Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî Zanîngeha Rojava komxebatek li dar xist

13/05/2026
in NÛÇE
A A
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî Zanîngeha Rojava komxebatek li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Zanîngeha Rojava bi boneya Roja Zimanê Kurdî bi Serenavê “Vejîna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdisatnê” li bajarê Qamişlo komxebatek lidar xist. Di komxebatê de mamoste, xwendekar, rewşenbîr û endamên saziyan beşdar bûn

Îro, li bajarê Qamişlo Zanîngeha Rojava ji bo Roja Zimanê Kurdî bi serenavê “Vejîna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdisatnê” komxebatek lidar xist. Di komxebatê de xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava, endamên saziyan û rewşenbîr hazir bûn.

Di destpêka komxebatê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin. Piştire ji aliyê Zanîngeha Rojava ve bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyanîk hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro em 94’emîn salvegera derketina hejmara yekemîn a Kovara Hawarê (15’e Gulana 1932’an) piroz dikin, ku mîratê mîrê zimanê Kurdî Celadet Alî Bedirxan e. Ev roj ji bo gelê Kurd ne tenê bîranînek e, di heman demê de roja berxwedana çandî û vîna hebûnê ye. Zimanê Kurdî stûna sereke ya nasnameya me ye. Wekî Zanîngeha Rojava, em di wê baweriyê de ne ku parastin û pêşxistina zimanê Kurdi erkekî neteweyî, mirovî û akademîk e. Di vê çarçoveyê de, em girîngiya van xalan ji raya giştî re radigihînin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye. Ji bo ku civakek bikaribe di warê zanistî, felsefî û çandî de pêş bikeve, divê zanistê bi zimanê xwe yê resen hîn bibe. Perwerdeya bi Kurdî bingeha afirandina hişmendiyeke azad e û rê li ber asîmîlasyonê digire. Zanîngeha Rojava îro mînaka herî berçav a vê perwerdeyê ye ku zanist û zimanê Kurdî gihandiye asteke akademîk. Ji bo ku li Sûriyeyeke demokratîk jiyaneke wekhev û hevpar pêkan be, divê mafên hemû pêkhateyan di bin sîwana qanûnî de werin parastin. Lewma em bang dikin ku Zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de wekî zimanekî fermî niştîmanî were qebûlkirin. Perwerdeya bi Kurdî di her astê de bibe mafekî destûrî û ji aliyê dewletê ve were misogerkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang li hemû xwendekar, mamoste û rewşenbîran dikin ku zimanê Kurdî di her qada jiyanê de bi kar bînin. Divê em zimanê xwe tenê wekî amûreke axaftinê nebînin, lê belê wekî zimanê zanist, huner û diplomasiyê bi pêş bixin. Em her tipa kovara Hawarê wekî ronahiyekê dibînin û di vê rêyê de soza xwe ya ji bo bilindkirina asta zimanê Kurdi nû dikin.”

Piştî daxuyaniyê komxebat li ser sê beşan hat dabeşkirin.

Di beşa yekem de li ser navê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen axivî û wiha got: “Ji xwe yek jê rêzeçalakiyên me yên 15’ê Gulanê ew e ku em îro di 13’ de yê Gulanê de panelekê bi serenavê Vejîna Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdisatnê” lidar dixin. Ev panêla me bi tayîbet li ser zimanê Kurdî ye ku heya weke roja îro zimanê me hebûn û rûmeta me ye. Piştî ku ziman di erdinîgariyeke berfireh de bû zimanekî fermî û li ser erdê pêk hat, lê piştî rêkeftina 29’ê çileyê em dibînin ku niha zimanê Kurdî ketiye çi rewşê. Ji bo vê jî em ê çalakiyên xwe li dar bixin heya ku zimanê Kurdî jî fermî were qebûlkirin, ji ber ku em tucarî tiştekî li ser zimanê xwe qebûl nakin.

Di beşa duyem de li ser vegerandin qedir û rûmeta wêjeya devkî ya Kurdan, ji aliyê lêkolînerên bi navê Dr. Argum Çakir û Zeyîneb Yaş ku bi riya zomê ji Ewropayê beşdar bûn, hat nirxandin.

Di beşa sêyem de li ser navê rêveberiya Weşanxaneya Şilêr Selahedîn Yûsif axivî û wiha got: “Em 15’ê Gulanê roja zimanê Kurdî li tevahî cîhanê pîroz dikin. Ji xwe ger îro perwerdeya bi zimanê Kurdî tune be wê bandorê li ser xwendina pirtûkên Kurdî bike. Êdî wê mijara çapkirinê bandor bibe. Divabê weşanxaneya çilêrê di demên me yên pêşî de em giraniyê bidin weşanan bi zimanê Kurdî. Tişta em hêvî dikin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî di destûra Sûriyê de û her wiha perwerdeya bi zimanê Kurdî berdewam bike. Hedef jê jî ew e ku civaka me ya Kurdî nasnameya xwe biparêze.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.