Lîloz Hisên
Bi hatina werzê Buharê hejmarke mezin ji malbatan ji bo bêhnvedanê berê xwe didin nava xwezayê, lê gelek malbat çopa xwe li nava xwezayê dihêlin û derdorê qirêj dikin, ev yek jî li ser jîngehê xeteriyê çêdike.
Her sal bi hatina buharê werzê bêhnvendan û derketinên xwezayî dest pê dike, lewma şêniyên kantona Cizîrê berê xwe didin cihê xwezayî wekî Siwêdîk, Eyn Dîwar û Çem Şeref û hwd.. da ku bêhna xwe derxînin û demên xweş bi malbatên derbas bikin. Lê bi bilindbûna hejmara mêvanên ku van deveran serdan dikin, pirsgirêka avêtina çopê li cihên xwezayî derdikeve holê, ku ev pirsgirêkê qirêjiyeke jîngehî çêdike û zirarê dighîne wêneyê geştiyariyê.
Vê salê jî wekî her salên borî dîsa pirsgirêka diyardeya avêtina çopê û bermahiyan dema bêhnvendanê derket holê. Li hember vê yekê şêniyên van deveran û gundên derdora wê bangên xwe ji bo aliyên peywendîdar ji bo parastina vihên gişît kiriin, li hin deveran jî şêniyên çûnê û hatina ji bo bêhnvendanê li gundên xwe qedexekirin, ji ber belavbûna çopê bi awaykî mezin ji kîsên blastîkm qutiyên avê û bermahiyên xwatrinê û madeyên ku şewandinê pê çêdikin ku hiştiye wêneyên xwezayê pir xirab bike û bandorê li ser çandinî û çavkaniyê avê dike.
Şêniyan bang kirin ku divê konteynerên çopê yên diyarkirî û tabelayên hişyariyê li van cihan bên danîn, ji bilî zêdekirina gerên şaredariyê û derxistina muxalefetan li dijî kesên ku çopê diavêjin, wekî gavên pratîkî ji bo kêmkirina vê diyardeyê.
Ziyana ku ji ber vê diyardeyê çêdibe ne tenê bi qirêjiya dîtbarî ve sînordar e; lê ew di nav xwe de qirêjiya ax û avê, belavbûna kêzikan û bêhnên nexweş û gefên ku li jiyan ziniyê din dike, jî dihewîne, dibe ku ji ber xwarina ajalan bermayiyên plastîk zirarê bibînin. Herwiha bermayiyê kombûyî dibe xeteriye ku li ser tenduristiya giştî çêdikin, nemaze bi bilindbûna germahiyên havînê.
Ji sedemên belavbûna bermayiyan û çopê li cihên geştiyariyê, kêmbûna hişyariya jîneghî li gel şêniyan, nebûna kontereyên çopê, nehîskirina berpirsyartiyan li hemberî xwezayê, nebûna çavdêriyê û qanûnan di heman demê de qerebalixiya mezin ku di werzê hvînî de çêdibe.
Bandorên vê diyardeyê li ser jîngehê
Qirêjiya jîngehê, ji ber ku bermahî û çop bandorê li ser av, ax û daran dike di heman demê de dibe ku madeyên plastik bi salan bimînin bêyî ku bihelin.
Belavbûna bêhnên nexweş û kêzikan, bermayiyên xwarinê dibin sedema belavbûna kêzikan û bêhnên nexweş.
Xirabûna xweşikbûna xwezayê, gelek cihên geştiyariyê xweşikbûna xwe ji ber kombûna bermayiyan winda dikin.
Bandora qiêjiyan xweşikbûna xwezayê li ser geştiyariyê
Avêtina bermayiyan yek ji pirsgirêkên jîngehê yên herî berbiçav e ku bandorek mezin li ser hem hawîrdor û hem jî tenduristiya giştî dike. Di nava encamên neyînî yên vê pirsgirêkê de, qirêjiya dîtbarî wekî gefek rasterast li ser geştiyariyê derdikeve pêş. Qirêjiya dîtbarî xirabûna wêne û xweşikbûna estetîkî ye, ji ber kombûna bermayiyan li qadên giştî, ku dibe sedema xirabûn û windakirina balkêşiya hawîrdora derdorê.
Ji aliyekî din ve, qirêjiya dîtbarî ne tenê bandorê li geştiyariyê dike, lê di heman demê de bandorê li ser jîngeh û tenduristiya giştî jî dirêj dike. Bermahiyên kombûyî dikarin bibin çavkaniya qirêjiya kîmyewî û biyolojîk, ji ber ku madeyên organîk dihelin û gazên jehrîn derdixin, di heman demê de ev madeyên kîmyewî dikarin bikevin nav ax û ava binê erdê. Ev dibe sedema qirêjbûna çavkaniyên xwezayî yên ku mirov û heywan pê ve girêdayî ne, lewma tenduristiya giştî tehdît dike û dibe sedema belavbûna nexweşiyan.
Bermahiyên kombûyî dibe ku bibin zemînek ji bo kêzik û mişkan ku nexweşiyan belavdikin. Ev zindî dikarin di jîngehên qirêj de bi lez zêde bibin û xetera belavbûna nexweşiyan zêde bikin.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê hikûmet û civakên herêmî tedbîrên bibandor bigirin da ku bermayiyan kêm bikin û rêveberiya bermayiyan baştir bikin. Ev dikare bi bilindkirina hişmendiya jîngehê di nav welatiyan de û teşwîqkirina wan bê kirin, wek vezîvirandin û kêmkirina karanîna plastîk. Wekî din, binesaziya rêveberiya bermayiyan dikare bi peydakirina konteynerên çopê yên bêtir li deverên giştî û organîzekirina kampanyayên paqijiyê yên birêkûpêk were baştir kirin.






