Solîn Mihemed/ Qamişlo
Orkestra Zarokên Rojava bi boneya roja zimanê Kurdî çalakiyeke hunerî li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo lidar xist.
Bi boneya roja zimanê Kurdî Orkestra Zarokên Rojava li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna zarokên Orkestra û malbatên wan çalakiyeke hunerî lidar xist.
Di destpêka çalakiyê de daxuyaniyek bi zimanê Kurdî ji aliyê xwendekara bi navê Cûrî Îsa ve hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê hate tekezkirin ku zimanê Kurdî bingehên sereke yên hebûna gelê Kurd e û wiha hat gotin:”Em roja Zimanê Kurdî bi rêzdarî, hêrs û azadiyê pîroz dikin. Ziman ne tenê serişteya axaftinê ye, lê nasnameya gelan e, herwiha dîrok, çand û mirina wan e. Zimanê Kurdî bi dîrokeke kevnar û dewlemend, bi wêjeyeke berfireh, bi stran û çîrokên xwe yên bi hest û raman tijî ye û yek ji bingehên sereke yên hebûna gelê Kurd e.
Zimanê Kurdî bi salan e di nava gelek şert û mercên dijwar derbas bûye. Gelê Kurd di gelek welatan de bi qirkirin, qedexekirin, koçberî û siyaseta tunekirinê re rû bi rû maye. Hêzên dagirker hewl dan ku zimanê Kurdî ji holê rakin di nava civakê de û li dibistanan qedexe bikin. Lê belê, tevî hemû zordariyan, zimanê Kurdî wek çiyayên Kurdistanê hebûna xwe parastiye. Dayikên Kurd bi lorî û kilamên xwe ziman parastin, nivîskar û hunermend bi qelem û stranên xwe wê zindî hiştin û gelê Kurd bi hêza baweriya zimanê xwe ji nifşekê ber bi nifşekî din ve gihand.”
‘Zimanê Kurdî zimanekî rûmetdar û dewlemend e’
Di domandina daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Girîngiya zimanê Kurdî ji bo civakê pir mezin e. Civakek bê ziman wek dara bê giyan e. Ziman, hêza yekîtî û ragihandina ramana civakê ye. Bi zimanê xwe em ê çanda xwe diparêzin, dîroka xwe binivîsin û hebûna xwe li hember cîhanê nîşan bidin. Her netew dema ku zimanê xwe biparêze, dikare rûmeta xwe jî biparêze. Zimanê Kurdî zimanekî rûmetdar û dewlemend e. Ew bi gelek devok, gotinên xweşik, helbest, stran û wêjeyeke giranbuha hatiye xemilandin. Ew zimanê berxwedanê û azadiyê ye. Her peyvek ji wê, dengê dîrok û xebata gelê Kurd di xwe de dihêle û di rê, kolan, newal, deşt û çiyayan de bi awazan belav bûye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin li ser pêwistiya parastina zimanê Kurdî û wiha hat gotin: “Erkê me ye ku zimanê xwe biparêzin, pê biaxivin û pê binivîsin, ji bok u em nifşên nû fêr bikin. Pêşketina civakekê bi pêşketina zimanê wê girêdayî ye.
Bila zimanê Kurdî her dem zindî bimîne, dengê azadiyê û yekîtîyê be û ji nifşan re wek miratekî pîroz were parastin.”
Piştî daxuyaniyê Orkestra zarokên Rojava bi amûr û stranên xwe yên xweş pêşkêş kirin.







