Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ednan Berî: Perwerde xaleke sereke ji peymana 29’ê Çileyê ye

13/05/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ednan Berî: Perwerde xaleke sereke ji peymana 29’ê Çileyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Aryen Hesen/Hesekê

Rêveberê Perwerdê yê Parêzgeha Hesekê Ednan Berî  Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha got: “Di peymana 29’ê Çileyê de xala herî sereke û girîng perwerde û zimanê Kurdî ye.”

Di nava salên 2025-2026’an de rewşa perwerdê li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa şer, êriş û koçberiyê ji salên xwendinê yên borî cûdatire. Xwendekar ji dibistan, paymangeh û zanîngehên xwe qûtbûn û vê yekê jî bandoreke mezin li ser rewşa perwede û pêşaroja wan kir. Ji bo vê jî, ji bo berdewamkirina xwendinê û avakirina jîngeheke guncaw ji xwendekaran re di 29’ê Çileya 2026’an de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de peymanek hate îmzekirin, yek ji bendên sereke yê vê peymanê rewşa perwerdê û xwedinê bû.

Di vê derbarê re Rêveberê Perwerdê yê Parêzgeha Hesekê Ednan Berî ji Rojnameya me re axivî.

‘‘Rewşa xwendinê hatiye guhertin’’

Rêveberê Perwerdê yê Parêzgeha Hesekê Ednan Berî destnîşan kir ku rewşa perwerdê îsal ji salên borî cûdatire û wiha domand: “Rastiya perwerdê di sala 2025-2026’an de ji ber guhertinên siyasî û rêveberî yên ku herêmê têre derbas bûne tê dîtin ku rewşa perwerdê ji salên borî cudatire, ji ber ku bandora pêvajoya ku herêm tê re derbas bû li ser perwerdê kiriye. Bajarê Hesekê û Qamişlo berê di warê perwerdê de gelek zehmetî û êş dikşandin ji ber vê yekê bandorek neyînî li ser aramiya perwerdê dihat kirin. Lê belê ev rewş îro hatiye guhertin em hewil didin ku hawîrdorek aramtir ji bo xebata perwerdê ava bikin.”

 ‘Di peymana 29’ê Çileyê de xala sereke perwede û zimanê Kurdî ye’

Ednan Berî da zanîn ku bi entegrasyonê re rewşa saziyên perwerdê tê guhertin û wiha anî ziman: “Di pêvejoya entegrasyona di navbera QSD’ê û hikumeta demkî a Sûriyê de yekkirina saziyên sivîl, leşkerî  bû û yek ji qadên sereke qada perwerdê bû ku ev xala herî sereke di nava civakê de ye. pêvajoya entegrasyonê di du aliyên sereke de dimeşe. Ya yekem bi bernameyên minhac û ziman ve girêdayî ye û ya duyem jî bi aliyê rêveberî û mekanîzmayên kar ve girêdayî ye. Makanîzmayên rêveberî yên di navbera Desteya Perwerdê û Rêveberiya Perwerdehiyê ya li Hesekê de berê hatine yekkirin û hejmarek ji kompleksên perwerdehiyê hatine yekkirin. Pêvajoya entegrasyonê dê piştî çareserkirina dosyaya bernameyên waneyan yên perwerdê ji bo sala perwerdê ya bê were bidawî kirin.”

‘Hejmara memosteyan li parêzgeja Hesekê 33 hezar e’

Ednan Berî diyar kir amadekarî ji bo ezmûnan tê kirin û wiha got: “Piştî yekbûnê hejmara mamosteyan li parêzgehê gihîştiye nêzîkî 33,000 mamosteyan, û hewcedariyek berdewam heye ku karmendên perwerdeyê werin xurtkirin pêvajoya belavkirina mamosteyan di nav dibistanan de dê li gorî pisporiyan û li gorî fakulteyê wan werin pejirandin, çi di zimanê Kurdî de be û çi jî d warê zanistî de be. Desteya perwerdê bi sazkirina navendên azmûnan amadekariyên xwe bi tevahî temam kirine wê di destpêkê de xwendekarên amadehî û navîn bigirin ji ber ku ev qonax yê herî sereke di asta perwerdeyê de ne. Desteyê dê di 4 mehên mayê yê sala xwendinê 2026’an de,  ji bo yekkirina mekanîzmayên xebatê di navbera 16 kompleksên perwerdehiyê de, ji bo amadekariya destpêkek rêxistinkirî a sala nû ya xwendinê, di nav de çêkirina dibistanan, peydakirina pirtûkan û temamkirina pêdiviyên perwerdehiyê, bixebitin.”

 ‘Ji bo dosyo zimanê Kurdî komîteyek hatiye avakirin’

Ednan Berî tekez kir ku xwendekarên ku li dibistana rêjîmê de dixwandin wê çareserî ji wan re were dayîn û wiha pê de çû: “Ew xwendekarên ku berê di dibistanên rêjîmê de dixwandin wê di têstên cerbandinê re derbas bibin bi armanca naskirina asta xwendekaran, di heman demê de wê perwerdê ji wan re werin dayên da ku dûrxistina wan ji ber pêvajoya guhertin û şer were dagirtin. Herwiha ji bo dosya zimanê Kurdî komîteyeke danûstandinan li ser vê dosyayê dixebite, ku wezareta perwerdê bi awayekê erênî nîşan daye ku encamên van nîqaşan dê di dema pêş de eşkere bibin, ku dê taybetmendiyên peymana dawî ya li ser minhac û ziman diyar bike.”

 ‘Em roja zimanê Kurdî li tevahî gelê Sûriyê pîroz dikin’

Rêveberê Perwerdê yê Parêzgeha Hesekê Ednan Berî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mamoste bi berdewamî hewcedarê şopandina rêbazên nûjen di perwerdehiyê de ye, çi ji aliyê lêkolînê ve çi ji aliyê teknîkî ve. UNICEF di vî warî de kursên perwerdê pêşkêş dike ku bi awayekî erênî beşdarî piştgiriya entegrasyona mamosteyan û pêşxistinên wan bûne. Bi nêzkbûna roja zimanê Kurdî em dibêjin ziman nasnameya pêkhateyan temsîl dike û mafê hemû pêkhateyan heye ku zimanên xwe bi kar bînin, Sûriyê bi cûrbûyîna pêkhate û netewên xwe ve tê naskirin. Herwiha bi nêzîkbûna Roja Zimanê Kurdî em vê boneyê li hemû gelê Sûriyê pîroz dikin. Parêzgeha Hesekê di salên dawî de gelek êş kişandiye û xwendekaran bedêla wan rewşan dane, lê belê qonaxa bê dê pêşketinek berbiçav were dîtin. Asta perwerdê li Hesekê dê ber bi astek bilind ve biçe ku wê mîna parêzgehên din bibe, di heman demê de em kêmasiyan di wî warî de qebûlnakin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.