Hemza Sêvo/ Qamişlo
Şîneyên Bajarê Qamişlo bi piştgiriya Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo Roja Zimanê Kurdî meşek li dar xistin, di meşê de doza bicihkirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de wekî zimanekî sereke hate kirin.
Îro şîneyên Kurd ên bajarê Qamiş bi pêşengtiya Meclisa Malbatên Şehîdan têkildarî Roja Zimanê Kurdî Di bin durşmeya “Heta Kur Kurd bi zimanê xwe neaxivin û nenivîsin, azadiya wan nabe mayînde” meşek li bajarê Qamişlo li dar xistin.
Meş bi beşdarbûna şagirt, mamoste, rewşenbîr, jin û kalemêrên Kurd, herwiha malbatên şehîdan hat lidarxistin.
Meş ji Çerxerêya Apê Osman Sebrî bi pêşengtiya şagirtan dest pê bû, heya Stada 12’ê Adarê hat domandin, bi dirêjahiya meşê, şîneyan li gel stranên neteweyî yên zimanê Kurdî siloganên weke ‘Ziman hebûna me ye, Bê ziman jiyan nabe û em Kurd in’ digotin.

Piştî ku meş li Stada 12’ê Adarê veguherî mîtîng, her kes tevlî xuleka rêzgirtinê bû.
Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Sûad Mistefa wiha got: “Roja zimanê dayîkê li dayîka Kurd hemû Kurdan, Bedirxaniyan, li Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û heya Seydayê Cegerxwîn pîroz dikin, wan hişt ku çand û zimanê Kurdî neyên windakirin. Em ê li peyî şopa wan bin, heya ku zimanê Kurdî li Rojava û tevahiya Sûriyê bibe zimanekî fermî, heya ku zimanê Kurdî nebe zimanekî fermî ew ê tu pêşketin li Sûriyê çênebe.”
Piştre li ser navê Zanîngeha Rojava, mamoste Mele Beşîr helbesteke neteweyî got û wiha anî ziman: “Keda zimanê
Kurdî ji cem Celadet Bedirxan dest pê kir, dema ku hawar kir û Kovara Hawar derxist, niha jî divê em rabin Hawar bikin û doza fermiyeta zimanê xwe bikin. Pirzimanîbûn, dewlemendiyeke niştîmanperwerî ye, banga me ji hikumeta demkî re ew e ku yan divê bibêjin em bi destûra Qurana pîroz nakin, ji bo mijar eşkere bibe, Qurana Pîroz li ser pirrengiya zimanan ayetan dibêje, lê zihniyeta çewt a ku gelên cuda paşguh dike, em gihandine van kirîzên kûr.”
Şêx Murşid diviyabû ku bi awayê fîzîkî tevlî çalakiyê bibe, lê ji ber pirsgirêk li Urdinê jê re hatin derxistin, nikarî tevlî bibe, lê di dawiyê de dengê Şêx Murşidê Xeznewî yê qeydkirî hat vêxistin û nameya xwe ji bo şêneyên Qamişlo ji bo Roja Zimanê Kurdî wiha da: “Bi dil û can nêzî we me û dûr im bi laşê xwe, ji ber şert û mercên zehmet min nikarîbû ez werim welatê xwe. Kurdî zimanê me ye, ev der welatê me ye, vîna ku nayê şikestin, dijimanan xwest ku ziman bimirînin, lê ew bû jiyan. Zimanê me bi xwîna şehîdan hatiye nivîsîn, zimanê Kurdî nasnameya me ye, hêsrên dayîkên şehîdan e, stranên Pêşmerga ye, sebra Gêrîla li ser çiyayên rûmetê ye. Destûra ku bi zimanê me nehatibe nivîsandin, ew destûr nûnertiya me nake.”







