Esma Mistefa
Rêklamên bazirganî rêbazek ji bo belavkirina berhemên bazirganiyê ye û xwe dispêre qanihkirin û provaksyonê. Balkêş e ku jin di van rêklaman de bi balkişandina ser laşê wê hêmana herî bi bandor pêktînin. Şîrketên rêklamê gelek caran bi zanebûn laş û hurguliyên cinsî wekî amûrek ji bo rêklamkirina hilberînên xwe derdixin pêş.
Ev îstismara li ser laşê jinan çiqas e? Û bi wan rêklaman dixwazin wêneyekî çawa derxînin pêş? Wêneya jinan a di rêklaman de û di zihniyeta civakî de çiqas li gorî wêneyê wan e? Berpirsiyariya civakî ya medyayê li hember vê bikaranîna bêexlaq a laşê jinê li ku ye? Û çawa dikare wêneya jinan bi awayekî modern û xweşik, dûrî bêexlaqiyê, were pêşkêş kirin?
Kêmkirin û îstismarkirina jinan wekî amûrek ji bo bidestxistina armancên bazarkirin û bazirganî, binpêkirineke eşkere ya nirxên wan ên mirovî û pîşeyî ye. Ev diyarde di nîşandana jinan wekî kelûpelên ku ji bo kişandina balê di rêklaman de an jî ji bo bidestxistina destkeftiyên diyarkirî, wekî wergirtina piştgiriya darayî an îmzekirina peymanên kar, têne bikar anîn, xwe dide xuyakirin.
Pergala heyî ku em her tim tînin ziman, xwe li ser bêbandorkirin û valaderxistina cewherê jinê dide jiyankirin. Ji bo wê jî hemû polîtîkayên xwe yên jiyanî, siyasî, civakî, aborî, akonomî û hwd… li ser vê bingehê dide meşandin. Hişmendiya Dewlet- Netew û sermayeyê, li ser vê yekê hatiye avakirin û sîstema xwe gav bi gav li gorî valaderxistina jin di civakê de, dimeşîne. Ev zihniyet ne zihniyetekî ku sed û dused sal hatiye avakirine, ev zihniyet bi hezar salan e li derdora van rastiyan, siyaseta xwe dimeşîne û xwe dide jiyan kirin. Ji ber wê, bikaranîna jin di warê rêklam û medyayê de jî yek ji şaxên Şerê Taybet û antîasîmîlasyonê yê modernîteya kapîtalîst e. Dema em cewherê vê pergalê bixwînin û lêkolîn bikin, em ê têbighêjin ku çima ewqas leystûkên bi maske li ser jinê di hemû warên jiyanê de, dimeşînin.
Ev bikaranîn gelek caran ji hêla civakan ve nayê qebûlkirin û di ferqa bikaranîna jin de ne. Lê belê dema mijar dibe bikaranîna bi pereyan, hêza îradeyê têk diçe û netêgihiştina kur ji van nêzîkatiyan re, dihêle ku ev bikaranîn bibe xebatekî normal.
Helbet jin dikare di mijarên tîcarî, pêşesazî, aborî û hwd… bixebite. Gelek jin di aliyê birêvebirin fabrîka û şîrketan de kar dikin. Jinên pêşeng hene ku bandor li ser mêr di kar de dikin û dibin mejiyê sereke yên danûstanin, karkirin, têkilî û avakirina projeyan. Lê mixabin di aliyê din de jî li ser îstîsmarkirina jinan, gelek hewildan tên kirin.
Prensîbên olî yên ku ji hêla Îslamê ve hatine xuyakirin
Li durî fikrên îslama radîkal a tund ku niha bi her awayî dixwazin jinê di rûyê Îslamê de bidin tunekirin, lê belê hin rastî hene ol jî vê yekê red dike. Îslamê qîmetek da jinê û ew di avakirina civakê de bi mêr re kir hevkar. Îslam mirovekî, çi mêr be çi jin be, li gorî pratîk û îbadetên wan dinirxîne, ne li gorî xuyabûna wan a derve. Îstîsmara jinan di rêklamê de li dijî vê prensîba dadmend û mirovî ye.
Nirx û normên civakî
Civakên xwedî nirxên resen dixwazin statuya jinan baştir bikin û wan ji her cure îstismarê biparêzin. Ew teşwîq dikin ku jin wekî hevkarên çalak di avakirina malbat û civakê de werin dîtin, û ne tenê wekî amûrên bidestxistina destkeftiyên madî. Îstismara seranser a jinan di bazarkirinê de, binpêkirina van nirxan e û dibe sedema xurtkirina ev wêneya şaş.
Îstismara jinan di bazarkirinê de bi gelek awayan xwe dide nîşandan, di nav wan de
Pêşvebirina berhem û xizmetan: Jin di rêklaman de têne bikaranîn da ku balê bikişînin, pir caran bi awayên ku rêz lê nayê girtin derdixînin pêş.
Bandorkirina li ser xerîdaran ango kesên ku bi wan re kar dikin: Xuyabûna jinê ji bo bandorkirina li ser biryarên kirînê li gel xerîdaran tê bikar anîn.
Bidestxistina armancên bazirganiyê: Şîrket carinan ji bo bandorkirina sermayedaran an jî bidestxistina destkeftiyên darayî pişta xwe didin jinan.
Bandorên neyînî yên yên rêklaman li ser jinê
Bi berfirehbûna girseyî ya çêkirina rêklamê re, wêneyê jinan di gelek kampanyayên belavkirinê de bûye hêmanek sereke. Tevî balkêşî û bandora xwe ya eşkere, ev karanîn pir caran encamên neyînî yên kûr ji bo ferd û civakê hildigire. Helbet armanca yekemîn ji vê yekê jî tenê ji bo meşandina berjewendiyên xwediyên sermayeyê û kar û bandorkirina li ser karekter û cewherê jinê ye.
Gelek rêklam xwe dispêrin pêşkêşkirina jinan di nav qalibên bi sînor de, wek mînak balkişandina ser bedewiya derveyî an jî sînordarkirina wan bi rolên kevneşopî yên wekî jinên malê. Ev rêbaz dibe sedema xurtkirina wêneya ku nirxa jinan û şiyanên wan ên cihêreng kêm dikin, û rola wan a rastîn di warên cûrbecûr ên jiyanê de, bêbandor dikin.
Objektîfkirin û veguherîna jinan bo amûrek balkêşiyê
Di gelek rêklaman de, laşê jinê wekî amûrek ji bo kişandina balê bêyî ku têkiliyek rastîn bi hilberê re hebe tê bikar anîn. Ev rêbaz têgeha “objektîfkirinê” xurt dike ku tê de jin wekî amûr têne pêşkêş kirin ne wekî mirovan, bandorek neyînî li ser têgihîştina civakê ya li ser wan dike û rêzgirtina wan kêm dike.
bandorên pîskolojîk
Rêklam pîvanên bedewiyê yên nerast û îdealîzekirî pêş dixe, û dibe sedem ku gelek jin û keç xwe bi van wêneyan re bidin ber hev. Ev dikare bibe sedema kêmbûna xwebaweriyê, nexweşiyên fikrî, û heta derxistina pirsgirêkên wekî nexweşiyên xwarinê û zêde hewildana nişterkariyên xweşikbûnê.
Bandora neyînî li ser nifşên nû
Bi pêşketina teknolojiyê re û hebûna telefonan di destê her zarokekî de, rojane zarok û ciwan rastî gelek rêklaman tên. Derketin û şopandina van rêklaman di hişê zarokan de bingehekî ku xwe disoêra naveroka van rêklaman tê avakirin. dema ku ev name xwediyê naverokeke bê nirx û vala bin, wê demê têgihiştineke şaş li ser hebûn û rastiya jinê di nava civakê de, diçîne.
Çareseriyên ji bo çareserkirina vê diyardeyê
Pêşvebirina hişmendiya exlaqî: Belavkirina nirxên rêz û wekheviyê.
Derxistina qanûnên astengker: Derxistina qanûnekê ji bo pêşîgirtina li îstismara jinan di rêklamê de.
Pêşvebirina berpirsiyariya civakî: Teşwîqkirina şîrketan ji bo pejirandina rêbazên tîcaret û kirîn û firotina exlaqî.
Hêzkirina jinan: Piştgiriya jinan ji bo avakirina şiyanên xwe yên pîşeyî dûrî îstismarkirinê.
Di dawiyê de
Jin ne kelûpelên kirîn û firotinê ne; ew hevkarên bingehîn in di avakirina civakê de. Têkoşîna li dijî îstismara jinan di bazarkirinê de berpirsiyariyeke kolektîf e ku hevkariya kesan, saziyan û qanûnan hewce dike. Qîmet dayîn û rêzgirtina jinan rêya bidestxistina edalet û wekheviyê di civakê de ye.






