmanî xurttir bibin û gelê Kurd bi rengekî demokratîk bi gelên din re bijî.






