Solîn Mihemed/ Qamişlo
Jinên Kurd di nava sazî û rêxistinan de bûne xwedî roleke pir girîng ku civakê didin meşandin û destkeftiyên tevahî jinan diparêzin. Her wiha tevahî jinên Kurd di kar û xebatên xwe yên ku didin meşandin de di nava civakê de deng vedan e. Jinên Kurd di nava sazî û rêxistinan de roleke çalak û stratejîk dilîzin, ku ev rol di van salên dawî de bêtir ber bi pêş ve çûye. Beşdariya wan ne tenê di warê civakî de, lê di warên siyasî, biryargirtin û parastinê de jî girîngiyeke mezin dide xebatên neteweyî û demokratîk. Herwiha jinên Kurd di nava sazî û rêxistinan de bûne cihekî xwe yê pir Kûr.
Rola jinên Kurd
Bi deh salan e, jinên Kurd di qadên curbicur ên siyasî û civakî de rola xwe ya girîng îspat kirine û berxwedana wan a berdewam a li hember dijwarîyên çandî û siyasî wan dike stûnek bingehîn di têkoşîna rizgarî û wekhevîyê de, ne tenê ji bo gelê xwe, lê ji bo hemû jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşin.
Jinên Kurd, ji bilî rola xwe di parastina nasname û mîratê de, bi bandor beşdarî piştgiriya ragihandina saziyan, birêvebirina karên xêrxwazî û pêkanîna projeyên pêşketinê dibin. Îro jinên Kurd di nava sazî û rêxistinan de bûne xwedî cihekî xwe yê girîng ku xebat didin meşandin. Û bi meşandina xebat re ji bo destkeftiyên jinan têdikoşin û diparêzin.
Rola jinên Kurd di nava sazî û rêxistinan de di salên dawî de gelek mezin bûye. Jin ne tenê wek endam têne dîtin, lê di gelek cihan de wek rêveber têne dîtin. Di rêveberiya civakî, siyasî û çandî de jin berpirsiyartiyeke mezin digrin ser milê xwe. Di hin herêman de, bi taybetî di Rojava de, sistemên hevserokatiyê jin û mêr bi hev re hatine sepandin ku ev jî rolek bingehîn a jinan nîşan dide.
Jinên Kurd di nava saziyan de xwedî cihekî girîng in
Girîngiya jinên Kurd di nava civakê de gelekî girîng e ji ber ku jin nîvê civakê ne. Bêyî beşdariya jinan, tu civak nikare bi temamî pêş bikeve. Jin perspektîfek cuda tîne, ew zêdetir li ser adaletê civakî, perwerdehî, tenduristî û parastina malbatê dixebitin. Her weha hebûna jinan di saziyan de rê li ber demokratîk bûnê û wekheviyê vedike.
Jinên Kurd niha di astek bilind de kar û xebatan didin meşandin. Di gelek saziyan de ew wek rêveber, endamên komîteyan an jî aktîvîstên civakî dixebitin. Di Rojava de, jin ne tenê di warê siyasî de roleke xwe girtin e, lê belê di warê leşkerî de jî jinan rolek mezin girtin e. Ev hemû nîşan dide ku jin dikarin bi serkeftî civakê birêve bibin.
Jinên Kurd bi kar û xebatên xwe îsbat kirin e ku dikarin civakê bidin meşandin. Di şert û mercên pir dijwar de jî, jinên Kurd hatine pêş û civak birêxistin kirin e. Bi taybetî di demên şer û krîzê de, yên ku here zêde pêşengtî kir û rol leyist jin bû. Ew di qadên perwerdahî, alîkarîya civakî û rêveberiya herêmê de bi awayekî serkeftî xwe nîşan dan e.
Kar û xebatên jinan di salên dawî de
Jinên Kurd di serdema nû de 2024-2026 an de di gelek qadên cuda de bi awayekî çalak û pêşeng xebatên xwe didin meşandin. Ev xebat ne tenê di asta herêmî de, lê di asta navneteweyî de jî bandoreke mezin dikin. Herwiha di van salên dawî de, nêrîna civakê li ser jinên Kurd guhertineke radîkal û kûr derbas kiriye. Jin êdî ne tenê wekî stûna malê, lê wekî pêşengên guhertina civakî tên dîtin.
Jinên Kurd bi rêya saziyên xwe yên taybet û hebûna xwe ya di nava rêveberiyan de, karîne destkeftiyên dîrokî bixin bin parastina qanûnî û civakî de. Di salên dawî de, ev parastin ji daxwazên siyasî derbasî sazîbûneke mayînde bûye.






