Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li girtîgehên hikumeta demkî; Ji destpêka salê ve 10 kes hatine kuştin

16/05/2026
in NÛÇE
A A
Li girtîgehên hikumeta demkî; Ji destpêka salê ve 10 kes hatine kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Zindan û navendên girtinê yên hikûmeta demkî ya Sûriyê şahidiya zêdebûnek metirsîdar di hejmara mirinên di bin îşkenceyê de dikin, ji destpêka salê û heta niha 10 welatiyên Sûrî ji ber işkenceyê di zindanên Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, ji destpêka sala 2026’an ve li girtîgehên Heleb, Humis, Dêrazorê, Reqa û Siweydayê ji ber işkenceyê 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Sedemên girtinê ji beşdarbûna di xwepêşandanên aştiyane û tohmetên endametiya di saziyên leşkerî an siyasî de cûda bûn. Di heman demê de, çavkaniyên herêmî û mafên mirovan piştrast kirin ku hejmarek qurbanî di dema girtina xwe de rastî îşkenceya fîzîkî û paşguhkirina tenduristiya giran hatine, berî ku cenazeyên wan radestî malbatên wan werin kirin an jî mirina wan di zindanan de were ragihandin.

Hûrguliyên bûyerên mirina ji ber işkenceyê di zindanê hikumeta demkî de:

Di 8’ê Çileyê de, piştî nêzîkî du hefteyan ji girtina wî ya keyfî, ciwanekî ji gundewarê rojavayê Humisê ku Elewî bû, di yek ji navendên ragirtinê yên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de ji ber îşkenceya laşî û paşguhkirina tenduristiyê mir.

Di 30’ê Çileyê de, çar niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di bin îşkenceyê de di navendên ragirtinê yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatin kuştin. Ew di bûyerên ku di 26’ê Çile de li her du taxan qewimîn de hatinbûn girtin.

Di 3’ê Nîsanê de, mirina ciwanekî ji bajarokê Hatla li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê, ku ji “mezheba Şîe” bû, bû sedema nîqaşeke berfireh, piştî ku rayedarên girêdayî hikûmeta demikî, yên ku berê ew girtibûn, mirina wî di nav yek ji navendên girtinê de ragihandin.

Di 7’ê Nîsanê de, ciwanekî ji “mezheba Elewî” piştî salekê ji girtina wî li zindana “El-Belûna” li Humsê, piştî serdegirtinekê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ku komek malbatên ji heman mezhebê li herêma “Hoş El-Esas” li başûrê El-Sa’an El-Eswed li gundewarê Humsê hedef girt, hat kuştin.

Di 21’ê Nîsanê de, xortekî ji bajarokê Hermûşiyê li gundewarê rojavayê Dêra Zorê, çend roj piştî girtina xwe, di yek ji zindanên Ewlekariya Giştî de li bajarê Dêra Zorê mir.

Di 1’ê Gulanê de, welatiyekî Kurd ê çil salî, kêmtir ji 48 demjimêran piştî girtina wî ji aliyê dewriyeke hêzên ewlekariya giştî ve li bajarê Reqayê, di bin îşkenceyê de hat kuştin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.