Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2 kongreyên PKK’ê

13/05/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

PKK di navbera sala 1978’an û 2025’an de 12 kongre pêk anîn. Her kongreyek xwedî wateyeke cûda bû. Biryarên ku di van kongreyan de dihatin girtin, di têkoşîna Kurdan de serdemeke nû dida destpêkirin. Lê em ê 2 kongreyan esas bigirin. Kongreya damezirandina PKK’ê ya 27’ê Mijdara 1978’an û kongreya fesixkirina PKKê ya 5-7’ê Gulana 2025’an.

Beriya kongreya damezirandinê komek bûn. Hejmara wan jî gelek biçûk bû. Lê roj bi roj zêde dibûn.

Dema ku 26-27’ê mijdarê de li gundê Fîsê civiyan di destpêkê de partîbûna xwe destnîşan kirin. Piştre derbasî bernameya partiyê bûn. Em ê di vê kongrê de de biryarên aliyê îdeolojik, rewşa siyaseta demê, konjoktor û faktorên cîhanê ku hatin girtin, deynin aliyek. Em ê, bi tenê ji biryarek dest pê bikin; “Kurdistan mêtingeh e û divê rizgar-azad bibe.”

Rêwîtiya vê têkoşînê jî ji gundê Fîsê dest pê kir. Bi rêxistin bûn. Artêşek ava kirin. Şer kirin. Li akademî û li dibistanên partiyê perwerdeya siyasî û eskerî dîtin. Belav bûn, berê xwe dan nav gel û mezin bûn. Derbasî Ewrûpa bûn sazî û dezgeh hatin avakirin. Bi navê Med Tv şoreşek ava kirin. Derbasî Bakûr bûn bi navê HEP’ê partiyek legal ava kirin û derbasî siyaseta demokratîk bûn.  Li meclisa Tirkiyê siyaset li şaredariya xizmetên nasnameya Kurdî dest pê kirin. Li ser bigeh-paradîgma vê tevgerê li Rojava şoreş pêk hat û di şerê li dijî DAIŞ’ê de cîhan wan nas kir. Azadiya jinê li cîhanê belav kirin. Di xebatên dîplomasiyê de roj bi roj dostên Kurdan zêde bûn. Komployeke navdewletî bi ser wan de hat, lê wan ev berteraf kirin. Di warê ziman-çand-nasname de xebatên bêsekin dane meşandin. Girtin-şehadet-koçberî-sirgun ev rewîtiya azadiyê wan neda seknandin.

Dema sala 2025’an hat, êdî Kurd bûbûn xwedî nasname. PKK înkar, îmha û asîmîlasyona Kurdan dabû seknandin. Bi demê re li gorî konjonktura cîhanî guharîn di vê tevgerê de jî çêbûn. Di dewsa serxwebûnê de konfederalîzma demokratîk a gelan esas girt. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo gelên heremê bû hêviyek.

Di sala 2024’an ve dema li Rojhilata Navîn tevgerek nû çêbû, PKK ji bo xwe li gor vê serdemê tanzîm bike, biryarên nû girt.

Jixwe demek dirêj bû ji bo Kurdan plana têkbirinê dest pê kiribû. Ji bo Kurdan li Tirkiyê salên dijwar bûn. Siyaseta legal hatibû dorpêçkirin û zindan kirin. Li dijî gerîla êrişên Teknolojiyê û kîmyasal dihatin bikaranîn. Dixwestin gerîla bitemamî îmha bikin. Gerîla di tunelên şer de bersiv dida van êrişan û xwe diparast. Li aliyek jî gerîla xwe li gor şerê Dronan tanzîm dikir. Dema ku dewletê dît nikare îmha bike û gerîla ji xwe amadeyî operasyonên bi dronan dike, bi Rêber Apo re dest bi muzekerayan kirin.

Dema Rêber Apo dît ku li cîhanê şer derbasî şerê hîbrît bûne, xwest ku PKK jî derbasî qonaxeke nû bibe. Şer bide seknadin û xwe fesîx bike. Derbasî siyaseta demokratîk bibe.

Di 27’ê Sibata 2025’an de dema bangî rêxistinê kir, rêxistin dest bi amadekariya kongreya 12’an a dawî kirin.

Dema biryarên kongreya 12’emîn ya 5-7 ê Gulanê hatin parvekirin, di destpêkê de di civakê de hestyariyek belav kir. Piştî demek dema civak ku xwe komî serhev kir, dîtin ku PKK bi tenê ji 3 tîpan pêk nayê. Ew ji navê xwe wêdetir tiştek di nav Kurdan de afirandiye. Êdî Kurd, bûne Kurd.

Belê PKK bi kongra yekemîn şer dabûn destpêkirin û bi kongra dawî jî şer dabûn seknandin. Di vê kongrê de biryar ev e; Heta Kurdistan azad bibe wê têkoşîn bi ‘siyaseta demokratîk’ pêk were.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.