Ronahî Sadûn/Qamişlo
Gelê Kurd bi salan li dijî qedexekirin û siyaseta asîmîlasyonê têkoşîn ji bo zimanê xwe kiriye û heta îro jî vê têkoşînê didomîne. Ji bo Kurdan ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye, lê parçeyek ji dîrok, nasname û çanda wan e. 15’ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Di sala 1932’yan de ji aliyê rewşenbîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan û hevalên li Şamê Kovara “Hewarê” bi hejmara xwe ya yekem li taxa Kurdan li Çapxaneya Tereqî’yê, hate weşandin. Alfabeya vê kovarê bi tîpên latînî bû ku ev jî pêngeveka giring bû. Ji sala 2006’an pê de, gelê Kurd her sal 15’ê Gulanê, weke Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Ev roj ji bo balkişandina ser giringiya ziman û çanda kurdî hate hilbijartin. Ji ber ku gelê Kurd bi salên dirêj li dijî înkarkirina mafên ziman û nasnameya xwe ya çandî têdikoşe. Roja Zimanê Kurdî jî di çarçoveya vê têkoşînê de, ji bo balkişandina ser girîngiya ziman û piştgiriya jiyandina zimanê Kurdî, tê pîrozkirin. Di heman demê de ji bo kurdan ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye, di heman demê de parçeyek ji dîrok, nasname û çanda wan e. Ji ber vê yekê Cejna Zimanê Kurdî derbirîna xebata gelê Kurd e, ji bo parastina mîrata xwe ya zimanî û gihandina wê ji nifşên paşerojê re.
Celadet Bedirxan kî ye?
Celadet Bedirxan kesayetekî giring ê nûjenkirin û standardkirina zimanê Kurdî ye. Bedirxan zimanzan û rewşenbîrekî giring e ku alfabeya Kurdî pêş xistiye û pêşengîya nûjenkirina zimanê Kurdî kiriye.
Bi çoşeke mezin “Roja Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin
Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî, pîroz dikin. Herwiha çalakiyên curbicur li dar dixin. Di nav van çalakiyan de pêşbirkên ziman, panel, çalakiyên helbest û wêjeyî, şano, meş û hwd…hene. Ev çalakî ji bo pêşxistin û belavkirina ziman û çanda Kurdî, dibe alîkar. Di heman demê de çalakiyên dîtir, ji bo parastina mafên ziman û daxwaza qebûlkirina zimanê Kurdî wek zimanê fermî, tê lidarxistin.
Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e
Zimanê Kurdî ji binkomeke zimanên Hind-Ewropî ku beşek ji malbateke mezin a zimanan e. Kurdî li bakurê rojavayê Îranê, li başûrê rojavayê Ermenîstanê, li bakurê Iraqê, bakurê rojhilatê Sûriyê û başûrê rojhilatê Tirkiyê tê axaftin. Çanda Kurdî xwedî dîrok, wêje, muzîk û hunereke dewlemend e. Cejna Zimanê Kurdî derfetê dide ku ev mîrateya çandî ya dewlemend were parastin û ji nifşên paşerojê re were ragehandin.
Dewlemendiya Zimanê Kurdî
Zimanê kurdî ji pênc zaravayan; û ev zarava jî her yek di nav xwe de ji çend devokan pêk tên:
Dîyalekta Goranî; Ji Hewaramî, Kenduleyî û Bacelanî, pêk tê.
Dîyalekta Dimilkî/Kirdkî/Zazakî; Ji Dimilkîya Jorîn (Dêrsîm), Dimilkîya Navîn (Amed) û Dimilkîya Jêrîn (Ruha), pêk tê.
Dîyalekta Kurmancî; Ji Bahdînî, Botanî, Serhedî, Xerzanî, Berferatî, Silîvanî û Rojavayî, pêk tê.
Dîyalekta Kurmacîya Xwarê; Ji Kelhûrî, Feylî û Kirmaşanî, pêk tê.
Dîyalekta Kurmancîya Navendî; Ji Soranî, Mukrî, Silêmanî, Germîyanî û Erdelanî, pêk tê.
Çarçoveya siyasî û civakî
Roja 15’ê Gulanê di heman demê de sembola têkoşîna kurdan a bi salan e ji bo parastina mafên xwe yên zimanî û çandî. Ji ber vê yekê ev dîrok jî weke îfadeya têkoşîna kurdan a ji bo parastina mafên ziman û nasnameya xwe ya çandî, tê dîtin. Cejna Zimanê Kurdî îfadeya xebata gelê Kurd a ji bo parastin û zindîkirina mîrateya xwe ya zimanî ye. Ji ber ku di sedsala 21’emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê, gelek welatên cîhanê veguherîne goristana zimanan. Pergala netew-dewletê ya ku neyarê demokrasiyê ye, bi polîtîkayên qirkirina çand û zimanan jiyana yekzimanî li ser gelan ferz kiriye. Gelê Kurd jî bi tu awayî destûr nedane ku ev polîtîkayên yekzimanî pêk bên û zimanê Kurdî ji holê bê rakirin. Gelê Kurd her tim ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe daye û tu car nehiştiye ku zimanê Kurdî were jibîrkirin. Li hember hemû polîtîkayên tunekirinê, gelê Kurd, bi daxwaza azadiya çand, ziman û nasnameya xwe têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kiriye û vê têkoşînê hîna jî didomîne. Rêber Apo jî bi taybetî diyar dike ku “Mijara zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdeya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî hilberînî, wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Ziman veguhezêrê destpêkê û sereke yê civakîbûyînê ye. Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwîstiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Yên ku zimanê xwe nezanibin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin; nikarin bi tu kesan re rast û durist têkiliyan jî daynin û bi pêş bixin. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin, me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”
Pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî
Ji ber dagikirin û parçekirina Kurdistanê, herwiha meşandina siyaseta asmîlasyonê ya li ser gelê Kurd, bi milyonan zarokên Kurd ji mafê xwe yên zimanî bêpar
man û hîn jî dimînin. Lê ev maf, mafê bingehîn û gerdûnî ye û bi gelek peymanên navnetewî hatiye misogerkirin. Lewra heta ku hemû maf û azadiya gelê Kurd a çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn in, bi zagonan neyên mîsogerkirin, gelê Kurd dê li hemû qadên jiyanê di têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameya azad de, biryardar be. Ziman nîşaneya nasname û statuya siyasî ya gelan e. Ji ber vê jî, pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Di heman demê de, ji bo ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî bidawî bikin û perwerdeya bi zimanê dayikê bi zagonan were mîsogerkirin têkoşîna xwe xurt bike, pêşî li xwebişaftinê bigire û rê nede polîtîkayên bişaftinê.
Rewşa zimanê Kurdî bi taybet li Rojavayê Kurdistanê
Rojavayê Kurdistanê jî weke parçeyên din ên Kurdistanê bi salên dirêj rastî siyaseta qirkirina çandî, tunekirina hebûna gelê Kurd û pişaftina zimanê Kurdî ji aliyê sîstem û desthilatdaran ve hat, bi taybetî di çaxê rejîma Baas a hilweşiyayî de ku zêdetirî 60 salan desthilatdariya xwe domand. Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê “Şoreşa Rojava” di hemû qadan de guhertinên mezin pêk hatin, bi taybetî qada perwerdeyê ku ziman ji bo wê sereke ye. Gelek dibistan, peymangeh û zaningehên zimanê Kurdî hatin vekirin. Bi hezaran xwendekar dest bi xwendina Kurdî kirin. Ev destkeftiya herî mezin a ku bi saya xwîna bi hezarên şehîdan û berxwedana gelê Kurd pêk hat.
Di roja îro de jî Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û pêvajoyeke siyasî ya nû bi rê ve diçe ku ji 29’ê Çileyê ve entegrasyona bi hikumeta demkî ya Sûriyê re dest pê kiriye. Ji bo biserketina vê pêvajoyê û avakirina Sûriyeke pirreng, pêwîst e di serî de zimanê Kurdî fermî bê nasîn, wekî zimanê perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê bê pejirandin, hemû dezgeh û saziyên ziman û perwerdeyê bi awayekî demokratîk entegre bibin. Lê nêzîkatî û siyaseta hikumeta demkî ya Sûriyê, rêbazê rejîma berê ye ku ew jî dîsa dixwaze nijadperestî û yekzimanîyê li Sûriyê bi rê ve bibe û zimanên din tune bibîne. Lê gelê Kurd neteweyeke resen a vê axê û vî welatî ne, mafê wan heye ku zimanê wan di destûr fermî be.
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di demên borî de gelek zehmetî hebûn. Zimanê dayikê her dem qedexe bû. Piştgiriyeke dewletê ji bo zimanê Kurdî û zimanê dîtir tune bû û astengî gelek bûn. Lê di nava salên şoreş ê de, xebateke mezin ji bo zimanê Kurdî hate kirin. Yek ji destkeftiyên herî mezin ên şoreşê zimanê kurdî ye. Ne tenê ji bo zimanê kurdî, ji bo zimanên din ên li herêmê jî, rê hat vekirin. Lewma divê siyaseta yek çand, yek al û ziman, rabe û êdî zimanê Kurd bibe zimanê bingehîn û fermî di nava giştî Sûriyê û parçeyên din ên Kurdistanê de.






