Gulîstan Xalid
Di şert û mercên Rojavayê Kurdistanê de zimanê dayikê ne tenê serişteyek çandî ye; ew bingehê hebûna gel, nasname û mafê civakî ye. Gelê kurd di dirêjahiya salan de li hember siyaseta înkar û asîmîlasyonê ya rejîma Baasê têkoşînek mezin kir. Ev siyaset ne tenê hebûna kurdan red dikir, lê zimanê wan jî ji jiyana civakî, perwerdehî û saziyên fermi dûr dixist. Ji ber vê yekê, şoreşa Rojava di heman demê de şoreşeke ziman, çand û nasnameyê bû.
Berî şoreşê, zimanê kurdî li Sûriyeyê di şert û mercên giran de bû. Qedexekirin, nehêlan ku kurdî di dibistanan de were hînkirin, û naskirina tenê ziman û nasnameya erebî wekî nasnameya fermî ya welêt, aliyekî siyaseta navendî ya dewletê bû. Armanca vê siyaseta navendî jî avakirina civakeke yekreng bû ku di wê de kurd wekî gel û zimanek xwedî maf nayên dîtin. Lê belê, têkoşîna gelê kurd û şoreşa Rojava ev rastî guhert.
Piştî şoreşê, zimanê kurdî di saziyên fermî, dibistanan û jiyana civakî de cih girt. Hînkirina bi zimanê dayikê, vekirina navendên çandî û geşbûna medyaya kurdî di Rojava de ne tenê destkeftiyên çandî ne, lê di heman demê de nîşana avakirina civakeke demokratîk in. Ji ber ku civakek ku zimanê xwe bi azadî biaxive û bi wê perwerde bibe, dikare xwe wekî civakeke xwedî irade saz bike.
Di heman demê de divê were pirsîn: aloziya Sûriyeyê ya 14-15 salan çima derket? Çima welatek bi vî awayî parçebû û çima serhildana gelan pêk hat? Bersiva van pirsan di nav rastiya siyaseta înkar, zordarî û nebûna adaletê de veşartî ye. Rejîma Baasê bi salan siyaseta navendî û yekrengî meşand; ne tenê mafên kurdan, lê mafên gelek civak û komên cuda jî hate sînorkirin. Nebûna azadiya siyasî, qedexekirina gotinê, bindestkirina civakê û redkirina cihê civakên cuda di avakirina dewletê de, sedem bûn ku gel di dawiyê de serî hildin.
Ji ber civak dema ku bêdeng, bêmaf û bêpar dimîne, di nav xwe de hêrs û nerazîbûn kom dike. Serhildanên Sûriyeyê jî tenê encama şert û mercên aborî ne bûn; ew bertekek li hember siyaseta ku gelan ji nasname û mafên wan dûr dixist bû. Parçebûna ku paşê derket jî encama nebûna projeyeke neteweyî ya demokratîk bû ku hemû civakan xwe di wê de bibînin.
Ji ber vê yekê, ger hikumeta nû ya Sûriyeyê vê rastiyê bi awayekî rast analîz neke û dîsa heman zihniyeta kevn dubare bike, aloziyên welêt bi dawî nabin. Ji ber ku şertên ku serhildan afirandin heke bidomin, rihê serhildanê dîsa di nav gel de dê zindî bibe. Aramî bi zor û baskê nayê avakirin; ew tenê bi adaletê, azadî û naskirina mafên hemû gelan pêk tê.
Di vê pêvajoya entegrasyona Rojava û Sûriyeya nû de, pirsa zimanê dayikê jî dîsa bûye mijareke sereke. Heke hikumeta navendî ya Şamê dîsa bi heman zihniyeta înkar û navendgeriyê tevbigere, ev entegrasyon nikare demokratîk be. Ji ber ku entegrasyon bi zorê an bi redkirina nasnameyên civakan nayê avakirin; entegrasyon divê li ser bingeha naskirina maf û hevjiyana gelan were ava kirin.
Demokratîkkirina vê pêvajoyê tenê bi şertê naskirina mafên hemû civakên li Sûriyeyê, bi taybet mafên gelê kurd, gengaz e. Zimanê kurdî divê wekî zimanek fermî û mafek bingehîn were naskirin. Hînkirina bi zimanê dayikê, xwedîderketina li çand û saziyên civakî ne daxwazên siyasî yên demkurt in; ev mafên bingehîn ên mirovan in.






