CEMÎL XOCE
Hikûmeta demkî ya li Şamê, tevî hemû axaftinên li ser demokrasî û guhertinê, bi zihniyeteke kevnar, navendî û redker nêzîkî Zimanê Kurdî dibe. Taybetïkirina Zimanê Erebî wekî zimanê fermî yê yekane di bikaranîn û nivîsîna li ser tabelayên saziyan de, di demekê de ku Tirkî hîn jî li ser tabelayên hin saziyên li Efrînê, di nav de avahiya Qesra Edaletê, mijara nakokiyê ye. Ev nakokî pirseke zelal derdixe holê: Çima Zimanê Kurdî bi navê serweriyê tê redkirin, di heman demê de Zimanê welatekî din çav lê tên girtin?
Mesele li vir ne tenê nivîsîna li ser tabela yan dîwaran e. Mesele pir kûrtir e. Ji bo her gelî, ziman ne tenê amûreke ji bo ragihandinê ye; ew bîr, nasname, çand û şêwaza jiyanê ye. Dema ku gelek kes ji dîtina zimanê xwe di dibistan û saziyan de tên astengkirin, ew hîs dikin ku hebûna wan di welatê wan de tê înkarkirin.
Zimanê Kurdî ji bo Sûriyeyê ne biyanî ye. Ew zimanê bi mîlyonan kesan e ku bi sedsalan li ser vê axê dijîn. Tiştekî xwezayî ye ku zarokek bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe û bikaribe wî di jiyana xwe ya rojane, perwerde û çanda xwe de bi kar bîne. Ji wê zêdetir jï, mafê herî bingehîn ê her zarokekî ye ku bi zimanê dayika xwe fêr bibe. Ev ne daxwazeke siyasî ye, lê mafekî bingehîn ê mirovan e ku li piraniya welatên demokratîk ên cîhanê heye.
Peyman û qanûnên navneteweyî bi awayekî zelal mafê gelan ji bo parastina ziman û çandên xwe piştrast dikin. Neteweyên Yekbûyî perwerdehiya bi zimanê dayikê wekî mafekî bingehîn ê mirov û zarokan dibîne. Gelek dewletên pir-etnîkî di nav saziyên xwe de ji yekzimanî zêdetir zimanên fermî qebûl dikin, ji ber ku pirrengiya zimanî yekîtiya neteweyî tehdît nake; berevajî vê, ew wê xurt dike û hesteke rastîn a aîdiyetê di nav hemû komên pêkhateyên wê de bi pêş dixe.
Lêbelê, pirsgirêk li Sûriyeyê ew e ku rejîm pirrengiya etnîkî û çandî wekî gefeke ewlehiyê dibîne. Her nîqaşek li ser zimanê Kurdî yekser bi cudaxwaziyê yan gefek li ser dewletê ve girê dide, lê rastî ew e ku polîtîkayên înkarê di dehsalên borî de krîz û dabeşbûn çêkirine. Gel ji dewleteke ku wan nas bike, natirsin; lê ji dewleteke ku hewl bide nasnameya wan jê bibe, ditirse. Nêzîkatiyê hikûmetê dihêle ku gel bi guman li proseya entegrasyonê binêre. Divê hikûmet jî entgreyî civakê bibe. Ev yek bi devjêberdana mantiqa sepandina her tiştê li gorî xwe ve girêdayî ye.
Di salên dawî de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûneke cûda derket holê. Hewl da ku pergaleke perwerdehiyê ya pirzimanî ava bike ku tê de Kurd, Ereb û Suryan bi zimanê xwe yê dayikê li kêleka zimanên din fêr bibin. Her çend her ezmûneke nû kêmasî û dijwarîyên xwe yên xwerû hebin jî, fikra bingehîn girîng e: civakeke demokratîk nayê avakirin, ger nasnameyeke yekane li ser her kesî were ferzkirin.
Demokrasiya rastîn ne tenê li ser hilbijartin an saziyên fermî ye; ew di heman demê de tê wateya rêzgirtina çand û zimanên mirovan. Civakeke bihêz ne ewê ku homojen be, lê ewê ku dikare cûdahiyên xwe di çarçoveyeke hevpar û dadperwer de biparêze.
Heta qanûnên Sûriyeyê bi xwe jî bi tevahî bi gotara navendîparêz a heyî re ne lihevhatî ne. Qanûna Rêveberiya Herêmî ya Hejmar 107 desthilatên berfireh dide rêveberiyên herêmî û parêzgariyan di rêvebirina karûbarên xizmetguzarî, çandî û rêxistinî de. Ev qanûn li ser ramana nenavendî û belavkirina desthilatan hatiye damezrandin. Ev tê vê wateyê ku her herêmek xwediyê mafê rêvebirina beşek ji nasnameya xwe ya civakî û çandî ye. Pirs li vir derdikeve pêş, gelo çima hikûmet heta ji pêkanîna vê qanûnê re ne vekirî ye?
Ji ber vê yekê, heke herêmên ku piraniya wan Kurd, Suryan an têkel hebin, xwezayî ye ku divê ew di rêxistinkirina polîtîkayên xwe yên perwerdeyî û çandî de bi awayekî ku li gorî rastiya wan a civakî be, rol bilîzin. Nenavendîbûn ne tê wateya parçekirina dewletê, lê belê avakirina dewletek e ku hemû pêkhateyên wê dihewîne li şûna ku modeleke yekane li ser her kesî ferz bike.
Tiştê ku îro diqewime eşkere dike ku krîza rastîn ne di Zimanê Kurdî bi xwe de ye, lê di zihniyeta siyasî de ye ku ji qebûlkirina cihêrengiyê ditirse. Ev zihniyet dewleteke bi yekdeng, yekreng û yeknasnameyê dixwaze, tevî ku Sûriye her gav welatekî gel, çand û zimanên cihêreng bûye.
Rêzgirtina Zimanê Kurdî yekparebûna Sûriyeyê tehdît nake; berevajî vê, ew dikare gaveke girîng be ber bi avakirina baweriyê û aramiya rastîn ve. Berdewamiya polîtîkayên înkarkirinê tenê dê hesta neheqiyê kûrtir bike, dabeşbûnên din çêke û proseya entegrasyonê asteng bike.
Sûriyeyeke nû bi heman zihniyeta kevn nayê avakirin. Her projeyeke demokratîk divê bipejirîne ku ev welat ne aîdî yeknasnameyekê ye, lê welatekî ku tu kes hest neke ku zimanê wan di welatê wan de qedexe ye.






