Ronahî Sadûn/Qamişlo
Berpirsê Têkiliyên Giştî yên Navenda Firat ya Lêkolînan Welîd Çolî diyar kir ku entegrasyona li Rojavayê Kurdistanê bi pêvajoya li Bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye û got, “Eger pêvajoya aştiyê pêş ve biçe, wê li Sûriyê jî entegrasyon pêş ve biçe.”
Derbarê pêvajoya Bakurê Kurdistanê û pêvajoya Rojavayê Kurdistanê, herwiha di mijara entegrasyonê de stratejiya xwemijûlkirinê, Berpirsê Têkiliyên Giştî yên Navenda Firat ya Lêkolînan Welîd Çolî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Rewşa Kurdan li Sûriyê, herwiha mûdaxeleya dewleta Tirk ji axa Sûriyê re û rawestandina wê li hember doza gelê Kurd, bi çi rengî ye?
Pirsgirêka Kurd di Rojhilata Navîn de, pirsgirêkeke dîrokî ye û heta astekê tevliheve. Ji ber ku Kurdistan li ser çar welatan hat dabeşkirin, van çar dewletan jî herdem bi rêya odeyeke hevpeş û şidetê nêzî doza Kurd dibûn. Li hemberî vê siyasetê jî, li Kurdistanê şoreşên cuda pêk dihatin û bandor li hev dikirin, mînak ger li Rojhilatê Kurdistanê şoreşek pêk dihat, têkilî û bandora xwe li ser beşên din ên Kurdistanê jî hebû. Piştî salên 80’î ya ku herî zêde bandor li Rojavayê Kurdistanê kir, derbasbûna Tevgera Azadiyê ji Rojava re bû. Ji xwe Tirkiyê jî ne tenê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, li dijî doza gelê Kurd disekinî, ew xwedî stratejiyeke ku li her derê dijmnatiya Kurdan dike û dibêje; Hebûn Kurdan li ser esasê tinebûna min e. Li ser vê bingehê her cihê ku tevgera Kurdan tê de hebû, Tirkiyê mudaxeleyî wê dikir. Di sala 1998’an de ji ber hebûna Tevgera Azadiyê li Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê artêşa xwe li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kom kir û hindik mabû ku şer li dijî Sûriyê bide destpêkirin. Piştî wê peymana Adana di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hat îmzekirin. Piştî wefata Hafiz Eseed û hatina kurê wî Beşar Eseed li ser desthilatdariyê, ji salên 2000’î û şûn de li Sûriyê rewşeke din hat xuliqandin. Beşar Eseed siyaseta xwe li hemberî kurdan da guhertin û têkiliyên xwe bi Tirkiyê re di aliyê aborî, istixbaratî û siyasî de xurt kir. Herwiha di çarçoveya peymana Adana de, li dijî Kurdan plan hatin danîn, li ser esasê dijîtiya doza gelê Kurd, hemhengiyeke xurt di navbera Tirkiyê û Sûriyê de hebû, di encamê de bi sedan ciwanên Kurd li Sûriyê hatin girtin. Piştî sala 2011’an, bi destpêkirina Buhara Gelan, Tirkiyê siyaseta xwe da guhertin, wê dizanînbû ku projeyên nû li herêmê hene û rêjîma Baas wê bê rûxandin. Lewma di wê demê de Tirkiyê piştgiriya muxalefeta Sûriyê kir û ew muxalefet xist bin bandora xwe de, hem muxalefeta leşkerî û hem jî muxalefeta siyasî. Di vir de Tirkiyê dosya muxalefeta Sûriyê bi giştî xist bin destê xwe de. Di Sûriyê de gelê Kurd şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala 2012’an de dan destpêkirin, Tirkiyê jî ev şoreş û bi giştî gelê Kurd li Rojava, ji xwe re kir armanceke sereke. Ji xwe Tirkiyê di stratejiya xwe de herdem Kurdan xeter dibîne. Di encamê de Tirkiyê muxalefeta Sûriyê li dijî Kurdan bikar anî. Tirkiyê ji di sala 2016’an de ji Bab û Ezazê dest pê kir û piştre dagirkeriya xwe fireh kir, di 2018’an de Efrîn û di 2019’an de Serêkaniyê dagir kir. Herwiha bi rêya balafiran gelek caran Rojava kir hedef. Bi wan êrîşan pêşengên civakê kir hedef, daku Rêveberiya xweser bê hilweşandin.
Peymanên di navbera hikumeta demkî û QSD’ê de hatin îmzekirin çawa bûn û bi çi rengî hatin binpêkirin, peymana herî dawî ya 29’ê Çileyê li ser çi bingehê pêk hat?
Li Sûriyê di sersala 2026’an de rewş hat guhertin. Ji ber ku di civîna Parîsê ya di navbera Îsraîl û hikumeta demkî de, esas Tirkiyê tenê wekî çavdêr bû, lê ew bi fermî tê de beşdar bû. Tirkiyê ji wir fermana şerê Şêxmeqsûd da, lewma şerê li dijî giştî Rojava hat destpêkirin. Tevî hebûna peymana di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de, herwiha hebûna danûstendinan, hevpeymana li Şêxmeqsûdê ji aliyê hikumetê ve têk çû û bi beşdarbûna Tirkiyê êriş hatin pêkanîn, di encamê de Şêxmeqsûd kete destê hikumeta Demkî de. Di 18’ê Çileyê de agirbest hat ragihandin ku li ser esasê wê QSDê hêza xwe ji Dêrhafirê vekişîne, lê ji aliyê hikumeta demkî ve bêbextî çêbû, di encamê de bi sedan ciwanên me şehîd bûn û hatin dîlgirtin. Lê piştî serhildana Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahî cîhanê, sînorek ji êrişên hikumeta demkî re hate dayîn. Piştî wê di 29’ê Çileyê de peymanek nû di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de hat îmzekirin, ew peyman jî ne li gor xwestekan bû. Girêdayî peymanê jî ku li ser bingehê entegrasyona demokratîk e, lê hikumet bi nerîneke cuda nêzî entegrasyonê dibe, ev jî girêdayî rola Tirkiyê di Sûriyê de ye. Eger em li xalên peymana 29’ê Çileyê vegerin, pîvanên pêkanîna van xalan hebûn. Lê Tirkiyê nahêle ev pîvan pêk bên û girêdayî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, dike.
Sedema sereke ku dewleta Tirk berê xwe da pêvajoya Aştiyê li Bakurê Kurdisatnê çi bû?
Di demên berê de gelek caran agirbest di navbera Tevgera Azadiyê û Tirkiyê de çêdibûn û hin pêvajo dihatin destpêkirin, lê bi giştî bi rêya navbênkaran danûstandin dihatin kirin. Weke di salên 1997, 2005, 2006 û 2013’an de gelek pêvajo çêbûn, lê herdem Tirkiyê bi cidî li riyên çareseriyê meyze nedikir. Piştî 2023’an şerê Îsraîl û Hemas gur bû û li dijî Îranê jî êriş hatin destpêkirin. Tirkiyê nas kir ku rêjîma Eseed wê bê rûxandin û dor li ser wê û Îranê ye, ji ber wê xwest gavekê di aliyê doza gelê Kurd de biavêje. Li ser banga Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di Sibata 2024’an de hat destpêkirin. Lê divê neyê jibîrkirin ku Tirkiyê her dem 2 rêyan li pêşberî xwe hildibijêre, ew jî rêya şer û rêya aştiyê. Dema rewşa wê aram be, şer hildibijêre û dema ku ew dikeve tengasiyê, behsa aştiyê dike. Lewra dema ku wê dît siyaseta guhertina Rojhilata Navîn nêzî wê dibe, wê berê xwe da “Pêvajoya Aştiyê” da ku xwe pê xelas bike. Ji destpêka pêvajoyê û heta destpêkirina şerî Amrîka-ÎsraÎl li dijî Îranê, Tirkiyê bi awayekî cidî nêzî pêvajoya aştiyê dibû û hişt heta astekê hevdîtin bi Rêber Apo re bên kirin. Lê di dema dawî de Tirkiyê bi sistî nêzî pêvajoyê dibe, tekezkirina li ser vê yekê ew e ku endamê Komîteya Navendî ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê Murat Karayilan jî eşkere kir ku Tirkiyê pêvajo çemidandiye. Lê li şûna çemidandina pêvajoyê, pêwîst bû bi pêvajoyê re li Tirkiyê entegrasyona demokratîk dest pê kiriba, zagon bihatana guhertin û taybetmendiyên herêmên Kurdî bihata destnîşankirin, lê xuyaye heta niha Tirkiyê ji van gavan re ne amade ye.
Girêdana pêvajoya Bakurê Kurdistanê bi rewşa Rojavayê Kurdistanê re çi ye?
Rewşa Rojavayê Kurdistanê bi rewşa Bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye, eger li Bakur rehetî çêdibe li Rojava jî çêdibe. Mînak; piştî destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, êrişên Tirkiyê yên ezmanî li dijî Rojavayê Kurdistanê rawestiyan. Sekna pêvajoyê jî, niha bandora xwe li ser Rojavayê Kurdistanê dike. Ji aliyê hikumeta demkî ve gelek xetên sor tên derbaskirin û hewil dide li Sûriyê tevahî, sîstema navndiyeke hişk bide meşandin. Eger entegrasyon bi rengekî rast neyê pêkanîn û gerantoreke navnetewî jê re tune be, kes nizane wê encama çi be. Kurd di Sûriyê de netewa duyemîne, li gorî wê pêwîst e herêmên Kurdan xwedî taybetmendî bin, sazî bi zimanê Kurdî bin, di ware çand û perwerdeyê de jî, zimanê Kurdî fermî be. Lê tê xuyakirin niyeta hikumetê nezelal e, hikumeta demkî dixwaze her tiştî li Sûriyê bixe bin kontrola xwe. Ev rewş jî girêdayî pêvajoya Aştiyê ye. Eger pêvajoya aştiyê pêş ve biçe, wê li Sûriyê jî entegrasyon pêş ve biçe. Eger em li xalên 29’ê Çileyê vegerin, pêwîs e hikumeta demkî zimanê Kurdî ji pankêta saziyan ranekiriba, ya duyem xala koçberan e, pêwîst e li gorî peymanê koçber di demeke kin de vegerin male xwe, lê ev jî bi sistî ji aliyê hikumetê ve tê kirin. Heta niha hikumetê tu gave berbiçav neavetin. Ji xwe rewş giştî bi hev e girêdayî ye. Rewşa Rojavayê Kurdistanê bi Bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye, rewşa Bakur jî bi rewşa Rojhilata Navîn û giştî cîhanê ve girêdayî ye. Tirkiyê li benda şerê Îranê ye û Îran wekî eyînikê ji xwe re dibîne û dibêje; Eger Îran bi ser ket, ez jî bi ser dikevim, ji ber vê yekê ew bi sistî nêzî pêvajoyê dibe û li benda rewşa şerê Îranê ye. Li aliyê din siyaseta Amrîka jî nema zelal e. Serokên Amrîka her gav daxuyaniyekê bi rengekî tersî hev dide. Tirump li cihekî dibêje me çek radestî Kurdan kir, da ku rêjîma Îran rûxînin, lê Kurdan çek ji xwe re birin, ev jî ji rastiyê dûr e. Ji ber vê nezelalbûnê, dibe ku Amerîka tiştin xerab li herêmê bike. Ji xwe li herêmê sê hêzên sereke hene û her yek jî li gorî berjewndiyên xwe dimeşin, ew jî Amerîka, Îsraîl û Tirkiyê ne. Di vir de Tirkiyê û Îsraîl ji hev ditirsin, herî zêde Tirkiyê hesaban ji Îsraîlê dike. Lewma heger entegrasyon pêk bên, wê rê li ber şerên mezin bên girtin.






