Ronahî Sadûn/Qamişlo
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku peymana 29’ê Çileyê li ser bingeha entegrasyona demokratîk pêkhat, lê nêzîkatiyên hikumeta demkî ji têgeha entegrasyonê re cudayî nêzîkatiyên wan e. Hikumet dixwaze bi siyaseta navendî ber bi navendîbûneke mezin ve here û serweriyê li ser hemû erdnîgariya welat bike û got, “Em ji bo jiyaneke hevbeş, pêşerojeke aram di çarçoveya hiqûq û nivîsandina destûreke nû de, gavan davêjin.”
Derbarê peyman 29’ê Çileyê û entegrasyona demokatîk, hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Xerîb Hiso bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Hûn pêşveçûna peymana 29’ê Çileyê çawa digrin dest û sedema derengxistina pêkanîna xalên peymanê çi ne, herwiha peyman li ser bingehê entegrasyona demokratîk e, hikumeta demkî bi çi zihniyetê nêzî entegrasyonê dibe?
Di 29’ê Çileyê peymanek di navbera Serokkomarê hikumeta demkî ya Sûriyê û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî de, hat îmzekirin. Ev li gorî şert û mercên roja îro peymaneke nû bû, ne berdewamkirina peymana 10’ê Adarê bû. Ji ber ku peymana 10’ê Adarê hate binpêkirin, piştî wê şer, pevçûn û êriş zêde bûn. Ji bo ku ev şer û pevçûn werin rawestandin û dijminatî di navbera gelên Sûriyê de çênebe, hewcedarî bi peymana 29’ê Çileyê hebû. Ev peyman mijareke nû jî derxiste pêş, ew jî mijara entegrasyonê ye. Ev mijar li gorî şertên Sûriyê û herêmê, peyv û têgîneke nû ye ku berî niha çênebûye. Armanc ew e entegrasyona ku dê çêbibe, vê carê bibe nimûneyek di navbera gelan de. Taybet dewletên ku gelek çand û gelan di nav xwe de dihewînin, ji bo ku ev dewlet bibin ya van çand û gelan, hewcedariya wan bi entegrasyonê heye. Da ku ev pirrengiya çandî bi hev re lihevhatî û danûstendinekê di çarçoveya jiyaneke ku edalet û wekhevî tê de hebe, çêbike. Di heman demê de, divê hiqûqê her kesî bê parastin. Ev entegrasyoneke demokratîk e. Entegrasyona demokratîk pêdiviya xwe bi avakirina welatekî pêşerojê heye ku van çand û gelan di çarçoveya hiqûqê de biparêze. Li ser vê bingehê ev peyman hate îmzekirin. Lê mixabin hikumet bi şêwazekî din nêz dibe ku dixwaze bi siyaseta navendî ber bi navendîtiyekê mezin ve here û di serweriya vê welatî de destwerdan li ser hemû erdnîgariya welêt bike. Herwiha entegrasyonê weke taktîk bikar tîne, şêwaz û siyaseta vê taktîkê jî roj bi roj tê eşkerekirin. Ema şêwaza entegrasyoneke demokratîk ku em tê de gavan davêjin, rastî erênîtiyê tê, her kes wê qebûl dike, ji ber ku jiyaneke hevbeş û pêşerojeke aram tê de heye. Bi van gavan em ber bi hiqûqê, dewleteke hiqûqî û xwedî qanûn ve diçin, dewletek ku hemû çand tê de hebin û bibe nimûneyek ji bo çandên din.
Dibe ku di aliyê fikirî de em ne yek bin. Zehmetiya vê jî ev e ku aliyê li ser desthilatê di Sûriyê de, bi taybetî hikumeta demkî, xwedî hişmendiyek cîhadî, îslamî ya radîkal, olperest û nijadperest e. Em jî xwedî zihniyetek demokratîk, civakî, exlaqî, li ser edalet û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de ne û van nirxan didin pêş. Dibe ku gelek kes vê ecêb bibînin, ji ber fikrên ne wekhev in, lê dîsa jî bi hev re gavan davêjin. Lê em hêvî dikin ku ev lihevkirin bimeşe û biserkeve, ne ku di nîvê rê de were qutkirin. Heta niha hin gav di aliyê leşkerî û ewlekariyê de hatine avêtin, lê ev ne wateya ku her tişt bi dawî bûye ye, ji ber hîn gelek xal hene pêk nehatine. Entegrasyon divê tenê di asta gotinan de nemîne, bibe pratîk. Ji bo misogerkirina vê pratîkê jî pêwîst e ku destûrek nû ji bo hemû Sûriyê were amadekirin. Ev destûr divê maf û hiqûqên hemû pêkhate û gelên ku di hundirê Sûriyê de dijîn biparêze. Ji ber dema em danûstandinan dikin, armanc ne tenê derbaskirina demekê an qonaxekê ye. Ji qonaxê zêdetir, pêşerojek heye ku divê were avakirin. Di wê pêşerojê de jî divê mafên min û mafên hemû gelên din di çarçoveyek hiqûqî de, bên misogerkirin, lewra pêwîst e em bi nêrînek demdirêj lê binerin, ne bi nêrînek demkurt. Heger hikumeta demkî jî bi vî awayî dihizire ku tenê ji bo demekê, li gorî pêşketin û aloziyên ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe, xwe bi vê entegrasyonê biparêze û vê yekê wekî amûrek parastinê bibîne, ev dê bibe kêmasiyek mezin û hikumet nikare bi vî awayî biserkeve.
Hikumeta demkî kiryarên rêjîma Bass bi şêwazên cuda dûbare dike, bi taybet di milê paşguhkirina zimanê Kurdî, mijara jin, edalet û hwd… de. Li hemberî wê jî gel helwesta xwe nîşan da, hûn Îradeya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin?
Dema mirov li nêzîkatiyên hikumeta demkî meyze dike û helwestên ku jê derdikevin, ev ne kêmtir ji rejîma Baasê ye. Erê ew dibêje ez li dijî Baasê me, lê îro tiştê ku li ser erdê li hemberî îradeya me wekî Kurd tê meşandin, qanûna partiya Baasê li hemberî me tê bikaranîn. Çawa ku hikumeta Eseed a ku hatî rûxandin; maf, hebûn, dîrok, ziman û çanda gelê Kurd qebûl nedikir, ev hikumet jî heman şêwazê bikar tîne. Mînak, xeyrat û serweriya ku di Rojava de heye, ew dibêje hemû ji bo min e, lê nabêje ji bo vî gelî çi bikim. Ser erd û bin erd li gorî berjewendiyên xwe hesab dike, ne li gorî gelên ku di vê herêmê de dijîn. Mijara din jî a dîlgirtiyan e. Heta niha wan berdidin wekî ku minetê li me dikin. Lê dema lihevkirinek çêdibe, bi taybet piştî şerekî, yekser dîlgirtî têne berdan û cenazeyên şehîdan têne teslîmkirin. Lê ji 29’ê Çile heta roja îro, hîn dîlgirtî û cenazeyên şehîdan hene. Hîn jî gef û xîtaba kînê heye. Ev zihniyet ji ku tê? Ev zihniyeta Baasê ye. Kembera Erebî û Serhildana Qamişlo li ber çavên me ne. Guhertina demografîk a ku li Serêkaniyê û Efrînê hate çêkirin jî diyar e. Ev hikumet li hember van tiştan bêdeng e. Ambargoya li ser herêmên hene xwe pê nawestîne, lê di mijara dîlgirtî û radestkirina cenazeyên şehîdên me de xwe kilît dike û dixwaze şertan li me ferz bike. Dema ev tişt ji aliyê hikumetê ve derdikevin, diyar dikin ku ew jî qanûna Baasê pêk tîne. Ji bo dadê, zimanê Kurdî û her tiştê ku aliyê Kurdî pê ve girêdayî ye, li gorî zihniyeta xwe nêzîk dibe, ne li gorî wan taybetmendiyên herêmên Kurdî ku bi devê xwe jî dibêje. Ev siyaseta taktîkî xeter e. Dema ku dixwaze dozgerên Baasê vegerîne û wan li herêmên me wezîfedar bike, ev tê wê wateyê ku min qebûl nake, lê wan qebûl dike. Ez 15 sal in xwedî tecrûbeyeke mezin im. Di herêmê me de, sê ziman dihatin bikaranîn. Lê îro hikumeta demkî zimanê min layiqî min nabîne. Zimanê Kurdî layiqî civak, dîrok û hebûna Kurdî nabîne û nas nake. Heger erdnîgarî, hebûn û dîroka te tune be, zimanê te jî tune ye. Lê yên me hemû hene û ev ziman nasnameya me ye. Li ser tabloyekê zimanê Kurdî qebûl nake, lê çawa hikumet layiqî xwe dibîne ku zimanê Îngilîzî û Tirkî qebûl bike? Em ne li dijî zimanan in. Em rêzgirtinê ji hemû zimanan re digirin. Lê çima tu zimanê Erebî li min ferz dikî? Tevî ku ez di zimanê Erebî de jî kur im, dîroka wê dizanim û dixwînim, çima hikumetek zimanê min ê Kurdî nas nake? Ez Kurd im, li ser axa xwe me û di Sûriyê de dijîm. Ji bo Sûriyê jî temenekî mezin daye. Lê zimanê xerîban tê qebûlkirin, yê min nayê qebûlkirin. Ev dirûtiye. Bi vê dirûtiyê dixwaze rê li ber pratîkîkirina vê peymanê bigire. Tecawizek di vir de heye. Her çiqas ku di peymanê de ziman fermî an nefermî be jî, tiştê ku em dizanin ew e ku em wekî gel û civakeke Kurdî li vir hene. Di Sûriyê de netewa Kurd gelek e, lê çawa ziman tê înkarkirin û li ser tabloyekê zimanê min qedexe dikin? Ev tê wê wateyê ku tu hîn ne amade ye, di dewletê de guhertinê çêke. Hikumeta demkî ne ji bo veguhêzbûnê hatiye, ji bo ferzkirina zihniyeta hişk û navendîbûnê hatiye û xwe wekî hikumeta demkî û veguhêz ragihandiye.
Kî nizane ku jinan, bi taybetî jinên Kurd, têkoşîneke mezin kiriye û di van salên şer de temenê xwe dane. Lê li gel hikumetê mêr tenê dikarin her tiştî bikin. Lê ya mûcîze di hundirê Sûriyê de çêkir û pêşengiya van şoreşan kir, jin bû. Jina Kurd û Ereb li gel jinên din di nava YPJ’ê de beşdar bûn. Hikumeta demkî vê nabîne, an jî dibîne û li ser guhê xwe davêje. Ji ber ku civakeke bi edalet di navbera her du cinsan de qebûl nake, ev jî ji zihniyeta wê tê. Zihniyeta hikumeta demkî ne zihniyeta ku civakê hembêz bike ye, li dijî civakê ye. Kî ku li dijî jinan derkeve, mafê wê înkar bike û rastiya wê nebîne, ew nikare rastiya xwe jî nas bike. Heta ku îrade û zimanê gelekî ne fermî be, êriş dê zêdetir bibin, nakokî û dijminatî dê pirtir çêbibin. Ji bo ku em rê li pêşiya vê aloziyê bigirin, hiqûq bingehê vekirina rêya çareseriyê ye. Lê heta niha hikumet di mijara hiqûqî de gavên ciddî neavêtiye û behsa hiqûqan nake. Çima nake? Ma hikumet ji bo gelên Sûriyê ye an ji bo derve ye? Rejîma Baas 60 salan Sûriyê xiste xizmeta Îranê, ji ber ku hiqûq di Sûriyê de tune bû. Heke niha jî hiqûq tune be, Sûriyê dîsa xera bibe û ber bi tehlûkeyeke mezin ve here û weke laşekî bê ruh bimîne.
Wekî partiyên siyasî yên Kurdî helwesta we li hemberî nêzîkatî û hişmendiya hikumeta demkî çi ye û di demeke wisa hestiyar de çi ji partiyan tê xwestin?
Em wekî PYD’ê li hemberî van şaştiyên ku tên kirin bêdeng namînin û nêzîkatiyên şaş qebûl nakin. Erê rêveberiya me lihevkirin kiriye û hevîdtin çêdike. Em jî van lihevkirinan destek dikin û dixwazin pêşve biçin. Nêzîkî salekê ye ku bi erêkirina hemû partiyên Kurdî me şandeyek di hundirê Rojava de, ava kiriye. Her kes, heta hikumet jî, vê yekê dizane. Me gelek caran daxwaza civîn û danûstandinê kirine, lê bersiva fermî ji bo şandeya Kurdî nehatiye dayîn. Li kêlek vê tiştî ew dibêje “Kurd birayên me ne”! Biratiya bi vî awayî nayê qebûlkirin. Biratî ne bi tenê bi gotinan e, biratiya rast divê bikeve pratîkê. Li vir nêzîkatiyên hikumetê pir xeter derdikevin holê. Ji ber vê yekê em wekî PYD’ê dîsa li hev kom dibin û danûstandinên me bi hemû partiyên Kurdî re didomin. Her kes li bendê ye ku ev şande rojekê here Şamê û doza gelê Kurd bi vê hikumetê re bide naskirin. Ev hikumet Kurdan wekî doz nabîne, wekî pirsgirêkê dibîne. Lê Kurd di Sûriyê û Tirkiyê de, ne pirsgirêk in. Kurd di hundirê Sûriyê de hêzeke pêşerojê ne, hêzeke exlaqî û civakî ne ku dixwaze Sûriye bi aramî û aştiyê bijî. Herwiha doza gelê Kurd dozeke adil e û divê di çarçoveya destûrê de were naskirin. Lê hikumetê dixwaze rê li ber yekrêziya me bigire û dixwaze parçebûn di navbera me de çêbike, şandeyê belav bike. Ev jî bi gotinên ku “em birayên hev in” re li hev nayê. Tişta rast ew e ku em hemû pêkhateyên Sûriyê werin ba hev û pirsgirêkên di hundirê Sûriyê de bi hev re çareser bikin.






