Esma Mistefa/Qamişlo
Mamosteyên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li bajarê Qamişlo dan zanîn ku Asta zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê girhiştiyê ne astekî hêsan e, ev di encama têkoşîneke 15 salan de rêve çûye û pêşketiye. Her wiha tekez kirin ku ew mamosteyên jin û dayik, siyaseta înkarkirin û tunekirinê qebûl nakin.
15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ye û ji bo tevahî gelê Kurd weke rojeke pîroz û serkeftinê, tê dîtin. Di oxira vê zimanê de bi sedsalan têkoşîn û berxwedanî hatiye kirin, lê ji ber rastiya Kurdistanê ya di nava çar dewletan de mêtînger e, her tim zimanê dayikê li ser bi hezaran gelê Kurd qedexe bûye û bûye bar. Lê tevî her tiştî jî gelê Kurd bi hemû zareveyên xwe ev zimanê di nava mal û çanda xwe de parastiye.
Niha jî bi hemdemiya vê roja taybet û pîroz re, hikumeta demkî ya Sûriyê di berdewamiya zihniyeta dewletê de, dixwaze vî zimanî paşguh bike. Rûxmî ku lihevkirina 29’ê Çileyê hatiye kirin û di çarçoveya entegrasyonê de xebat dikin, lê li herêmên Rojavayê Kurdistanê careke din mijara zimanê Kurdî û parastina mafê gelê Kurd dikeve nîqaşê.
Li ser wê bingehê li Rojavayê Kurdistanê berteka gel ji hemû aliyan de derket pêş, bi taybet yên mamoste û xwendekaran. Mamosteyên peymangeha amadekirina mamosteyan li Qamişlo Heyat Abas û Nûr Mehmûd ji Rojnameya me re axivîn.

‘Xwendinda bi zimanê Kurdî mafê her kesî ye’
Heyat Ebas di destpêka axaftina xwe de Paymendgeha Amadekirina Mamosteyan nirxan û wiha pê de çû: “Ev paymengeh di sala 2021’an de hat vekirin. Paymendgeh li ser bingeha amadekirina kadro û mamosteyên baş ên qonaxa navîn derkevin, hat amadekirin. Pîvanên wê hene û li qorî rêziknameya ku hatiye amadekirin, tê birêvebirin. Heyanî niha 3 grop derçûne û niha amadekirina gropa çarem tê kirin. Hemû belgeyên me bi zimanê Kurdî ne ji ber ku ev xwendekar ji destpêkê ve bi zimanê Kurdî xwendine, lê belê ev nayê wateya ku pêkhateya Ereb jî bi zimanê Kurdî perwerde distîne. Weke ku tê zanîn sîstema Rêveberiya Xweser yê perwerdê pirzimanî esas digre ji lewrza her pêkhateyek dikare bi zimanê xwe bixwîne. Em vê yekê weke nimûne di vê pêvajoyê de bibîrtînin.
Xwendina bi ziman dayikê mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibe, ne ji mafê tu welatekî û desthilatekê ye ku zimanên dayîkê qedexe bike û tune bike. Em Kurd ger em ji destpêka hebûna xwe de, dayik û bavên me ev ziman parastiye, wê demê em ê jî her vê zimanî biparêzin. Asta lku zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê girhiştiyê ne astekî hêsan e, ev di encama têkoşîneke 15 salan de rêve çûye û pêşketiye.”
‘Çawa ku me mafê hemû zimanan parast, hikumet jî divê dest ji siyaseta xwe ya yekzimanî berde’
Heyat di domdariya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina zimanê dayikê bi hemdemiya siyaseta ku niha li ser zimanê Kurdî di Sûriyê de tê kirin û wiha got: “Girîngiya parastina vê zimanî di vê pêvajoyê bi taybet de, ji me îsbatkirina têkoşîn û xwedîderketina li zimanê xwe, dixweze. Pêvajoya entegrasyonê hate destpêkirin, di wê çarçoveyê de gelek pêşketin çêbûn, lê di mijara zimanê Kurdî de, di vê dawiyê de pirsgirêkên cidî derketin holê. Careke din li ser zimanên dayikê, polîtîkatiyên yekzimanî têne ferizkirin. Ev yek nayê qebûlkirin û em bi tundî red dikin. Çawa ku me mafê hemû zimanan parast, hikumet jî divê dest ji siyaseta xwe ya yekzimanî berde.
Ger di Sûriye nû de careke din siyaseta paşguhkirin û tunekirinê li ser mafê gelan û bi taybet ya Kurd di qonaxa entegrasyonê de bê kirin, wê demê Sûriye nayê guhertin û ev şerên ku hatine kirin tê de çarenûsa tu gelê nehatiye guhertin. Sûriye bi vê rengê xwe nikare ber bi welateke demokratîk ve biçe.”
‘Ev zimanê ne tenê nasnameya me ye, ew encama destkeftî û bedelên 15 sala ye’
Heyat di dawiya axaftina xwe de ev got: “Xwendekarên me heyanî ku gihîştne peymangeh û zanîngehan, bi zimanê Kurdî xwendine û pawername standine. Hikumet divê van pelge û pawernameyan qebûl bike û zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de, bê qebûlkirin. Em dayik û mamosteyên jin in, em ê di her alî de têkoşîn bibkin, red bikin û dakevein qadan, heyanê ku mafê parastina zimanê Dayikê tê misogerkirin. Ev zimanê ne tenê nasnameya me ye, ew encama destkeftî û bedelên 15 sala ye.”

‘Nîzîkatiya hikumetê, nijadperest û desthilatdar e’
Her wiha mamoste Nûr Mehmûd bi rasthatina 15’ê Gulanê re bal kişan ser parastina zimanê Kurdî û wiha bilêv kir: “Di demeke ku hemû gelê Kurd bi Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em rastî siyaseta hikumeta Sûriyê yê neqebûlkirina zimanê Kurdî tên. Bê guman ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Pêşbînî û hêviyên me ji vê pêvajoyê ne wiha bûn, hîn zêdetir ji bo hemû gelan, me hêvî dikir ku êdî Sûriye ber bi guhertinê ve here. Lê xuya ye ku di zihniyet û siyaseta xwe ya bi sedsalan de bi îstare. Nêzîkatiya ku niha ji aliyê hikumetê ve li hember hebûna zimanê Kurdî di Rojavayê Kurdistanê de, nêzîkatiyeke nijadperest û desthilatdar e. Ji lewra em jî mamosteyên jin vê nêzîkatiyê qebûl nakin, çawa ku me bi salan e ji bû hebûna zimanê dayikê şer kir, li ber xwe da, em ê heyanî dawiyê jî di vê yekê de bi îsrar bin.”
Nûr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêviya me ji hemû parçeyên Kurdistanê heye ku xwedî li zimanê Kurdî derkevin û nekevin bin bandora hêzên desthilatdar. Di vê demê de têkoşîn û pistgiryeke hevgirtî divê, da ku siyasetên desthilatdaran li ser me neyê ferzkirin.”






