Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin û pêşengtiya entegrasyona demokratîk li rojava

17/05/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Bi îdeolojiya zayendîperestiyê dijminatiya li hember jinê
Share on FacebookShare on Twitter

Bêrîtan Xalid

Di nav şert û mercên siyasî yên dijwar de, jinên Rojava rola xwe ya pêşeng di avakirina civakeke demokratîk de diparêzin.Ji destpêka şoreşê heta îro, jin ne tenê di qada leşkerî de, lê di siyasetê, rêvebirina sivîl, Perwerdehiyê û biryargirtinê de jî bûne hêzeke bingehîn.Projeya rêveberiya demokratîk li Rojava, bi beşdariya jinan hate avakirin.Sîstema hevserokatî, saziyên taybet ên jinan û beşdariya wan di hemû qadên jiyanê de, wek modela nû ya rêvebirinê tê dîtin.Lê gel hemû van destkeftiyan, pirsgirêk û xeter hîn jî li beramberî jinan hene.Di salên dawî de, jinên Rojava bûne yek ji hêzên herî girîng di avakirina civakeke demokratîk de. Rola wan tenê li qadeke taybet ne maye, belkî di siyasetê, rêvebirinê, perwerdehiyê, civaka sivîl û heta di parastina civakê de jî xuya bûye. Ev beşdariya berfireh bû sedem ku jin li Rojava wek pêşeng û sembola guhertina civakî were dîtin.Projeya rêveberiya demokratîk li Rojava ji destpêkê ve girîngiyeke mezin da beşdariya jinan. Sîstema hevserokatî û saziyên taybet ên jinan, gavên girîng bûn ji bo ku jin di biryargirtinê de cihê xwe bistîne. Ev model ne tenê di nav Rojava de balkêş bû, lê di asta navneteweyî de jî hate gotûbêjkirin wek mînakek ji demokrasiya ku bingeha wê li ser beşdariya jinê ava bûye.Lê gel hemû van destkeftiyan, jin hîn jî bi gelek astengiyan re rû bi rû ne. Guhertinên siyasî û şert û mercên herêmê carna metirsiyek li ser maf û azadiyên jinan çêdikin. Ji ber vê yekê, di vê demê de ku behsa entegrasyona demokratîk tê kirin, gelek pirs derdikevin holê li ser ka rola jinê dê çawa were parastin û gelo jin dê di pêvajoyên nû de hîn jî cihê xwe biparêze.Geşedana her civakekê bi awayekî rastîn girêdayî beşdariya hemû kesan e, û di vê çarçoveyê de jin roleke bingehîn digire. Ji ber ku jin li Rojava ne tenê temaşevan bûne, lê di gelek waran de bûne biryarder û rêvebir. Ev nîqaş niha li Rojava bûye yek ji mijarên herî girîng yên siyasî û civakî. Di nav van guhartinan de, jinên Rojava peyamek eşkere didin ku ew ê destkeftiyên xwe biparêzin, û di her pêvajoya siyasî de dê rola wan ya pêşeng bimîne.Ji ber ku, bi gotina gelek çalakvanan, civakeke demokratîk bê deng û biryara jinê nikare pêşve here.”Ew bi têkoşîna xwe karîbûn guhartinek civakî biafirînin û têgihiştinek nû li ser azadî û demokrasiya ava bikin. Niha jî, li gel hemû nîqaşên li ser entegrasyonê, jin dixwazin peyameke eşkere bidin: ku tu pêvajoyeke siyasî nikare bê beşdariya rastîn a jinan serkeftî be. Ji ber ku demokrasiya rastîn tenê bi hebûna deng, maf û biryara jinê dikare were avakirin. Ji ber vê yekê, parastina destkeftiyên jinê li Rojava ne tenê berpirsiyariya jinan e, lê berpirsiyariya hemû civakê ye. Çimkî civakek ku jin tê de azad be, dikare pêşerojeke demokratîk û aram ava bike. Li vir mirov dikare bêje Jin li Rojava tenê beşek ji civakê nîne, lê bingehê guhertin û avakirina jiyana demokratîk e. Her pêvajoyeke siyasî ku deng û rola jinê tê de tune be, nikare demokrasiya rastîn ava bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.