DILYAR CIZÎRÎ
Di çend rojên dawî de mijara arma dadgeha Hesekê bi awayekî berfireh bû rojeva gelê me, yê Rojavayê Kurdistanê. Di vê mijarê de ciwanên kurd û bi taybet li bajarê Hesekê bi israr çend caran arma zimanê kurdî tê de tune bû anîn xwarê. Ew mafekî rewa ya gelekî bi salane tekoşînê dike. Gelekî li dijî DAIŞ’ê û hemû cûreyên komên tundrew şer kiriye, ye. Mijara nasname û hebûnê ye.
Tesadife gengeşeya dadgeha Hesekê, guhertina navên gund û bajarokan li Kobanê û hin mijarên din di demekê de pêşwazîkirina 15’ê Gulanê roja zimanê kurdî nnêzîk bûye, pêk hat. Mijarên em behsê dikin, asta zihniyeta hikûmeta demkî û nerîna wê ya teng nîşan dide. Di piratîka xwe de xeta rêjîma Baas dewam dike. Nikare di xwe de guhertinan ava bike, nikare hebûna gelê kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê qebûl bike. Ev mjara herî xeternake!.
Di vir de pirsyar ew heger gelê kurd bi temamî entegre bû û wekî hikûmeta demkî dibêje, çek tenê di destê dewletê de bimîne, gelo dê kî parastina gelê kurd û hebûna wî bike. Dê kî parastina xiristiyan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê bike. Me alîgirên hikûmeta demkî li Perava Sûriyeyê, Siwêda û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyeyê dîtin. Me asta hovîtî, kuştin û wêraniya bi destê endamên wan têne kirin jî dît.
Ji lewma divê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û tevahî pêkhateyên din ên Sûriyeyê di vê mijarê de baldar bikin. Hêza xwe ya parastin û rêxistinbûnê ji dest bernedin. Hin derdor dibêjin ma dê kî barê şerekî din hilbigre. Ew nerîneke heta radeyekê raste, lê dema hikûmet ji bermahiyên Baas û cîhadistên DAIŞ’ê û Cebhet El Nesra be, tirsek mezin li ser hebûn gelê me heye. Divê gelê me baldar be, rêxistina û sîstema xwe ya parastinê bi hêz bike.
Rayedarên Rêveberiya Xweser û QSD’ê çiqasî tekoşîna aramiyê bidin meşandin, bi vê hikûmeta heyî re, şerek li ber deriye. Heger dewleta Tirk û HTŞ’ê civaka navdewletî razî kir, dê yekser bi navê Artêşa Sûriyê êriş li dijî Rojava pêk were. Na heger civaka navdewletî û hin welatên din karibin riya êrişeke nû asteng bikin, Ihtîmala mezin bi navê eşîrên ereban êrişeke berfireh bidin destpêkirin.
Êrişa çend roj berê li ser bendên kontrolê yên Asayşê li nêzî bajarê Til Berek gavekî wê ye. Li aliyekî din hin deng derdikevin dibêjin gerek gelê kurd tekoşîna aştiyane li Sûriyê bidin meşandin. Ew ê çi tiştekî xweşik ba, lê bawer bikin, bi vê hikûmetê û piştevanê wê dewleta Tirk re, ev ne pêkane.
Ji bo vê jî divê em hinekî vegerin lêkolîna wan. Mane ew in ên di şerê Helebê yê destpêka hilweşîna rêjîma Essd de sembolên DAIŞ’ê li ser mile xwe kirin. Mane ew in ên sembol û cilên DAIŞ’ê li xwe kirin û êrişî Perava Sûriye û Siwêdayê kirin?. Mane ew in ên bi xwîneke sar ciwanên elewî li Perava Sûriyê li ber kamîreyan tesfiye kirin?
Ew in ên ciwnên durzi revandin û li kolanê ew bi cih kirin. Îcar di rewşa heyî de divê em karibin eniyeke sûrî ya hêz li dijî vê desthiladariyê ava bikin.






