Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera Kurdî

13/05/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Helbestvana Kurd Xelat Ehmed karîbû hebûna xwe wek yek ji dengên jinên bibandor di qada edebiyata kurdî de bide nasîn. Wê di wêjeyê de peyama ronakbîrî û avakirina hişmendiyê dît, lewma jî ji bo piştgiriya behremendên ciwan û teşwîqkirina jinên Kurd ku derbasî warê nivîsandin û afirandinê bibin, xebitî.

Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd ên hevdem di geşkirina ronahiya hişyariya neteweyî, xurtkirina rehên xweparêziyê di giyanê gelê Kurd de û parastina nirx, ziman û nasnameya Kurdî ya resen bi nivîs û peyvên xwe roleke girîng lîstin û pênûsên xwe kirin mûmên ku riyên rûmet û azadiyê ronî dikin, bi dîtbarên ( şahidên)  zindî sekna jinên Kurd û têkoşîna wê ya civakî û netewî di tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de pêşkêş dikin..

Helbestvana Kurd Xelat Ehmed yek ji van dengên jinane ên ku pênûsa xwe ji bo bilindkirina nirxên gelê xwe û doza wî ya netewî terxan kiriye, peyva wê bû çekek ronahiyê ya ku li hember neheqiyê rû bi rû dimîne, û sembolek bo nasnameya pêdariyê li ber bayên xurt.

Di dilê bajarê bedew ê Dêrikê de, bûka Cizîrê û kulîlka bajarên Rojava, ew bajarê ku xwe dispêre sînorên erdnîgariya Kurdî ku Bakur, Başur û Rojava hevdighînê û çemê Dîcleyê  wan ji hev vediqetîne û ji ruhê wê yê resen bêhna dîrokê û ronahiya nasnameyê dikişîne, helbestvana Kurd Xelat Ehmed di sala 1972’an de ji dayîk û bavek Kurd (Silêman û Şemsa), hatiye dinyayê ,di maleke nefsbiçûk de, tijî mirwet û rûmet û bi germahiya xweparêziyê û ruhê evînê hatî xemilandin mezin bûye.

Ji destpêka dîrokê ve, Dêrik weke dergûşa olên xwedayî û şaristaniyên kevnar û dîdargeha gel û çandên cihêreng tê nasîn ,di qada wê de, dengê zengilên dêran , bangdana mizgeftan hev himbêz dikin , û tê de deng û ziman di tevnek mirovahî ya yekbûyî de ku bi lêkborîn  û dewlemendiya giyanî tije dibe, li hev dicivin.

Di dirêjahiya serdeman de bûye navenda cihêrengiya etnîkî, oldarî û çandî û dayîndeyeka zindî ji bo mîrateya Sûbarî, Hûriyan û bênxweşiya Botanî û Bedraxaniyan, yên ku di wijdanê kurdan de nîşaneyên raman, hişyarî û têkoşînê ava kirine û ev bajar kirine minareyeka zanist, dîrok û jiyanê.

Di wê jîngeha dewlemend a dîrok û ruhê neteweyî de, Xelat Ehmed di navbera çiyayên ku bi zimanê bav û kalên me diaxivîn, û çemên ku stranên şivanan vedibêjin û di navbera kolanên ku bi bîranîna çîrok û çîrvanokên kevnar dagirtî bûn, mezin bû,  ji zarokatiya xwe ve hewaya nasnameya kurdewarî hilmijî û ji kaniyên axê wateya pêdarî, wefadarî û bexşînê vexwart.

Wê çavên xwe li bedewiya sade vekir û ji dayika xwe çîrokên sebir û rûmetê û ji bavê xwe sirûdên azadî û welat bihîstin, ji ber vê yekê zarokatiya wê şitlek bû di nav axa kurdewariyê de hate çandin û rojbûna helbestvanekî bû ku wê peyvê bike dirêjahiya nasname û dengekî ji bo axê.

Ew di malbateke kurdperwer , ya kedkar û welatparêz de ku j sê xwîşk û çar bira pêk dihat mezin bû , ku ji aliyê dê û bavên xwe ve li ser nirxên resen ên kurdî mezin bûne: wefadariya bi xakê re, dilsoziya bi welatê xwe re û girêdana bi kokê ve ,mala wan  mîna dibistana yekem a xwedîbûn û hişyariyê bû ku li dora wê stranên kurdî yên kevin dihatin dubarekirin, çîrokên qehremanî û dîrokî dihatin vegotin,  wê hîn dike ku azadî ne sloganek e, lê tevger, berpirsiyarî û bawerî ye.

Xelat Ehmed zarokatiya xwe li bajarê Dêrikê , ya ku radize li ber pestînên Çiyayê Cûdî , û şiyar dibe li ber xumxuma pêlên Ava Mezin û sira bayê Deşta Hesina ya bi bêhna genim, zatera çolê û nêrgizan bêhna xwe vedide.

Li wir jiyan bi awazên zirneya Ehmed Elanê û stranên Cemal Sadûn ên ku kolanên wê bi germî û şahiyê tije kiribûn, diherikî û ew  mezin bû di nav taxên kevnar ên gelêrî de, ku bêhna nanê tenûrê jê dibare , û li ser xirbeyên qijleya Frinsî ya ku di bêdengiya  xwe de çîrokên bav û kalên vedibêje û li ber peravên çemê Dêrik û kaniya Leşkerî ,ku li wir av bi giyan û bîranînê re digihêjin hev , hişmendiya wê ya yekem hate afirandin.

Li wê derê, ku jinan çîrokên jiyanê vedigotin û li ser evîn û welatê xwe distirandin , wê ji sirûdên jinan ên di dawetan de, ji stranên cotkaran,  mûzîka helbestê û ritma peyvê girt û ji çîrokên dapîran ên şevên dirêj ên zivistanê ew fêr bû ku çawa tîpan vehûne weke çawa ku ew hirî bi xêzên bîhnfirehiyê û bîranînê vedirêsin.

Wê ji kaniyên welatparêziyê yên bavê xwe ruhê xweparêzî û dilsoziya bi ax û welatê xwe re digirt, ji lavijên dêran û sirûdên mizgeftan, tîpên xwe ên herî pak vedibijart , lewma gotinên wê dibûn têkeliyek ji ronahiya baweriyê, germahiya erdê û dilpakiya mirovan.

Bi vî awayî hişmendiya wê ya çandî û wêjeyî di navbera ringeringa dengan û cihêrengiya dîmenan de çêbû, ji bo wê Dêrik dibistaneke giyan û ziman bû û çavkaniyek ku zuha nabe ji çîrok, helbest û nasnameyê.

Xelat Ehmed di vê jîngeha ku tije bi ruhê neteweyî , dest bi vehûnandina xêzên hişmendiya xwe ya helbestî kir, û yekem tîpên xwe li ser rûpelên jiyanê dinivîsand,  paşê wê bi rastî û zanistî dest bi verêstina serpêhatiya xwe ya helbestî kir, da ku piştre bibe yek ji dengên jinên Kurd ên navdar, yên ku peyv kirin welat û helbest kirin aleyek ku li ezmanê bîranîna netewî û wijdana  kolektîf li ba bibe.

Wê dibistana seretayî,  amadeyî û navîn li bajarê Dêrikê xwendiye û di temenê xwe yê biçûk de, di sêzdeh saliya xwe de dest bi meyla xwe ya wêjeyî û çandî kiriye.

Şarezayiya wê di nivîsandina helbestên nûjen, azad, pexşan de, di bin bandora jîngeha wêjeyî û çandî ya dewlemend de geş bûye, ku gelek nivîskar û helbestvanên kurd ên mezin, anîne jiyane, wek Ehmed Şêx Saleh, Omer Lalî, Lorî Taldarî û yên din ên ku helbest kirin ronahiyek ku rê ji bo nifşên paşerojê, ronî dike û peyvê kirin rêyek ber bi hêvî û jiyanê.

Sal derbas bûn, Xelat Ehmed ji ber azweriya naskirina dinyayê riya xwe ya têgihîştina hişmendiyê bi riya peyvê dest pê kir, Xwendin pencereya wê ya yekem bû û piştre di sala 2003’an de ber bi wergerandina edebî ve çû, werger wek pirekî didît di navbera çandan de û qadeka dewlemendkirina pirtûkxaneya kurdî û gihandina bedewî û zanînê ji xwendevanê kurd re.

Hişmendiya wê ya li ser rola wêjeyê di avakirina piran de di navbera gelan de zêde bû ,û tecrubeya wê di wergerandinê de hişt ku zimanê wê yê helbestî pêş bikeve, da ku bibe amûrek ji bo ragihandina di navbera çandan de ,bêyî ku taybetmendiya xwe ya neteweyî winda bike.

Helbestvan Xelat Ehmed di sala 1990’î de zewicî, ew dayika çar zaroka ye (du keç û du kur) e, bi wan re xêzên hêvî û jiyanê vehûnandiye, ew kulîlkên dilê wê bûn, dirêjkirina xewna wê ya mirovatî û çavkaniya hêza wê bûn di rûbirûbûna biyanîbûnê de û  şopandina karê  yê edebî yê bi sekn û biryar de .

Di sala 1999’an de neçar ma ku bajarê Dêrikê biterikîne , bajarê ku zarokatî û xeyalên xwe tê de vehûnandîn û bi dilekî kul û xemgîn jê derkeve.

Dema çûyînê wek birîneke vekirî di giyanê wê de bû, dema ku wê malbat, bîranîn û hezkiriyên xwe li dû xwe hiştin, di çavên wê de tijî rondik û di singa wê de hezar derd û kul , mîna ku xatirê xwe ji nîvê xwe yê din bixwaze, ku li wir di navbera kuçeyên bajarê kevnar û germahiya heriyê de mabûn.

Dû re li Swîsreyê bi cih bû, li wir çiyayên sar û bêdeng ew hembêz kiribûn, lê sirgûnê – tevî tundiya xwe – ne agirê afirandinê di hundirê wê de vemirand, ne jî karî wê ji germahiya helbest û peyvê dûr bêxe, ew ji bo rêwîtiya wê bû êzingek nû ,hewes û hezkirina wê ya ji peyvê re zêde kir, wê êşa windabûnê veguherand helbestên zindî bi nasname, evîn û wefadarî, da ku îspat bike ku peyva kurdî li her axê dikare şîn bibe û welatê rastîn bi tîpan dimîne, ne di nexşeyan de.

Wê karê xwe yê wêjeyî û rewşenbîrî li derveyî welat berdewam kir û çend pirtûkên cihêreng çap kirin, di nav wan de helbest bi zimanên kurdî û erebî û wergerandin, ji berhemên wê yên çapkirî yên herî  navdar:

1- Çarikê berbangê

–  helbest- bi Erebî (2004)

2- Bîranînên Kulîlka Ukalîptus : Helbest bi zimanê Erebî (2006)

3- Keçên Dêrikê ên Serserî – Helbest bi zimanê kurdî (2007)

4- Pencereyên Nû  – Antolojiya Helbesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê (werger, 2008)

5- Jin di kultura kurdî de – lêkolînên werger (2011).

Her weha çend  destnivîsên wê yên  wêjeyî û çandî hene, di nav wan de çar pirtûkên ku ji kurdî bo erebî hatine wergerandin, ji bilî dîwaneke helbestan bi zimanê kurdî ku niha li ber çapê ye.

Ji bo Xelat Ehmed helbest ne keyfxweşiye  zimanî bû, lê kiryareke xwedîbûn û berpirsiyariyê bû û neynika giyaneke ku di navbera bîr û xeyalê de dijî.

Ew helbestan bi zimanên Kurdî û Erebî dinivîse,di nivîsên xwe de pirsgirêkên mirovên   Kurd, jin, sirgûnê û nasnameya Kurd bi awayekî ku hevrêzîyê dike di navbera nazikbûna hest û kûrahiya ramanê de, helbestên wê dilpakiya mirovatiyê derdixist holê; dihêle ku nêzîkî wijdana xwendevanan be her çiqas ku zimanê wan an erdnîgariya  wan cuda be .

Xelat Ehmed beşdarî gelek çalakî û festîvalên edebî û çandî li çend welatan bû, ji wan:

1- Festîvala Çandî ya Dihokê li Herêma Kurdistanê

2- Festîvala Mutanebî li Swîsarayê

3- Çalakîya Çandî li Winterthur – Swîsra

4- Çalakîya Çandî ya Pirtûkxaneya Giştî ya li Basel – Swîsra

5- Festîvala Nivîskarên Ciwan li Cezayirê

6- Festîvala Cizîra Botanê li Bakurê Kurdistanê

7- Konferansa Jinê ya li Amedê bi amadekarî û beşdariya xanım Leyla Zana، ku jinên kurd ji çar parçeyên Kurdistanê، Ewropa، Amerîka û Misirê jî têde amedebûn.

8- Konferansa Zanîngeha Amerîka li Silêmanî yê.

Ji bilî şevbuhêrkên din ên ji aliyê revenda Kurdî li Swîsreyê hatin lidarxistin.

Xelat Ehmed her wiha bi nivîs, gotar û wergerên xwe di rojname, kovar û malperên kurdî de cih girt û di dîmena çanda

Jinên kurd de bû dengek berçav.

Wê di wêjeyê de peyama ronakbîrî û avakirina hişmendiyê dît, lewma jî ji bo piştgiriya behremendên ciwan û teşwîqkirina jinên Kurd ku derbasî warê nivîsandin û afirandinê bibin, xebitî.

Zimanê wê bi paqijî û durustiya xwe tê cudakirin, ew ji kûrahiya ezmûnê dinivîse, ne ji banê hestên derbasdar, ew êşê vediguherîne bedewiyê û arîşe yê vediguhêze enerjiya afirîner a ku dikare jiyanê ji nû ve biafirîne.

Bi vî awayî Xelat Ehmed karîbû hebûna xwe wek yek ji dengên jinên bibandor di qada edebiyata kurdî de bide nasîn , wek helbestvan û wergêr û kesê ku peyvê wek çekek nermîn dibîne ku li hember xerabî û neheqiyê bi deng û bedewiyê li ber xwe dide.

Di warê wêjeyî û çandî de jê re serkeftin û afirîneriya zêdetir dixwazim.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.