Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Maf ne di axaftina bi zimanê dayikê de ye, lê di fermîkirina wê de ye’

17/05/2026
in JIN
A A
‘Maf ne di axaftina bi zimanê dayikê de ye, lê di fermîkirina wê de ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Mamoste Ferîda Ibrahîm da zanîn ku zimanê Kurdî hebûn, naskirin û berdewamiya li ser çanda Kurdî ye û got, “Di Sûriye nû de misogerkirina mafê Kurdan ne tenê biaxaftina bi zimanê Kurdî ye, lê belê fermîkirina ziman di dibistan, hemû dezgeh û saziyan de ye.”

Di derbarî girîngiya zimanê Kurdî û neqebûlkirina hikumeta demî ji hebûna zimanê Kurdî re Mamoste Ferîda Ibrahîm bersiva pirsên Rojnameya me da, hevpeyvîn wiha bû:

-Girîngiya roja zimanê Kurdî ji bo we?

Roja Zimanê Kurdî ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, di heman demê de soza parastina mîrateya Celadet Alî Bedirxan û Kovara Hawarê ye ku bingeha alfabeya me ya nûjen avêtin. Ev roj bangawaziyeke pîroz e ku em her tîp, her deng û her gotina Kurdî di dil û mejiyê xwe de zindî bihêlin, ji ber ku windabûna zimanekî, windabûna cîhanekê ye. Ev roj roja tekoşînê ye ji bo naskirina û berdewamkirina hebûna gelê Kurd. Tê dîtin ku dijmin hertim dixwaze zimanê Kurdî qir bike ev yek tê diyar kirin ku çiqasî zimanê Kurdî xwedî girîngiyekî ye. Roja zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd nasnameye ku çawa li seranserî cîhanê herkes xwe bi zimanê xwe dibînin û li gor wê nasnameya xwe didin xuyanîkirin, ji bo me jî hebûn, naskirin û berdewamiya li ser çanda Kurdî ye. Her wiha zimanê Kurdî bîr û hizra me ye civakî ye ji ber gelê me bi hezarên sala bi vî zimanî axivî ne û mêjiyekî xwe yê xurt bi vî zimanî afirandine ji ber ku di hemû cûreyên jiyana xwe de ev ziman bikar anîne. Zimanê Kurdî ne tenê amûreke ku em bi riya wê dan û standinê dikin bi taybet gelê kurd ku di rewşekî re derbas dibin, dide xuyakirina ku berdewamiya bikaranîna ziman berdewamiya hebûna wa ye ku dijmin bi hemû awayan dixwaze ziman tune bike.

-Erkek çawa dikeve li ser melê mamosteyan ji bo xwedîderketina li zimanê Kurdî?

Heya ku ziman were parastin û domandin, erk dikeve ser milê her Kurdekî ku her Kurdek di çi warî de be bikaribe vî zimanî biparêze. Raste mamoste li dibistanan zarokan fêrî zimanê dayikê dike lê dema ew zarok biçe cihekî din di çi beşê jiyanê de bê ew cihê bi zimanekî din biaxive, ev yek nakokiyê dixe civakê de û ziman qelis dibe. Ji ber vê yekê ez dixwazim balê bikşînin li ser vê dema hestiyar de ku pêwîstiya me hemûyan bi ziman heya ji dayikeke di hundirê malê de heya serok û siyasetmedarekî, pêwîst e xwedî li vî zimanî derkevin heya ku em bikaribin bigihêjin mafê xwe yê rewa. Lê mamoste erka wa çiye di vê qonaxê de, tê dîtin ku xwendekar demeke dirêj li dibistanê dimîne, erkê mamoste ew e ku bi dilsozî û bi awayekî hezkirinê vî zimanî di dilê zarokan de bide çandin.

Ji ber ku gelek rêbazên pişaftinê li derdora me belav bûne, mînaka berbiçav ku enternêt bi awayekî zêde ketiye jiyana mirovan de, hemû gelên cîhanê bi riya vê enternêtê re tên pişaftin û bi taybet gelê ku tevî zimanê wan parçe bû ye û zînor ketiye di navbera wan de, lewma mamoste roleke wê ye herî mezin heye ku bikaribe ziman him di milê ruhî de di dilê xwendekaran de biçîne ku çawa ji zimanê xwe hezbikin, ziman ji bo wan çiye û armanca me axaftina bi zimanê Kurdî çiye pêwîst e vî hestî bi wan bide hîskirin. Her wiha bi rê û rêbazên nûjen vî zimanî bighîne zarokan bi taybet xwendekarên seretayî, heger zarok di salên xwe yê destpêkê de bi awayekî rast û durist fêrî zimanê xwe bibin, çiqas mezin jî bibin û fêrî zimanê din bibin jî wê zimanê xwe yê dayikê esas bigrin.

-Zimanê Kurdî vejînek çawa çêkiriye di Rojavayê Kurdistanê de?

Ev nêzî 15 sala ye ku Şoreşa Rojava dest pê kiriye, yek ji destkeftiyên herî girîng ku di vê şoreşê de hatî bidest xistin parastina zimanê Kurdî bû. Parastin bi çi awayî hat kirin; gelek ked, zehmetî û êş kişandin di vî alî de hat dîtin, dema ku şoreş dest pê kir ne mamoste hebûn ne jî biranş û xwendekar hebûn. Hemû xwendekarên me jî li ser sîstem û zimanê rêjîma Baas hatibûn perwerdekirin, lewma dema şoreşê dest pê kir yekser hizir û fikra ku ket bala me de ku pêwîst e em gelê xwe di vî warî de hişyar bikin. Gelo hişyarkirineke çawa? Bi rêya belavkirin û vegera li zimanê Kurdî ji ber ku heya her gelek hebûna xwe nas bike divê li zimanê xwe vegere. Lewma şoreşa me bi şoreşa ziman dest pê kir, bi vî rengî guherînek pir mezin di nava civakê de çêkir, nifşên nû yên ku bi zimanê Kurdî perwerdeya xwe dîtin di warê Kurdewariyê de û hezkirina wan ji ziman re, dan û standina wan de pir cûda ne. Ev xalekî pir girînge ku zarok dema di dibistanan de bi zimanê xwe diaxivin ev yek azadiyekî dide wan, ne mîna ku kesê bi zimanê dijminan fêr bibe.

-Hûn hewldanên paşguhkirina zimanê kurdî ji aliyê hikumeta Sûrye çawa dinirxînin?

Piştî hilweşandina rêjîma Baas ê ku bi salan bûn li herêmê zimanê Kurdî qedexe kiribûn, piştî 15 salan ji têkoşîn û şoreşê, me hewilda ku em hebûna gelê Kurd li vir biparêzin bi sedan xwendekar û mamoste hatin perwerdekirin û amadekirin ji bo qonaxek nû ya Sûriyeke demokratîk, ji ber ku hêviyên me pir mezin bûn ku piştî hilweşîna rêjîma Baas em di welatekî azad û demokratîk de jiyan bikin, ku welatekî pirrengiyê û pirçandiyê qebûl bike. Lê mixabin tê dîtin bi hilweşîna rêjîma Baas re heman fikir heman îdeolojî û heman rêjîm careke din xwe dûbare dike. Hat dîtin ku destpêka hatina serokê Sûriya yê demkî re biryarek derxist ku mafê gelê kurd wê were parastin, ev gaveke erênî bû ji ber ku em di welatekî de bûn ku gotinek bi kurdî qedexe bû dema ev biryar derket em kêfxweş bûn ku pêşketin di sûriyê de çêdibin û hêviyên me hebûn ku em vê gave pêş bixin.

Heya roja îro jî diyalog berdewamin ev mersûma ku derketî bi tena xwe nebese ji bo naskirina mafê Kurdan li herêmê, ji ber ku naskirina mafê Kurdan ne tenê biaxaftina bi zimanê Kurdî ye, lê belê fermîkirina ziman di dibistan û hemû dezgeh û saziyan de ye. Hêvî û xebata me ji bo vê yekê berdewam dike, rast e heya niha gavên erênî di vî milê de nehatine avêtin lê em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê vê têkoşînê berdewam bikin heya ku mafê xwe misoger bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.