Cemîl Xoce
Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew bîr, nasname û hebûn e. Dema ku zimanê gelekî tê hedefgirtin, êrîş ne tenê li ser peyvan bi xwe ye, lê li ser dîrok, çand û hişmendiya wan a kolektîf jî ye. Ji ber vê yekê Zimanê Kurdî bi dehsalan parçeyekî bingehîn a doza Kurd maye, ji ber ku ew her gav keleha dawîn bû ku nasnameya wan ji jêbirin û înkarkirinê diparêze.
Di nav vê rêwîtiyê de, Celadet Bedirxan wekî yek ji kesayetên herî girîng derket holê ku jiyana xwe ji bo xizmeta Zimanê Kurdî terxan kiriye. Di sala 1893’yan de li Stenbolê di nav malbata Bedirxaniyan de ku bi çand û siyasetê navdar bû, ji dayik bû û di nav mîrate, stran û çîrokên gelêrî yên Kurdî de mezin bû. Tevî salên sirgûn û xerîbiyê jî, wî qet dev ji doza xwe berneda, ziman veguherand têkoşîneke çandî ya demdirêj, ji ber ku wî fêm dikir ku gelekî ku zimanê xwe winda bike, beşeke girîng ji nasnameya xwe winda dike.
Di 15’ê Gulana 1932’yan de, wî li Şamê Kovara “Hawar”ê damezrand. Ew gav gaveke dîrokî bû di jiyana Zimanê Kurdî de. Ew ne tenê kovareke asayî bû, lê projeyeke çandî ya berfireh bû. Armanca wê vejandin, rêxistinkirin û bipêşxistina Zimanê Kurdî bû. Cara yekem bû ku Kurdî bi berfirehî û bi awayekî sîstematîk bi alfabeya Latînî hate nivîsandin. Ev yek xaleke werçerxê ya mezin di dîroka çanda kurdî ya nûjen de nîşan da.
Hawar heta sala 1943’yan berdewam kir. Pêncî û heft hejmar weşand, 23 ji wan bi tîpên erebî bûn, lê hejmarên mayî bi tîpên latînî hatin weşandin. Kovar mehê du caran dihat weşandin û li ser wêje, ziman, siyaset û lêkolînên çandî disekinî. Her wiha helbest, çîrok û lêkolînên kurdî jî diweşandin. Hejmareke mezin ji rewşenbîr û nivîskarên Kurd beşdarî wê bûn.
Tevî şert û mercên sirgûnî û sansurê, kovar bi rêyên dijwar û carinan veşartî gihaşt Kurdistanê, ji ber ku hin bazirgan û rêwiyan çapên wê bi dizî difirotin da ku bigihînin ber destê xwîner û kesên ku bi ziman û çandê re eleqedar dibin. Bi vî awayî, “Hawar” bû dibistaneke rastîn a Zimanê Kurdî, ku beşdarî bipêşxistina Rêzimana Kurmancî û standardîzekirina nivîsandina kurdî ya nûjen bû.
Zimanê Kurdî bi xwe yek ji zimanên herî kevn û dewlemend ên herêmê ye. Ew zimanekî kevnar ê Mezopotamyayê ye ku xwedî repertuareke zimannasî ya pir fireh e. Ew ji 735,000 zêdetir peyvên bingehîn dihewîne. Di heman demê de ferhenga wê, tevî zaravayên wê yên cûrbecûr, digihêje nêzîkî 1.2 mîlyon peyvan, ku ew ji hêla ferheng û biwêjan ve dike yek ji zimanên herî dewlemend ên cîhanê.
Tevî dewlemendiya xwe, Zimanê Kurdî bi dehan salan rastî hewildanên çewisandin û marjînalîzekirinê hatiye. Zimanên din li ser civaka kurdî hatine ferzkirin û herêmên kurdî rastî polîtîkayên înkar û bişaftinê hatine. Armanca wan jî qelskirina nasnameya wan a çandî û zimanî bû, çi bi qedexekirina perwerdehiya bi kurdî be, çi jî bi ferzkirina zimanên din di jiyana rojane, medya û saziyên fermî de be.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Zimanê Kurdî derbasî qonaxeke nû bû. Piştî qedexeya dehsalan, cara yekem, kurdî bi awayekî eşkere û berfireh li dibistan, sazî û navendên çandî û medyayê derket holê. Ji zimanekî marjînalîzekirî veguherî zimanekî perwerde, çand û rêveberiyê. Piştî salên dirêj ji bêparbûnê, zarokan dest bi fêrbûna bi zimanê xwe yê dayikê kirin. Di vê serdemê de her wiha peymangeh, zanîngeh û navendên hînkirina kurdî hatin vekirin û bi dehan çalakiyên çandî û medyayê derketin holê ku beşdarî vejandina ziman di nav civakê de bûn.
Ev veguherîn ne tenê gaveke çandî bû, lê belê meseleyeke parastina nasname û hebûnê bû. Tu gel nikare pêşeroja xwe ava bike ku ji zimanê xwe yê dayîkê bêpar be. Ji ber vê yekê, Zimanê Kurdî ji bo civaka Kurd bûye yek ji destkeftiyên herî girîng û hesas ên Şoreşa Rojava.
Îro, bi hewldanên dûrxistin û bêparkirinê yên ku ji aliyê Hikûmeta veguhêz a Şamê ve li dijî Zimanê Kurdî têne kirin, ev doz ji nû ve derketiye holê. Hewldana ji nû ve bêparkirina ziman, an jî înkarkirina mafê fêrbûna bi zimanê dayîkê ji Kurdan re, ne mijareke îdarî ye, lê belê mijareke hebûn û nasnameya bi mîlyonan kesan dest dide. Ji ber vê yekê, Zimanê Kurdî ne mijareke bazar an tawîzê ye, ji ber ku ew rasterast bi rûmeta gel û mafê wan ê xwezayî yê parastina çand û nasnameya xwe ve girêdayî ye.
Herwiha, parastina Zimanê Kurdî nikare bi şert û mercên siyasî yên demkî ve girêdayî bimîne; divê ew wekî mafekî destûrî yê zelal û garantîkirî were destnîşankirin. Her destûreke ku Zimanê Kurdî nas neke û mafê perwerde, çand û rêveberiyê tê de garantî neke, ji bo Kurdan netemam dimîne. Ziman ne îmtiyazeke ku were dayîn, lê mafekî xwezayî û nayê înkarkirin e.
Zimanê ku li hember qedexe, înkar û bêparkirinê li ber xwe daye, heta ku gelekî ku xwe bi wî zimanî ve girê bide û wê wekî beşeke ji azadî, nasname û hebûna xwe bibîne hebe, ew ê paşve gav neavêje.






