Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kar bingeha hebûn û rumeta mirov e

13/05/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Kar bingeha hebûn û rumeta mirov e
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Kar ne tenê çalakiyeke fizîkî an jî rêyek ji bo peydakirina debara jiyanê ye; ew bingeha hebûn û pîvana rumeta mirov e. Firoşkarên sebze û şitilgehan li barjarê Dêrikê diyar kirin ku tevî hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet, ew karê xwe berdewam bikin.

Kar ne tenê çalakiyeke fizîkî an jî rêyek ji bo peydakirina debara jiyanê ye; ew bingeha hebûna mirovahiyê û pîvana rûmeta kesayetî ye. Ji destpêka dîrokê heta îro, her tiştê ku li dora me heye ji avahiyên bilind heta pênûsa di destê me de, berhema keda kesên ku bi dilsozî xebitîne ye. Destên karkerekî ku bi heriyê an jî bi hesin re mijûl dibin, bi rastî nexşeya pêşketina civakê xêz dikin. Her pîşeyek, çi cotkarî be, çi hostatî an jî karkerî, parçeyekî jiyanê temam dike. Bêyî keda van destan, jiyan disekine. Kedkar bi xwêdana eniya xwe, ne tenê nanê xwe, lê rûmeta xwe jî qezenc dikin. Civakeke ku naxebite, nikare pêş bikeve û bibe xwedî paşerojeke ronî. Kar, mirovan fêrî disiplîn, hevkarî û berpirsiyariyê dike.

Di derbarî rewşa kar û bazarê de firoşkarê bi navê Mihsin Ebo û Hiznî Ehmed ji Rojnameya me re axivîn.

Bi hatina havînê re gel dest bi çandina sebzeyan dike

 

Firoşkarê şitilgehên sebzan Mihsin Ebo diyar kir ku di jiyanê de her mirovek bi şêwazekî cûda kar dike, kedê dide da ku debara jiyanê bike û wiha got: “Ez ji gundê Pilêsiyê me rojane têm bajarê Dêrikê da ku şitilgehên sebzan bifroşim. Sala 2024’an cara yekem ku min şitilgeh ava kir û şitil çandin û berê xwe da bazara Dêrikê û firotin. Niha jî demsala havînî tê û dema çandina meywe û sebzeyaye, him şêniyên bajêr him jî yên li gundan dest bi çandiniyê dikin ji ber ku dema çandina meywe û sebzeyan diyare. Sala borî ji ber ziwahiya zêde min meştel neçandin, îsal jî min gelek şitilgeh çandine lê kirîna wan gelek kême, ji ber ku baran zêde bariye û hîn jî dibare lewma derfetê nade gel ku tu tiştî biçîne. Ev yek dibe asteng li pêşiya karê me ku daxwaz li ser meştelan nemîne û di encamê de bandorê li aboriya malbata min dike.”

Mihsin Ebo axaftinên xwe wiha domand û got: “Ez bi destê xwe van şitlan diçînim, destpêkê ez tovikan tînim û yek bi yek di kîs yan filînan de diçînim û cihekî taybet wek hingaran ji bo wan çêdikin û rojane av didin heya ku dibe demê wê ez êdî berê xwe didim bajêr da ku bifiroşim. Şitilgehê min him gulin, tuyê Şamî, îsotê tuj û yê şîrîn, bacanê sor û reş, xiyar û girêtî ne, her yek ji wan demekî wê heye.  Bacana reş û îsot qayîmin divê mirov hinekî zû wan biçîne, lê yên din zû derdikevin heya hinek dem dibûre em nû diçînin. Her yek ji wan nirxên wan li gor bizrê waye, dema tovika baş be hinekî buhaye, lê tovika xumalî arzane di encamê de bi arzanî tê firotin jî. Raste ev kar karekî mişûlahiya wê heye lê ji bo me xwedî wateye ku hîn em çanda xwe berdewam dikin.”

 Jiyan bê ked bi rêve naçe

Firoşkarê Meywe û sebzeyan Hiznî Ehmed diyar kir ku ev 4 sal in ew vî karî dike û wiha got: “Ez ji gundê Gerdemiyê me lê ji destpêka şoreşa Rojava ve min berê xwe da bajarê Dêrikê û li wir bi cih bûm heya roja îro. Ji ber ku temenê min ber bi mezin bûnê ve diçe ez nikarim karên din bikim, ev 4 salin min berê xwe daye firotina sebze û meyweyan, tu kar bê astengî nînin karê me jî di milê buha bûna nirxê wan de em astengiyan dibînin. Buhayê van meywe û sebzeyan di destê bazirganên Qamişlo de ye ew buha dikin û ew dadixin jî, ev yek zirarê dighîne me. Rojane ez erebeyan xwe datînim destpêka bajarê Dêrikê û karê xwe dikim, helbet buhayê meywe û sebzeyên ku ez difroşim ne wek ya bazarê ye, em neçarin hinekî buhayê wê daxin da ku gel berê xwe bide me. Di hemû demsaslan de em li ber erebeya xwe ne çi li ber sermê çi jî li ber germê, em her tiştî qebûl dikin da ku em hewcedarî tukesî nebin û pêdiviyên malbata xwe pêk bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.