Stêrk Mihemed/Qamişlo
Bi hatina hikumeta demkî li ser desthilatdariya Sûriyê kirîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û asta buhaya pêdiviyên jiyanê bilindtir dibe. Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ji ber buhaya zêde rewşa wan a jiyanî pir xerab bûye.
Li Sûriyê pirsgirkên aborî gelek zêde bûne ev yek jî dibe sedema pirgirêkên jiyanî di nava gel de. Herwiha bi guhertinên di Sûriyê de çêbûne gel hêvî dikir ku rewşa wan a aborî were guhertin û baş bibe, lê di dema niha de tê dîtin ku di Sûriyê de kirîza aborî a kûrtir e derbas dibe. Li Rojavayê Kurdistanê jî piştî pêvajoya entegrasyonê rewşa jiyanî zehmetir bûye.
Rewşa jiyanî di serdema rêjîma Bass de
Sûriyê di serdema Rêjîma Baas de di rewşek aborî ya xerab re derbas dibû, gel bi xizanî, bihabûn, kêm derfet û nebûna kar re rû bi rû diman. Ji dema hatina Rêjîma Baas li ser desthitdariya Sûriyê û heya roja ruxandina wê, gelê Sûriyê bi tevahî netew û pêkhateyan di aloziya abûrî re derbas dibûn. Gelê Sûriyê ne tenê bi pirsgirêkên leşkerî, kêm ewlehî, mudexeleyên dewletên cûda, bombebarankirin, lê belê bi pirsgirêkê jiyanê yên mezin jî iyan dikirin. Buhaya xwarin, nan û sûtemeniyê gelekî bilind bibû, li bermaberî wê aste xizaniyê di nava gel de gelek zêde bibû. dikare were gotin ku Sûriyê bi qasî ji gel re di serdema rêjîma baas bû cihê mirinê nebû cihê jiyanê. Herwiha ev yek di dema hikumeta nû de jî tê dîtin.
Piştî hatina hikumeteke demikî rewşa Sûriyê çawa bû?
Di 8’ê Kanûna 2024’an de Rêjîma Baas piştî desthilatdariya zêdetirî 60 salî hate ruxandin. Piştî hilweşîna baasê hikumeteke nû hate ser desthilatdariya Sûriyê (hikumeta demkî ya Sûriyê) gelê Sûriyê bi hatina hikumeteke nû re gelek hêvî dikirin ku wê pêşeroja Sûriyê ronî bibe. Lê belê dema ku mirov li pratîka hikumeta Sûriyê meyza dike, tê xuyakirin ku tenê navê desthilatdariya li ser Sûriyê hatiye guhertin. Ji ber ku rewşa Sûriyê di milê aborî, civakî, jiyanî û hwd… weke xwe berê ye. Herwiha buhabûn her ku diçe zêde dibe, rêjeya buhaya sûtemenî, nan, elektirîk her ku diçe bilind dibe. Gelek karmend bê kar mane û fonê wan nayê dayîn ev yek jî di nava gelê Sûriyê de neqebûlkirineke mezin derxist pêş. Di heman demê de ji bo redkirina vê buhayê xwepêşandan li Şam, Humis, Hema, Qeqa, Tebqa û herêma Cizîrê jî rabûn. Gel ji ber birçîbûnê û buhayan gelek gazinan dikin, lê belê hikumeta demkî a Sûriyê ji wan re nebe bersiv û pirsgirêkê wan ya jiyanî çareser neke.
Herwiha ji 29’ê Çileya 2026’an de Rojavayê Kurdistanê di pêvejoya entegrayonê bi hikumeta demkî a Sûriyê re derbas dibe. Beriya ku li Rojava entegrasyon çêbibe rewşa aborî û buhayê li gorî derfet û karîna gel bû. Lê belê piştî ku entegrasyon çêbû rewşa jiyanî û aborî li herêmê hate guhertin, rêjeya buhayê bilind bû û gelek pêdivî û amûrên sereke di jiyanê de buha bûn, ev yek jî dibe sedema gazinên gel.
Di vê çarçoveyê de şêniyên Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn û nêrînên xwse anîn ziman.
‘Li Sûriyê debara jiyanê zehmet bûye’

Welatiyê bi navê Ebdullah Tahir diyar kir ku buhabûn zêdeye û dahat pir kêm e û wiha got: “Piştî hatina hikumeta demkî li ser desthilatadariya Sûriyê biryarên nû ji aliyê wê ve hatin derxistin, weke buhabûna nan û sotemeniyê, ev yek jî bandoreke mezin li ser rewşa gel ya jiyanî û aborî dike, ji ber ku li kêleka buhabûnê tu dahatiyên me yên cûda tune ne da ku em pê debara xwe bikin, ev jî dibe sedema alozî û zehmetiyên jiyanê ji tevahî gelê Sûriyê re. Debara jiyanê li Sûriyê gelek zehmet bûye, ev yek jî dibe sedem ku gelê Sûriyê ji welet xwe derbikeve û biçin li welatên dîtir kar bikin da ku bijîn.”
‘Rewşa buhayê ji bo welatiyan bûye rojeva sereke’

Welatiyê bi navê Mesûd Temê destnîşan kir ku ew bi zehmetî pêdiviyên jiyanê peyda dikin û wiha pê de çû: “Min di nava bajarê Qamişlo de besteyek xwe ya biçûk daniye û li gorî hemû zhmetiyan em hewil didin ku pêdiviyên xwe pê derbas bikin, lê piştî van buhabûna ku li Sûriyê çêbûye, em nikarin debara û xwastekên xwe pêk bînin. Ji ber ku gelek amûr ji herêmên cûda derbasî herêmên me dibin. Rêjeya buhaya nan, pêdiviyên sereke yê jiyanê û sotemenî gelek bilind bûye, lê beramberî wê derfet û karîna gelek gelek kêm e. Rewşa buhayê ji bo welatiyan bûye rojeva sereke were çareserkirin û kesên têkildar bibin bersiv ji vî gelî re.”






