Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî Kongereya Îslama Demokratîk daxuyaniyek dan

13/05/2026
in NÛÇE
A A
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî Kongereya Îslama Demokratîk daxuyaniyek dan
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Kongereya Îslama Demokratîk bi boneya Roja Zimanê Kurdî li ber Mizgefta Zeyn El-Abidîn daxuyaniyek da û tekez kir ku zimanê Kurdî nasname û çanda gelê Kurd temsîl dike û daxwaza parastina wê û xurtkirina hebûna wê di saziyên perwerdehî, çandî û civakî li Sûriyeyê kir.

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Kongreya  Îslama Demokratîk îro li ber Mizgefta Zeyn el-Abidîn a bajarê Qamişlo bi beşdariya endamên Kongereya Îsalama Demokratîk û Meclisa Jin ve daxuyaniyek hat dayîn ku girîngiya zimanê Kurdî wekî beşek girîng a nasnameya çandî ya gelê Kurd destnîşan kir, di heman demê de banga parastin, pêşxistina wî û misogerkirina mafên karanîna wî di warên cûrbecûr de li Sûriyeyê kir.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Kongereya Îslama Demokratîk Mihemed xerzanî bi zimanê Kurdî hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye: “Bi baweriyeke kûr a bi pîroziya cihêrengiya ku Xaliqê mezin xwestiye û bi berpirsyariyeke dîrokî li hember xwîna şehîdan û fedakariya gelên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em wek Kongreya Îslama Demokratîk bi fikarên mezin geşedanên dawî yên piştî peymana 29’ê Rêbendana 2026’an dişopînin. Ev peymana ku li ser bingeha têkelbûnê ne helandinê hatibû avakirin, îro ji ber mejiyên ku hîn dîlên fikrê înkar û dûrxistinê ne, rûbirûyî paşveçûneke xeternak dibe.

Em teqez dikin ku cihêrengî ayeteke îlahî ye, ne bijarteyeke siyasî ye. Tiştê ku em îro dibînin ji hewldanên ferzkirina zimanekî bi tenê û fikreke yekalî, û rakirina navên saziyan ên bi zimanên pêkhateyên resen ên Sûriyeyê li Hesekê û Qamişlo û danîna îfadeyên înkarê di şûna wan de, ne tenê rûtineke îdarî ye, lê belê êrîşeke eşkere ye li ser ayetên Xwedê di afirandina Wî de. Cudahiya zimanan, rengan û neteweyan ji hikmeta Xwedê ye.

Gelê Kurd neteweyekî bi sebir e û dîrokê wî tije fedaşî û qehremanî ye; em nikarin îro ava bikin bi înkarkirina rabirdûyê. Gelê Kurd bi sedsalan rastî polîtîkayên qirkirin, biçûkxistin û hewldanên tunekirina çandî hat, tevî ku her dem di rêza pêşîn de bûn ji bo parastina vî dînî û nirxên heqîqet û edaletê. Wekî encama bi dehan salên vê înkarê, gelê Kurd rojeke salê wekî ‘Roja Zimanê Kurdî’pîroz dike, pîrozbahiyeke ku asta girêdana vî gelî bi reseniya zimanê wî û berxwedana nasnameya wî ya li hember hemû hewldanên tunekirinê kurtebir dike.

Ruh û cewherê Îslamê baweriyê bi piralîbûn, cihêrengî û parastina taybetmendiyên gelan tîne. Divê em balê bikişînin ser xetereya înkarkirina yê din û hewldana ferzkirina nasnameyeke yekalî, dîn ji bo azadkirina mirovan hatiye ne ji bo kolekirina wan, ji bo komkirina wan hatiye ne ji bo perçekirina wan.

Daxuyanî wiha hate bi dawî kirin: “Li ser vê bingehê, em wek Kongreya Îslama Demokratîk van xalan teqez dikin: Redkirina me ya qetî ji bo hemû kiryarên helandina çandî û rakirina zimanên neteweyî (Kurdî) ji saziyên fermî. Em daxwaza pêwîstiya cihgirtina zimanê Kurdî di her destûreke Sûriyeyê ya bê de wekî zimanekî fermî dikin.

-Bangawaziya me ji bo hemû hêzên siyasî, bi taybetî li paytext Şamê, ku mejiyê qebûlkirina yê din û naskirina destûrî ya cihêrengiya etnîkî û zimanî bipejirînin.

-Teqezkirina me ku Sûriyeya Pêşerojê divê bibe ya hemû sûriyan û cih bide her kesî di bin sîwana “Hevwelatiya Demokratîk” de .”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.