Hêvî Keleş/ Qamişlo
Tê payîn ku çalakiyên Şeşemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di meha Mijdarê de bên lidarxistin. Komîteya Aamdakar ji bo lidarxistina festîvalê û vekirina deriyê beşdarbûnê ji bo derhênerên ji welatên cûda yên cîhanê, amadekariyan dike.
Komîteya amadekar a Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava amadekariyên xwe yên dijwar ji bo destpêkirina şeşemîn roja festîvalê ragihand, gavek ku girîngiya berdewam a vê çalakiya çandî û hunerî wekî yek ji platformên sînemayî yên herî berbiçav ên herêmê tekez dike. Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar, komîteya amadekar berê hatiye damezrandin û daxuyaniya fermî ya derbarê vekirina serlêdanên fîlm û berhemên sînemayî yên ji çar aliyên cîhanê de tê payîn ku di rojên pêş de were dayîn.
Pêşbînî tê kirin ku şeşemîn çapa festîvalê di Mijdara 2026”an de pêk were, bi bendewariya beşdariyeke berfireh ji derhêner, hilberîner, çêkerên fîlman ên serbixwe û kesên ku bi karûbarên çandî û sînemayê re eleqedar dibin. Îsal, rêveberiya festîvalê armanc dike ku beşdariya navneteweyî berfireh bike, bi vî awayî hebûna sînemaya Kurdî û Sûrî li kêleka fîlmên navneteweyî, belgefîlm û kurt xurt bike.
Her çend amadekarî bi fermî dest pê kiribin jî, komîteya amadekar hîn li ser bajarê ku Festîvalê lê li dar bixin ji bo çapa bê biryar nedaye. Şêwirmendî hîn jî berdewam dikin da ku cihê herî guncaw ji bo pêşwaziya mêvanan, nîşandana fîlman û çalakiyên çandî yên pê re were hilbijartin. Hejmara fîlm an berhemên hunerî yên ku tê payîn beşdarî çapa bê bibin jî hîn nehatiye ragihandin.
Pêncemîn festîval di navbera 13 û 20’ê Mijdara 2025”an de li bajarê Qamişlo hate lidarxistin û beşdariyeke berfireh bi 81 fîlm û 22 senaryoyên fîlman nîşan da, ku ev yek nîşaneya hebûna zêde ya festîvalê û eleqeya zêde ya çêkerên fîlman li ser asta herêmî û navneteweyî ye.
Berhemên ku beşdarî Festîvalên berê bûn, li ser çend beş hatin belavkirin, di nav wan de 8 fîlmên navneteweyî, 21 belgefîlm, heşt fîlmên Kurdî, 37 kurtefîlm û heft fîlmên Sûrîyeyî hebûn, ku ev yek cûrbecûriyeke hunerî û çandî ya berbiçav da festîvalê û beşdarî afirandina qadeke ji bo diyalog û danûstandina ezmûnan di navbera beşdaran de bû.
Festîvala Fîlman a Rojava yek ji çalakiyên çandî yên herî girîng ên herêmê ye. Çapa wê ya yekem di sala 2016”an de dest pê kir, çapa duyem di sala 2017”an de li bajarê Qamişlo û çapa sêyem jî di sala 2018”an de li bajarê Kobanê hatin lidarxistin. Qamişlo di sala 2019”an de çapa çaremîn pêşwazî kir û festîval wekî platformek hunerî hebûna xwe didomîne ku pirsgirêkên civak, çand û nasnameyê bi zimanê sînemayê nîşan dide.






