Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em bi zimanê xwe serbilind in

14/05/2026
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo; Meşek ji bo Roja Zimanê Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Gaziyê şer û yek ji rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, “Em bi zimanê xwe serbilind in. Ji bo zimanê me hê zêdetir pêş bikeve divê em hewldan û xebatên xwe zêdetir bikin.

Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan û gaziyê şer Egîd Efrin têkildarî Cejna Zimanê Kurdî nirxandin kirin.

Egîd diyar kir ku ew beriya her tiştî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gel, dayik, mamoste, xwendekar, rewşenbîr û zarokên Kurd pîroz dikin û ev anî ziman, “Ziman ji bo me xisûseke herî sereke ye. Ziman dayik, xwebûn û azadî ye. Ji ber vê gelê Kurd ewqasî xwedî li zimanê xwe derdikeve û gelek berdêl da. Dagirkerên xwedî hişmendiya qirker  dixwestin bi taybetî zimanê Kurdî ji holê rakin. Lewma bi her cure rêbazên şer û polîtîk êrîş kirin. Lê di encama Têkoşîna Azadiye ya di pêşengiya Rêber Apo dagirker neçar man, realîte û rastiya Kurd nas bikin.”

Gaziyê şer Egîd Efrîn bal kişand ser pêşketina zimanê Kurdî yê bi Şoreşa 12’ê Tîrmehê re û got,  “Gelê Kurd di encama Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi salan e bi zimanê xwe perwerde dibîne, dixwîne, dinivîse. Ev ji bo me serketineke dîrokî ye. Nifşê nû yê li ser vî esasî pêş ket, di aliyê fikir û hişmendiyê de jî bû xwedî nêrîneke cîhanî ya nû.”

Li ser dewlemendî û kûrbûna zimanê Kurdî jî Egîd ev xisûs anî ziman, “Zimanê Kurdî yek ji zimanê herî dewlemend û xwezayî yê cîhanê ye. Zarava û devokên wê jî vê dewlemendî û berfirehbûna Kurdî piştrast dikin. Kurdî weke zimanekî dayikê xwedî rabirdûyeke bingehîn e. Tevî ewqas êrîş, komkujî, sirgûn û zextan jî bi saya dayikên me yên giranbiha û xwedî nirx Kurdî îro bûye yek ji zimanê ku zêdetirî 60 milyon mirov pê diaxivin.”

Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn di dawiyê de jî got, “Îro bi zimanê Kurdî felsefe tê kirin. Li dibistanan di hemû beşan de bi Kurdî perwerde tê dayîn.  Ji lewra xwedîderketina li zimanê xwe tê wateya xwedîderketina li rûmet û kerameta xwe. Em bi zimanê xwe serbilind in. Ji bo zimanê me hê zêdetir pêş bikeve divê em hewldan û xebatên xwe zêdetir bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.