Idrîs Henan
Bi çêbûna mirovahiyê re, zimanê dayîkê û ragihandin wek dualîteyên ji hev nayên veqetandin ji bo parastina bîra giştî ya civakê û avakirina nasnameya çandî bi hev re hatine. Ziman ne tenê amûrekî hevgihîştinê ye, lê belê hawûza dîrok, nirx û nihêrîna gerdûnê ye. Ragihandin jî ew qada ku ziman tê de bikar tê û bi rêya wê jî tabloya giştî ya civakê tê pênasekirin. Ji ber vê sedemê, hêzên mezin ên mêtingerî û kolonyalîzmê di dirêjahiya dîrokê de têgihiştine ku dagirkerî tenê bi axê temam nabe, lê bi kontrolkirina ziman û ragihandinê re serguha dibe. Bûyera ku di 14’ê vê mehê de li Navenda Çand û Huner a Efrînê rû da, bi zelalî tekezî li ser wê hişmendiya dagirkeriyê ya kontrolkirina dualîteya zimanê dayîkê – ragihandin dike.
Dagirkeriya Tirk li Efrînê ji sala 2018’an û vir ve zimanê xwe li hemû qadan ferz kiriye û bi taybetî dualîteya ziman – ragihandin bi navendên xwe yên sereke ve girêdayî kiriye. Bi gotineke din, zimanê xwe serwer kiriye û zimanê Kurdî, ku li Efrînê zimanê dayîkê ye, paşguh kiriye. Ji bo vê yekê jî çapemeniyeke dûrî nirxên exlaqî û siyasî yên civakê ava kiriye. Lewra em dibêjin ku armanca wê gavê ne tenê pratîka li ser erdê ye, lê belê aliyekî exlaqî jî heye. Ji ber vê jî dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn zimanê dayîkê li herêmên dagirkirî lawaz dike da ku hişmendiya dîrokî û lêgerîna çandî ya civakê têk biçe. Bi vî awayî jî şertên oto-asîmîlasyona di nav çanda serdest de diafirîne û ferdên ku ji kokên xwe qut bûne derdixe holê. Ji ber vê yekê, girîngiya rojnamegerî, wêje û hunera neteweyî ya bi zimanê dayîkê, ne kêmtirî amûrên berxwedanê yên siyasî ne.
Têkiliya exlaqî ya ziman – ragihandin ew e ku mirov bi ziman û çanda xwe ya zikmakî xwe îfade bike. Ziman hestên naskirin û rûmetê dide mirovan. Ragihandin li ser navê van hestan diaxive, naskirin û rûmetê jî diparêze.
Dema ku gelek di bin nîrê mêtingeriyê de ji zimanê xwe yê dayîkê bêpar dibe, çanda xwe ya resen ji ya serdestan kêmtir hîs dike. Ev jî cureyekî şîdeta sembolîk e ku rê li ber operasyonên pişaftin û qirkirina çandî vedike. Ji ber vê jî, parastina zimanê dayîkê bi rêya ragihandinê ne fanatîzma zimanî ye, lê belê misyoneke neteweyî ya parastina cihêrengî û mafekî rewa yê gelan ya xweîfadekirinê ye.
Ragihandina ku bi zimanê dayîkê êş, azar, hêviyên hevbeş, daxwaz, çîrok, raborî û îroyîna civakê temsîl bike, dikare hafîzeya giştî ya civakê ji bo nifşên pêşerojê biparêze û rê li ber parçekirina çandî ya civakê bigire. Ji ber vê jî, ew ne tenê alaveke veguhastina nûçeyan e, lê belê hewceyekî vejandin û parastina nasnameya neteweyî ye. Bi gotineke din, têkiliya ziman – ragihandin ji bo miletekî ku di bin pençên qirkirinê de ye, têkiliyekî exlaqî û hebûnî ye. Dema ku zimanê dayîkê di ragihandinê de zindî bimîne, şiyana berxwedana gel li hemberî siyasetên pişaftinê bihêztir dibe, bîra wî tê parastin û pêşeroja xwe bi vînekî azad tayîn dike.
Rojnamegerî ne tenê bikaranîna ziman wek amûrekî veguhestinê ye, lê di heman demê de avakirina hişmendî, nasname û nirxên civakê ye. Lewra pêwendiya exlaqî ya di navbera rojnamevanekî û zimanê wî yê zikmakî de kûr e û bi berpirsiyariya wî/ê ya pîşeyî û çandî re têkildar e.






