Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo civakê zewaca di temenê biçûk de mirina belaş e

13/05/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Ehmed Hesen

Her çend qada zewacê ya ku îro bi awayekî bê pîvaneke diyar pêşdikeve, lê ew mafekî rewa yê civakê ye û nabe ku bêmafî lê were kirin, lê ya ku dibe ne yasayî û dûrî pîvanan dikeve, çaxa ku dîyardeyên zewaca di temenê biçûk de diqewimin, taybet di rojhilata navîn de ev rastî pir li pêş e, di bin navê saziya zewacê de bêmafiya herî mezin li zarok, ciwan û jinên ciwan tê kirin, ji ber ku qada zewacê ji pêwîstîyekê zêdetir veguheriye hebûneke li gorî kevneşopî û ziriyetê, vê yekê jî hiştiye ku zewacekî wiha tewş bibe sedema derketina gelek pirsgirêkên çandî û jiyanî, taybet di aliyê pêşvebirina nifşên civakî de di aliyê çandî de paşveçûneke mezin tê rûdan, bi qasî ku ev qada zewaca temenê biçûk zêde bibe, ewqas jî hêza zanebûna civakî ji dest dide û civak weke rastiyeke dubarekirî tê birêvebirin. Di heman demê ev yek bi xwe re gelek pirsgirêkên tenduristî û biyolojîk derdixîne holê û qada çareseriyan tengtir dike. Divê ev nifşên nû vê rastiya krîtîk baş têbigîhêjin ku mesele ne tenê zêdekirina ziriyeta malbatekê ye, ya girîng çawanîya naskirina têgihîştina rastiya malbat, hezkirin, girêdan, pîvan û hêza pêşxistina wê malbatê ye, mirov li şûna gotina malbat komîna biçûk bi nav bike jî, wê ne şaş be. Ji bo avakirina malbateke xwedî pîvanên azad divê civak û ferd jî xwediyê wê qabiliyetê bin ku bikaribin di asta zanebûna exlaqî û mafdarî de têgihîştina xwe xurtir bikin, da ku bikaribin rê li ber pirsgirêkên tenduristî, kêm perwerdekirina zarokan, paşketina asta zanistî ya malbatê û şaşîtîyên wê bigirin. Ev yek jî pêwsîtiya xwe bi şoreşeke zanistî ya domdar heye ku civak her kêlî xwe ji kevneşopiyan bide şûştin û li pey azadiya rasteqîn a xwe bigere. Di heman demê li gorî şert û mercên jiyanê derfetan biafirîne, cihên perwerdekirina zanistî taybet ji bo ciwanan û jinên ciwan pêş bixe, li şûna ku ciwanekî hîna têgîna malbat tênegihiştiye û di nava heyecana xwe de dibe sedema şaştiyên stratejîk, diviya bû bi astekî zanatir û li gorî azadiya ferd bikarîba bibûya xwedî avakirina malbateke zanatir, pêşketîtir û azadtir.

Ev yek jî hewcedarîya xwe di astekî bilind de bi pêşxistina derûnî û zîhniyeta civakê li gorî van şert û mercan heye

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.