Hemza Sêvo/ Qamişlo
Berpirsê Ofîsa Têkiliyan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso da zanîn ku ji ber bêaramiyê û hebûna dewleta Tirk û komên çete, koçber nikarin herin Serêkaniyê. Îso destnîşan kir ku hebûna dosya koçber û kampan tê tekezkirin ku hîna Sûriyê derbasî qonaxa veguhêz nebûye, herwiha rêxistinên mirovî derbarê destekdayîna koçberan de, ne li gorî zagonên Neteweyên Yekbûyî tevdigerin.
Dosya Serêkaniyê û koçberên wê carcarn dimîne dosyeke jibîrkirî û carnan jî dosyeke cihê nîqaşê, li hêlekê xwesteka koçberên wê ya vegera bi ewle heye, li kêleka din hewildanên cihê eleqedar têne kirin, derbarê heman mijarê berpirsê Ofîsa Têkiliyan a Komîteya Koçberan a Serêkaniyê Ciwan Îso bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Hûn rewşa Serêkaniyê li aliyekî û li aliyê din rewşa koçberên wê di dema heyî de ji aliyê ewlehiyê ve çawa dinerxînin?
Rewşa Serêkaniyê piştî hat dagirkirin pir xerb bû, binpêkirinên li dijî mafên mirovan li xelkên bajêr û gundewarê wê pêkhatin, ew binpêkirin jî derheqê zagonên navdewletî ji bo parastina sivîlan bûn. Siyaset û kiriyarên dewleta Tirk a dagirker di hundirê Sûriyê û herêmên dagirkirî bi tevahî de zelal bû. Siyaseta dewleta Tirk û plana wê ew bû ku xelkên resen ên herêman ji warên wan derxin herwiha rewşa leşkerî û siyaseta dewleta Tirk li gor berjewendiyên dagirkeriyê were meşandin. Ji ber vê siyasetê ji sedî 85 xelkên Serêkaniyê li derveyî herêma xwe bûn koçber. Di van salan de gelek sûncên şer derheqê mirovan li Serêkaniyê çêbûn. Piştî guhertina ku li Sûriyê çêbû jî rewşa koçberan û Serêkaniyê weke xwe ma. Hikumeta demkî ji bo çareserkirina dosya koçberan soz dan, lê ew soz pêknehatin. Piştre peyman hatin îmzekirin weke ya 10’ê Adarê, lê hikumeta demkî peyman jî bi cih neanîn. Dagirkeriya Tirk li Serêkaniyê weke xwe ma, rewşa siyasî, ewlehî, leşkerî, rêveberî, zagonî û hwd… weke berê dewam kir û tu guhertin çênebûn. Ew saziyên dagirkeriyê ku em fermiyetê nadin wan, herwiha girûpên çete di bin siya dagirkeriya Tirk de bûn, hîna li cihê xwe mane.
-Tevî ku lihevkirina 29’ê Çileyê hat pêkanîn, hîna dosya koçberên Serêkaniyê çareser nebûye, kî berpirsyar e ji vê siyaseta ku tê meşandin?
Piştî ku peymana 29’ê Çileyê de hat îmzekirin, rewşa Serêkaniyê hinekî sistbûnek pê re çêbû, ew sûnc û kiriyarên dihatin kirin heya radeyekê rawestiyan, lê dîsa mal û milkên şîneyên Serêkaniyên di destê komên çete û malbatên wan de ne, piraniya wan kesan jî biyanî bûn û heya niha jî di Serêkaniyê û gundên wê de ne. Tu kes di dema heyî de nikare here Serêkaniyê, rê girtî ne, rewş aram nebûye û veger tune ye, tenê hin malbat serlêdana malên xwe kirin û dîsa vegeriyan, ji ber ku rewş ji aliyê ewlekariyê de ne aram e, xelk rastî êrişan tên. Em dizanin ku hîna şert û mercên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê li warên xwe pêknehatine. Beriya demekê çend malbatên ku li Serêkaniyê û gundewarên wê bi cih bûbûn, ji malên xelkên resen derketin, beriya ku derkevin, malên sivîlan talan û wêran kirin û paşê derketin, hîna jî ev yek heya radeyeke kêm derdikevin. Ev yek jî nameyekê dide ku ew naxwazin koçberên Serêkaniyê vegerin cih û warê xwe. Rewşa Serêkaniyê heta îro jî ne zelal e, ne aram e, gelek tişt pêwîst in peyda bibin da ku koçber vegerin warê xwe. Koçberên Serêkaniyê di kampên Waşûkanî, Newroz, Serêkaniyê, gund û bajarên kantona Cizîrê de ne, rewşa mirovahî, xizmetguzarî, tenduristî û hwd… ne baş e, ev tişt jî gelek caran hatiye gotin û bi belgeyan her tişt diyar dibe. Berî çend rojan me hevdîtin bi birêz Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed re kir, wan gotin ku dosya koçberan nehatiye girtin, her tim nîqaşên wan bi hikumeta demkî re tên domandin herwiha wan dan zanîn ku divê dosya koçberan û kampan bên çareserkirin, ji ber ku bi hebûna van dosyayan tê tekezkirin ku kirîza Sûriyê hîna çareser nebûye, hem jî hîna Sûriyê derbasî qonaxa veguhê ya nû nebûye. Ev yek ne tenê li Serêkaniyê derbasdar e, lê belê li hemû deverên dagirkirî pêkan e, ji ber ku hikumeta demkî girîngiyê nade dosya koçber û kampan.
-Vegera koçberan dosyeke mirovî ye, hikumeta demkî çawa ji bo vê mijarê tevdiger, hewiha çi kar û xebat ji hêla Komîteya Koçberên Serêkaniyê ve tê kirin da ku koçber vegerin warê xwe?
Koçber gelekî dixwazin vegerin xaka xwe, em weke Komîteya Koçberên Serêkaniyê, gelek hewldanên me hatin û têne kirin ji bo vê dosya mirovî. Gelek xebat û danîna têkiliyan ji hêla komîteyê ve hatiye kirin, me civîn rêveberiya QSD’ê, parêzgehê Hesekê, Rêveberiya Xweser û şandeya hikumeta demkî ya Sûriyê re li dar xistin. Hikumeta demkî dibêje hîna Serêkaniyê bi temamî ne di bin kontrola me de ye, lewma rola dewleta Tirk a dagirker li pêş e, hebûna dewleta Tirk astengiyek pir mezin e li pêşiya vegera koçberan, destê dewleta Tirk hişt ku ji destpêka kirîza Sûriyê, qeyran zêdetir bû. Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurd bê serwerî bin û guhertina demografî li bajarên Kurdan pêkwere. Dagirkeriya Tirk Serêkaniyê weke rehîneyekê di destê xwe de girtiye. Ji destpêkê de Komîteya Serêkaniyê bi beşa xwe ya zagonî ve, gelek name û belgenameyên hiqûqî yên derbarê sûcên şer û pirsgirêkên koçberan ji gelek deveran re şandin, nemaze; Amerîka, welatên Ewropî, Rûsya, welatên Ereban û hwd… Di heman demê de me têkilî bi parlementoyên Ewropî re mîna ya Espanya kir, gelek hevdîtinên me bi rêxistinên navdewletî re yên ku dihatin vir pêkhatin. Me rapor da radestî gelek aliyên navdewletî, me ji wan re digot va ye hûn her tiştî bi çavên xwe dibînin ku mafê gelekî hatiye xwarin û divê ew maf veger. Tişta ku li Serêkaniyê hatiye pêkanîn ji kiriyaran, sûcên şer in û binpêkirina mafê mirovan e. Gelek raporên navdewletî jî hatin derxistin mîna rapora Humen Rights Watch û hin rêxistinên din, wan tiştên heyî ji rewşa Serêkaniyê û koçberên wê derxistin. Mixabin rêxistinên navdewletî ji bo vê dosyayê dibêjin em kar dikin, lê li ser rûyê erdê gavên berbiçav navêjin û bêdeng dimînin. Kampên koçberan ên Serêkaniyê dibin şahid ku rola rêxistinan di warê destekdayîna koçberan de gelekî kêm bû, van rêxstin û saziyan nebûn alîkar tevî ku li gorî zagona giştî ya Navneteweyên Yekbûyî destekdayîna koçberan dibe erka wan. Li gorî kar û berpirsyariya rêxistinan divê bi rengekî xweser li dosya koçber û Serêkaniyê binerin, lê li gorî analîz, lêkolîn û nirxandina me ji nêzbûna van rêxistinan re tê tekezkirin ku mafên koçberan hatin xwarin, rêxistinên mafên mirovan nikarîbûn li kêleka koçberan biskinin, wan tu gav ji bo vê dosyayê nediavêtin, lewma koçber bûn qurbaniyên bazarên siyasî, ev komîteyên mirovî hebûn diketin bin bandora qeydên siyasî. Di dema heyî de kar û xebat, herwiha têkilî û hemahengî ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan tên domandin, em bi hêvî ne ku kesên di Serêkaniyê de derkevin, rewşa giştî aram bibe vegereke biewle, giştî û birêxistinkirî çêbibe. Ev yek jî ne diyar e ku wê kengî pêkwere, dibe di roj, heftî û mehên pêş de çêbibe.






