Esma Mistefa
Meha Gulanê di dîroka têkoşeran de ji Denîz Gezmiş, Hakî Karer û çalakiya fedayî ya zîndana Amedê, bû meha şehîdên şoreşger û têkoşer. Di Tevgera Azadiya Kurdistanê de, ji bo xwedîderketina li van mîrasan, 18’ê Gulana sala 1981’an weke meha Şehîdan hat îlankirin.
Tevegera Azadiya Kurdistan a ku doza rizgariya gelê Kurd û mirovahiyê esas girt, di vê oxirê de bi xwîna şehîdên qehreman her mezin bû û çax veda. Mîrasa têkoşîna wan Şehîdan îro zêdetirî 50’î sal ji têkoşîneke hemdem a bê rawestandin ji bo azadiya mirovahiyê û Kurdistanê, dom kir û xwe parast. Mîmarê vê tevgerê jî rêber Abdullah Ocalan e, ku PKK’ê bi komek hevalên xwe yên destpêkê re ava kir, îro navê vê Tevgera li çaraliyên cîhanê bi serkêşiya Rêbertiyê, deng vedide. Helbet ev têkoşîn bi hêsanî û ji xwe ber negihîşt vê rojê. Îroj nav û doza Kurdistan di nava dewlet û hêzên ku ew mêtînger kirine de, tê behskirin. Ger îro destkeftiyên vî gelî hene û doza gelê Kurdistanê li sehneyên navneteweyî têne nîqaşkirin, ew bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê û Şehîdên ku navê xwe li rûpelên dîrok xistiye ye.
Ji bo bîranîna fedekartî, lehengî û sekna bi rumet a wan Şehîdan, divê her tim di bîrwariya dîroka Kurdsitanê de zindî bimînin û neyên windakirin, ji ber wê jî em dibêjin ‘Jibîrkirin Îxanet e’ jibîrkirina van heqîqet û rastiyan jibîrkirina mîras û rastiya roja me ya îro ye.
Ji ber ku Tevgera Apoyî bi tevgera şehîdan tê naskirin di yekemîn Konferansa xwe ya PKK’ê di sala 1981’an de, meha Gulanê bi taybet 18’ê meha Gulanê weke meha Şehîdan ragihand. Sedema îlankirina vê dîrokê jî ji ber ku kadroyên pêşeng yên Tevgera Azadiya Kurd Şehîd Hakî Karer û Halîl Çavgûn di vê rojê de Şehîd ketin. Şehîd Hakî Kerar di dîroka PKK’ê de yekemîn Şehîdê ku bi guleya dijmin Şehîd ketiye ye. ji ber wê jî ev roj ji bo bîranîna van mîrasan hate veqetandin.
Di heman demê de ji ber ku rêber û pêşengên Şoreşa Ciwanên Tirkiyê Deniz Gezmiş, Huseyin Inan, Yusuf Aslan û Ibrahim Kaypakkaya di meha Gulanê de Şehîd ketin, ev meh meha Şehîdan hate ragihandin. Ev ciwan weke ciwanên şoreşger li hember desthilata Tirkiyê di salên 1960’yan de derketin û di 6’ê Gulana 1972’an de ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve hatin darvekirin.
Hakî Karer Yekemîm Şehîdê Tevgera Azadiyê ye ku bi aslê xwe Tirk e, lê ji hevalên destpêkê û yên herî nêz ên Rêber Apo bû. Haqî Karer di sala 1950’î de li Ulubey a Ordu yê hate dinê. Dibistana Seretayî, Navîn û Lîseyê li Orduyê xwend. Di Fakûlteya Enqerê ya Fen ê de dest bi Zanîngehê kir. Haqî Karer ji Tevgera Şoreşger a Ciwanan ku pişti sala 1970’î pêş ket bi bandor bû û di demeke kin de fikre Şoreşgerî pejirand. Di heman pêvajoyê de Kemal Pîr û Serok Apo nas kir. Di sala 1973’an de li ADYOD’ê di asta organîzekirinê de bû berpirsyar. Di civîna Dikmen a sala 1976’an de bi qebûlkirina biryara vegerê ya welat pêşî çû Batman û ji wir jî derbasî Dîlokê bû. Li Dîlokê pratîkek serkeftî meşand. Bi xistina dewrê ya rêxistina Kontra “Sterka Sor” ku di bin kontrola MİT ê de hatibû avakirin Hakî Karer li Dîlokê ji bo ku bi Kontra Alaattin Kapan re nîqaş bike hate dawet kirin. Hevdîtin di 18’ê Gulanê li Dîlokê di qehwexaneyekê de pêk hat. Di encama amadekariyên kemîneke qirêj di 18’ê Gulanê sala 1977’an de Hakî Karer Şehit Ket. Ev bûyer wekî xaleke zivirînê di dîroka PKK’ê de tê dîtin û rê li ber partîbûnê vekiriye.
Rêber Abdullah Ocalan derbarê Şehîd Hakî Karer de dibêje: “Ji dema ku şoreşa Kurdistanê fêm kir, bêyî dudilî dest ji xwendina zanîngehê berda, ji derdora xwe re bû îlham, hemû zehmetiyan derbas dikir.”
Çalakiya fedaî ya 4 şoreşger û pêşengan
Piştî îlankirina PKK’ê, 12 Îlona 1980`yî artêşa Tirk derbeyek pêk anî, gelek komkujî kirin, îşkence kirin û bi sed hezaran kes girtin.
Di nava kesên hatine girtin de, gelek pêşengên PKK’ê yên wekî Mehmet Hayrî Durmuş, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik jî hebûn.
Roja 18`ê Gulana 1982`yan Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik li Zîndana Amedê li hemberî zilm û polîtîkayên xiyanetê ferz dikin, bedena xwe da ber agir û şehîd bûn. Ji ber wê yekê jî meha Gulanê meha Şehîdan e.
Fermandarê Biryargeha Giştî ya HPG’ê Mûrad Karayilan di axaftineke xwe li ser bîranîna 18’ê Gulanê de wiha dibêje: “Seranserî meha Gulanê de hema her rojê wê de şehîdên me hene. Bi esasî tevahî mehan de şehîdên me hene. Gelek mehan de şehîdên wisa pir girîng hene. Meha Gulanê di Kurdistanê de wekî destpêka sezona salayê; erê, ne destpêka biharê ye lê ji ber ku di Gulanê de berf dihêle û tevger çêdibe lewma jî di meha Gulanê de şerên pir mezin çêbûne, berxwedanê pir mezin çêbûne. Ji bo wî jî bi rastî meheke pir bi wate ye, tê de berxwedaniyên pir girîng çêbûne. Gulan meheke wisa ye.
Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo bîranîna şehîdan bê jiyan kirin, tola wan li erdê nemîne bi hêrsek mezin di pêşengiya rêheval Mahsum Korkmaz (Egîd) de hat tevger kirin û wisa hate rêxistinkirin. Di tevahî dîroka me de şehîdan roleke hêzbûnê, xurtbûnê lîstine. Şehîd bûne bingehî xurtbûnê, hêrsbûnê û hîn zêde tevlîbûnê.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya taybet a li Medya Haber TV di 12’ê Gulanê de bûbû di destpêka axaftina xwe de derbarê Şehîdên pêşeng yên heyva Gulanê de wiha dibêje: “Meha Gulanê ji bo me gelekî girîng e. Pêşengên me yên gelekî hêja di nava vê mehê de şehîd bûn. Ji xwe şehîdê me yê destpêkê yê mezin hevrê Hakî Karer e. Bêguman Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya jî di nava meha Gulanê de şehîd bûn. Ji pêşengên tevgera me Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn jî şehîd bûn. Di vê mehê de li zindana Evîn a Îranê Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderyan hatin darvekirin. Her wiha di vê mehê de Celal Başlangiç, Sirri Sureyya Onder, Kasim Engîn, di dema nêz de li Elmanyayê Bernd Ruprecht, her wiha Şukru Çatalbaş şehîd bûn. Leyla Qasim û çar hevalên wê jî di vê mehê de şehîd bûn. Çaran, wan hevalên me xwe şewitandin. Di meha Gualnê de gelek şehîdên me hene. Azad Sîser di vê mehê de şehîd bû.”






