Roger Rojiyan
Peymana Entegrasyona 29’ê Çileya 2026’an de di navbera QSD û Hukumeta demkî ya li Şamê hat îmze kirin ji bo tekoşîna gelê Kurd ne bi dawî, destpêkek nû bû. Ev Peyman her çiqas ji aliyê netewperestên paşverû ve wek teslîmbûnê tê binavkirin û antî propagandayeke bi vê avayê tê kirin jî ev polîtiqayên qirêj di nava gele Rojava de nayên pejirandin. Di qada dîplomasiyê de jî pêvajoya entegrasyonê veduguhure pêvajoya tekoşîneke dijwar.
Ji bo rast fêmkirin û helwesteke rast raberkirinê divê mirov tim û tim tecrubeyên dîrokê sûd werbigre. Di nava çar parçeyên Kurdistanê de asimilasyona herî hişk, piştî Bakurê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Piştî Serhildana Şêx Seîd li Tirkiyê di bin navê Plana İslahata Şerqê de helandin, mişextkirin û qedandina gelê Kurd hat armanc kirin.
Li Bakurê Kurdistanê de amûrê herî girîng yên vê planê di bin du sernavan de hat pêkanîn; Takrîr – î Sukun û Tevhîdî tedrisat. Ango mişext kirin û asîmîlasyon. Van pêkanînên dewleta Tirk ji aliyê dewletên metînger ên din ve jî mînak hatin girtin û pratîze kirin.
Taybet dewleta Surî ya ji aliyê hêzên hegemon ve hatiye çêkirin, van polîtîqayên faşîzma Tirk xwest teqlît bike. Piştî hatina li ser deshilatdariyê ya BAAS’ê (1963) li dijî Kurdan polîtiqayên helandinê şênbertir bûn. Di vê çarçovê de di bin navê kembera ereban de (Al – Hîzam Al Arabî) politikaya qedandina Kurdan li Suriyê kirin meryetê.
Li gorî vê, li ser 300 km’yê sînor di navbera gund û bajarên Kurdan de pêkhateyên Ereb hatin bi cîh kirin. Eraziyên Kurdan bi deste zorê li wan hat girtin û di nava Ereban de hatin belav kirin. Jimartina nifusê ya 1962’an de 120 hezar Kurd ji hemwelatiyê hatin derxistin. Zimanê Kurdî hat qedexe kirin û navê gund û bajarên kurdan hatin guhertin.
Hişmendî û polîtîkayên BAAS’ê li Surî ji bo qedandina Kurdan li ser teqlîtkirina polîtîqayên Tirkiyê hat avakirin. Ji ber ku ev polîtîqa wek polîtîqaya fermî ya dewleta Suriyê hatîbû damezirandin vê bi xwe re hişmendiyek jî ava kir. Ev hişmendiya ku li ser netewperestiya ereb hatiye avakirin îro jî bandora xwe di nava siyaseta Suriyê de nişan dide. Ji ber vê, di dema rejîma BAAS’ê de jî û rêvebiriya niha ya HTŞ’ê jî li ser heman hişmendiyê dimeşin.
Her çiqas li gorî xalên hevpeymana 29’ê Çileya 2026’an, ji bo heremên Kurdî biryarên li gorî çand û ziman xwerêvebirinê hatibe dayîn jî pêkanînên hukumeta veguhêz yên niha didin xuyakirin ku hişmendiya netewperestiyê hê jî serwer e.
Herî dawî tabelaya dadgeha Hesekê ya ku bi zimanê Kurdî – Erebî hatîbû nivîsandin li ser talîmata Wezareta Edaletê hate rakirin li cihê wê tabelaya bi zimanê Erebî û Îngîlîzî hate daliqandin. Li ser vê gel û ciwanên Hesekê rabûn li ser piyan û ew tabela avêtin zibaleya dîrokê.
Wezîrê Dadê Mazhar el-Weys ji eslê xwe li Dêra Zorê ye. Wek tê zanîn derdor û gundewarên Dêra Zorê di navbera 2017 û 2025 an de di bin qontrola QSD’ê de bû. Malbata Mazhar el Weys heremên rizgar kirî yên di bin qontrola QSD’ê de çend caran xwestin tevlîheviyan derxin û çeteyan re bi awayekî hevkar kar dikirin. Ji ber vê malbata wê ya teng de gelek kes hatın girtin û heman malbatê de hîn kes jî êrîşên li dijî QSD’ê de hatin kuştin. Ji ber vê Mazhar el Weys li dijî Kurd û Kurdîbûnê wek dijminekî sondxwarî tev digere.
Ji ber helwesta vê kesî niha entegrasyona dadê di rewşa xitimandinê de ye. Cihê ku heremên Kurdî, di nava saziyên dadê de zimanê Kurdî were qebûl kirin, ji aliye wezareta dadê ve gefên barkirina avahiyên dadê ji bo birina Dêra Zorê tê kirin.
Diyare ku Wezîrê Dadê Mazhar el-Weys naxwaze sûd ji tecrubeyên dîrokê werbigre. Gelê Kurd dehan sale ji bo parastina ziman û çanda xwe tekoşîneke bê hempa dide. Ger pêwîst bike dê ji bo ziman û çanda xwe dîsa berê xwe bide Dêra Zorê… Dîroka nêz de mînaka vê hê jî zindî ye.






