Ayşa Silêman/ Dêrik
Di bin dirûşmeya ‘Zimanê Me Mafê Me Yê Rewa Ye, Zimanê Me Nasnameya Me Ye’ bi hatina Roja Zimanê Kurdî li bajarê Dêrikê çalakiyeke hunerî û wêjeyî li darket.
Di bin dirûşmeya ‘Zimanê Me Mafê Me Yê Rewa Ye, Zimanê Me Nasnameya Me Ye’ bi hatina Roja Zimanê Kurdî li bajarê Dêrikê çalakiyeke hunerî û wêjeyî li navenda çand û hunera Dicle li darket. Di çalakiyê de hemû rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, mamoste û endamên saziyan hazir bûn.

Çalakî bi xuleyek bêdengî li ser giyanê şehîdan dest pê kir, paşê di derbarî girîngî û wateya Roja Zimanê Kurdî Mihemed Emîn Seidûn axivî û wiha got: “Ev nêzî 15 rojaye ku çalakiyên cûr bi cûr ji bo zimanê kurdî tên li dar xistin li seranserî Rojavayê Kurdistanê. Roja 15’ê Gulanê sala 1932’an jimara yekem ji kovara Hewarê derket ji hêla Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî ve. Di vê kovarê de Celadet girîngiya Zimanê Kurdî dide xuyanî kirin û dibêje xwedî li zimanê xwe derkevin û bidin xwendin, heger hûn li zimanê xwe xwedî nederkevin nebêjin em kurdin. Ev kovar bû bingehê sereke ji pêşxistin û cîbicî kirina elfebeya latînî re, 11 salan ev kar berdewam kir û 57 hijmar ji kovara Hewar derketin. Mîr Celadet dizanî girîngiya zimanê kurdî lewma gelekî giranî dida xebata zimanê kurdî. Sala 2006’an kongira Netewî Ya Kurdistanî KNLK’ê ev roj ragihand ku ev roj bibe roja zimanê kurdî. Şoreşa Bedirxan bi rengek din hat nû kirin dema ku Şoreşa Rojava dest pê kir giraniyeke mezin da zimanê kurdî ku bi saya wê şoreşê zanîngeh, peymangeh û dibistanên bi zimanê kurdî vebûn.”
Her wiha helbestvanê ku temenê xwe di nav pirtûk û nivîsê de derbas kirî Mihemed Ebdul Ezîz anî ziman ku mirovê li xwedî zimanê xwe derkeve wê hertim li pêş be, ji berk u xwedî derketina li ziman xwedî derketina li çand, huner, nasname û hebûnê ye. Di heman demê de li ser lehengî û qehremaniya Hevrîn Xelef hebestek pêşkêş kir.

Di berdewamiya çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Nivîskarên kurd li Sûriyê Melevan Resûl roja Zimanê Kurdî li hemû haziran pîroz kir û wiha got: “Berî çendê salan tê bîra min kesên ku bi ziman û wêjeya kurdî mijûl dibûn li ser dest dihatin hijmartin, di wan qonaxên hesas de şoreşa ziman dest pê kir. Di wê demê de girûpên rewşenbîrî û yên ku ji bo zimanê kurdî hatîn çêkirin bûn bingeha avakirina çandekî di vî welatî de. Biryara siyasî derket li ser ne rewakirina zimanê kurdî di wê qonaxê de û heya niha dewam jî dike. Heger em xwe îfade dikin wek netew pêwîste şoreşa mazin a ziman bê. Şerê ku niha tê kirin jî ne li hember leşkerî û siyasî ye, li hember çand, hebûn, zimanê me ye.”
Mamoste Kemal Mihemed ku hertim cihê xwe di nav wêje û helbesta kurdî de digirt û tucarî gel ji hestên xwe bêpar nehiştiye bi peyvên xwe yên hunerî û helbesteke xweş roja zimanê kurdî pîroz kir.
Di heman demê de helbestvanê qedir buha Ebdulrehman Silo ku her tim di nav hevok û peyvên kurdî de lêgerîn kiriye û xwedî dîrokeke hunerî ye bi hestekî coş ji haziran re helbestek pêşkêş kir û roja zimanê dayîkê li wan pîroz kir.
Jina kurd hertim bi hestên xwe tê nas kirin ku berê xwe bide çi qadê wê bi xweştirîn peyv û hevokan helbestan bi hûnînin helbestvana jina Aycan Kûrî bi peyvên li hevhatî helbestek pêşkêşî haziran kir û di heman demê de keçek temen piçûk xwe bi hestên xwe yên sade roja ziman bi helbestekî pîroz kir.
Paşê ji hêla çand û hunerê ve skêçek li ser roja zimanê kurdî hat pêş kêş kirin û di berdewamiya şahiyê de koma Cûdî ev roj bi deng û awazên xwe pîroz kirin.







