Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em çi dizanin li ser Hantavîrûs

13/05/2026
in CîHAN
A A
Em çi dizanin li ser Hantavîrûs
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Cîhan bi derketina vîruseke nû û kujer a bi navê Hantavirus li ser keşteya geştyarî ya “Hondus MV” ku ala Hollandayê li Atlantîkê digere, mijûl e. Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, heta niha ji ber vîrusê sê kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li ser keşteyeke geştiyariyê ku Okyanûsa Atlantîkê derbas dikir, hin rêwî bi ta û westandineke nediyar ketin. Di nav çend rojan de, rêwîtiyeke aram veguherî rewşeke awarte ya tenduristiyê, ku mirov li çaraliyên cîhanê li benda nûçeyan bûn derbarê vê bûyerê, nemaze bi derketina vîrûseke bêhempa ya bi navê Hantavirus. Ev vîrus çi ye? Çawa tê veguhastin?  Çima di nav rayedarên tenduristiyê de dibe sedema fikaran?

Tevî giraniya hin cureyên Hantavîrusê, pispor piştrast dikin ku xetera belavbûna wê ya gerdûnî pir kêm e û vegirtina wê bi gelemperî rasterast bi mişkan re an jî bi têkiliya pir nêzîk bi kesên ku bi cureyek kêm a vîrusê vegirtî ne ve girêdayî ye.

Hantavîrûs çi ye?

Hantavîrus ku navê xwe ji çemekî li Koreya Başûr digire, komeke vîrusan temsîl dike, ne nexweşiyeke yekane. Ew bi gelemperî li deverên gundewarî tê dîtin li daristan û zeviyan ku ji bo mişkan jîngehek guncaw a vîrusan peyda dikin.

Çavkaniya wê ajaleke, ango vîrus ji ajalan derbasî mirovan dibe, ne ji mirovan. Bi gelemperî mişk nexweş nabin, lê ew vîrusê bi bermahiyên xwe derdixin. Dema ku ev bermahî ziha dibin, vedughere perçeyên hewayî, mirov dikarin wan nefes bikin û nexweş bikevin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, vegirtin wê dibe ku bi rêya gezandina mişkan an jî têkiliya bi materyalên qirêj re jî, bi rêjeyek kêmtir, çêbibe. Tê tekez kirin ku Hantavîrus ne nû ye, lê ew ji komek vîrusan pêk tê, ku bi piranî di mişkên kovî de dijîn û carinan ji mirovan re têne veguhestin û dibin sedema nexweşiyek bi xeter, nemaze di pişik an gurçikan de.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê belavbûna vê dawiyê ya vîrusê bi keşteya “Hondus MV” ve girêda û piştrast kir ku nirxandina wê ya xeteriya li ser nifûsa cîhanê kêm dimîne.

Cureya Andês ya Hantavîrûs

Di piraniya rewşan de, vîrus ji mirovekî bo mirovekî din nayê veguhestin, ku ev yek belavbûna wê li gorî nexweşiyên din sînordar dike. Lêbelê, îstîsnayên kêm hene, bi taybetî vîrusa Andes, yek ji cureyên herî xeternak ên hantavîrusê, ku di belavbûna dawî ya keştîyên geştyarî de hate tesbît kirin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, zêdetirî 20 cureyên cuda yên van vîrusan hene û hemû ji mişkan ve tê veguhestin.

Lêbelê, tê dîtin ku cureyek vîrusê, wekî vîrusa Andês tê naskirin, dibe ku ji mirov bo mirovekî din were veguhestin, her çend ev pir kêm be jî. Vîrusa Andês bi piranî li Arjantîn û Tşîliyê jî tê dîtin.

Di dawiya sala 2018’an de, Arjantînê şahîdiyê belavbûna vîrusê bû ku di nava şahiyekê de hat dîtin; tê bawerkirin ku kesekî vegirtî vegirtina vîrusê li 34 kesên piştrastkirî veguheztiye û 11 ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Nîşaneyên wê çi ne?

Nîşaneyên Hantavîrusê dişibin nîşaneyên grîpê, bi taya ji nişka ve, westandina zêde û êşa masûlkeyan, nemaze di ran, pişt û milan de, digel serêş, gêjbûn, vereşîn, îshal û êşa zik.

Xetera nexweşiyê di wê îhtîmalê de ye ku piştî çend rojan, ew dikare bibe sedema nîşanên giran ên nefesê, wek kuxik, tengbûna bêhnê û kombûna şilavê di pişikê de, ku di hin rewşan de dibe ku bibe sedema têkçûna bilez a nefesê. Tête şîret kirin ku tavilê lênihêrîna bijîşkî bigerin ger ta û nîşanên nefesê an gurçikan piştî têkiliya muhtemel a bi mişkan re, li mirov derkeve.

Ew dikare veguhere Pandamiyek?

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê piştrast kir ku îhtîmala veguherîna vîrusa Hanta bo pandamiyek li gorî daneyên heyî pir kêm e, di heman demê de ti nîşanek tune ye ku ew dişibihe COVID-19, ji ber ku ew bi awayekî mezin di navbera mirovan de bi rêya pergala nefesê nayê veguheztin û piraniya cureyên wê hewceyê têkiliya rasterast bi hawîrdorê re bi mişkan an bermahiyên wan re ne, herwiha şiyana wan a berfireh û domdar ji bo veguheztinê di navbera mirovan de tune ye.

Rêxistinê destnîşan kir ku îhtîmala kêm a veguhestina vîrusa Hanta ji mirov bo mirov nayê wê wateyê ku ew vîrusek hêsan e; xetera wê di giraniya nexweşiyê de ye dema ku tê vegirtin, ne di şiyana wê de ya belavbûna di cîhanê de.

Mirî û kesên vegirtî di keştîyê de

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di 8’ê Gulanê de ragihand ku hejmara bûyerên bi nexweşiya ku li ser keştîya geştyarî “MV Hondias” ve girêdayî gihaştiye 8 kesên ku ev nexweşî vegiertine, di nav de 6 bûyerên vîrusa Andesê yên ku ji hêla mexberî ve hatine piştrast kirin, yek ji cureyên herî xeternak ên Hantavîrusê û 2 bûyerên muhtemel.

Li gorî daneyan, ji ber vê nexweşiyê 3 kes mirin, rêjeya mirinê di nav bûyerên vegirtî yên vê komê de gihandiye dora ji sedî 38.

Rêxistinê da diyarkirin ku 4 nexweş hîn jî li nexweşxaneyên welatên cuda têne dermankirin, yek ji wan di beşa lênêrîna giran a Afrîqaya Başûr, du kes li Hollanda û yek jî li Swîsreyê ye.

Ev pêşketin wekî beşek ji çavdêriya navneteweyî a belavbûna vê nexweşiya bêhempa tê, di nava hewildanên ji bo şopandina têkiliyan û sînordarkirina her belavbûna li derveyî keştiyê.

Dermankirina ji nexweşiyê

Heta niha, tu dermanek tune ye ku rasterast Hantavîrusê ji holê rake û ne jî derziyên dermankirinê ku li seranserê cîhanê hatiye pejirandin ku pêşî li vegirtinê bigire.

Lêbelê, pispor tekez dikin ku lênêrîna bilez û destwerdana bijîşkî ya zû dikare di şansên jiyanê de cûdahiyek girîng çêbike, nemaze di rewşên ku nîşan bi lez ber bi pirsgirêkên nefesê an têkçûna gurçikan ve pêşve diçin.

Dermankirina niha balê dikişîne li ser piştgiriya laş da ku ew bikaribe li hember vîrusê bisekine; lênêrîna bijîşkî bi gelemperî ev tiştan pêk tîne:

Pêşkêşkirina oksîjenê ji bo nexweş da ku alîkariya wan bike ku nefes bistînin

Bikaranîna cîhazên nefesa çêkirî di rewşên krîtîk de

Şûştina gurçikan dema ku bandor bibe

Çavdêriya berfireh di nava yekîneyên lênêrîna giran de ji bo bûyerên giran

Bijîşk destnîşan dikin ku çend demjimêrên pêşîn piştî ku zehmetiyên nefesê derdikevin di nav qonaxên herî krîtîk de ne, ji ber ku destwerdana bilez dikare xetera tevliheviyên kujer kêm bike.

Her çend derziyên dermankirinê yên gerdûnî hîn peyda nebûne jî, hin welat, weke Çîn û Koreya Başûr, derziyên dermankirinê yên sînorkirî li dijî şaneyên herêmî yên herî berbelav li herêmên xwe bikar tînin, di heman demê de lêkolînerên li çaraliyê cîhanê li ser pêşxistina dermankirin û derziyên bibandortir dixebitin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dibêje ku pêşîlêgirtin hîn jî xeta parastinê ya herî girîng e, bi rêya kêmkirina têkiliya bi mişkan û bermahiyên wan re, nemaze li deverên girtî an terikandî.

Aboriya cîhanî ji ber pandamiyan çiqasî windahî dîtiye?

Li gorî texmînên saziyên darayî yên navneteweyî ku li ser bingeha windahiyên aborî yên ji ber van pandemiyan çêbûne, di demên nûjen de, pandemiyan herî kêm 14 trîlyon dolar zirar li aboriya cîhanî kiriye. Pandemiya COVID-19 bi tena serê xwe para herî mezin a vê lêçûnê pêk aniye; (Sendûq) Fona Pereyan a Navneteweyî windahiyên hilberîna gerdûnî ya berhevkirî ya têkildarî pandemiyê di navbera salên 2019 û 2024’an de bi qasî 13.8 trîlyon dolar texmîn kiriye.

Daneyên Banka Cîhanî nîşan didin ku pandamiyên biçûk bandorên aborî zêdetir kirine, wekî pandamiya SARS di salên 2002-2003’an de bi qasî 40 milyar dolar lêçû, di heman demê de Banka Cîhanî windahiyên ji Ebolayê li Afrîqaya Rojava di salên 2014 û 2015’an de heta 32.6 milyar dolar texmîn kir.

Lêkolînên aborî yên ku ji hêla “Korean Journal of Internal Medicine” ve hatine weşandin nîşan didin ku belavbûna MERS’ê li Koreya Başûr di sala 2015’an de, ji ber kêmbûna geştiyariyê û xerckirinê, di navbera 8.5 û 10 milyar dolarî de zirar da aboriyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.