Navenda Nûçeyan
Ji ber şerê ku li Sûdanê tê domandin, zarok dibin qurbaniyên şer, berçîbûn û koçberiyê. UNICEF’ê di rapora xwe de da zanîn ku ji Nîsana 2024’an ve tenê li herêma Efaşerê hezar û 300 zarok hatine kuştin.
Di 28’ê Nîsanê de UNICEF’ê raporek li ser kiriyarên ku derheqê zarokên Sûdanê de dibin belav kir.
Di serî de UNICEF da zanîn ku piştî bîst salan Darfûr bala cîhanê kişand dema ku tundûtûjî civakê ji hev xist û bi mîlyonan kes li Sûdanê koçber kirin, zarok careke din di krîzeke karesatbar de asê mane, ev yek jî li gel paşguhkirina mezin û alîkariyên navneteweyî yên pir kêm, lewma UNICEF’ê bi riya raporekê hişyariyek da.
Rapora bi navê Darfûr dibêje ku piştî bîst salan zarokên Darfûrê hîn di xetereyê de ne, herwiha destnîşan dike ku çawa şerê berdewam li Sûdanê tundûtûjiya berfireh, koçberiya girseyî, birçîbûn û binpêkirinên giran li dijî zarokan li seranserê Darfûrê ji nû ve gur kiriye. Mîna sala 2005’an dema ku xanî hatin şewitandin, êrîş li ser bazaran hatin kirin, dibistan û saziyên tenduristiyê zirar dîtin an wêran bûn û malbat neçar man ku birevin. Di dema heyî de pêwîstiya zarokan gelekî bi alîkariyan heye, di heman demê de hêrsa cîhanê ji vê pirsgirêkê têrê nake. Li seranserê Darfûrê, zarok barê herî giran ê şer hildigirin. Gelek ji wan mafên perwerde û tenduristiyê winda kirine, di heman demê de hejmareke zêde bi kêmbûna xwarinê, nexweşî û tundûtûjiya ku ji hêla hêzên çekdar an koman ve tê kirin re rû bi rû ne. Bi melyonan zarok ji malên xwe hatine derxistin û koçberiyek girîng jî li seranserê sînoran, bi taybetî li rojhilatê Çadê.
Rapora Hişyariya Zarokan di navbera rewşa heyî û rapora yekem a UNICEF’ê ya bi heman navî ya sala 2005’an de, dema ku seferberiya gerdûnî bi serkeftî destekdayîneke mirovî ya mezin pêkanî. Piştî bîst salan bi şûn de, pêdiviyên zarokan bêhtir bûn, lê kêmdestekdayîn, awayên gihîştina alîkariyan û qeydên wê, xwezaya guherbar a şer û paşguhkirin navneteweyî bi giranî çarçoveya hewldanên rizgarkirina jiyana zarokan sînordar dike.
UNICEF bi bîr anî ku berî bîst salan cîhan ji bo şermezarkirina tundûtûjiya li ser zarokên li Darfûrê pêkdihatin, hevgirtinek afirand û got, “Îro, nifşekî nû ji zarokan bi heman tirsên tundûtûjiya tirsnak, birçîbûn û koçberiyê re rû bi rû ye. Rêvebera Giştî ya UNICEF’ê Catherine Russell, got, “Em nikarin rê bidin ku dîrok xwe dubare bike. Zarokên Darfûrê hewceyî parastin û gihîştina domdar a alîkariyên mirovî ne. Divê aliyên vê pevçûnê dawî li vî şerê hovane bînin.” Li Elfaşer û deverên din ên Bakurê Darfûrê, pevçûn û dorpêça berdewam a li ser gihîştina malbatan ji xwarin, ava paqij û lênihêrîna tenduristiyê qut kiriye û gelek kes neçar kirine ku birevin deverên ku ne guncav. Li seranserê Darfûrê, şer bi giranî zirar gihandiye binesaziyê, vê yekê jî hişt ku birçîbûn û nexweşî li deverên ku bandordara zerer gihaştiyê, zêde bibe ji ber ku debara jiyanê têkçûye. Zarok bi zêdebûna tundûtûjiya tirsnak re rû bi rû ne. Li tu derê ev yek ji Efaşerê girantir nîne. Ji Nîsana 2024’an ve, tenê li Efaşerê zêdetirî 1500 zarok rastî binpêkirinên giran hatine. Di nav wan de 1300 zarokan hatine kuştin, gelek ji wan bi çekên teqemenî û dronan, û herwiha şîdeta cinsî, revandin, leşkerkirin û karanîna ji hêla komên çekdar ve. Lê belê, ev hejmarên tirsnak hema bêje rêjeya rastîn a binpêkirinan nîşan nadin, ev binpêkirên bi şêwazên wiha li deverên din ên welêt têne dîtin. Ji destpêka şer vir ve, NY zêdetirî 5 hezar û 700 binpêkirinên giran ên li dijî zarokan ku ji hêla aliyên şer ve li seranserê Sûdanê hatine kirin belge kiriye, ku bandor li herî kêm 5 hezar û 100 zarokan kiriye. Di heman demê de zêdetirî 4 hezar û 300 zarok hatine kuştin û birîndarkirin. Rewş xirabtir dibe. Tenê di sê mehên pêşîn ên sala 2026’an de, herî kêm 160 zarok hatine kuştin 85 zarokên din jî birîndar bûne, ev hejmar li gorî heman serdema sala borî zêdetir e.
Tevî rewşa dijwar UNICEF û hevkarên wê li Darfûr û welatên cîran alîkarîyan û rizgarkirina jiyana mirovan wekî erkeke sereke didin pêkanîn, di nav de perwerde, ava paqij û paqijî, xizmetên tenduristiyê yên gerok, piştgirîya psîkososyal û afirandina cîhên biewle ji bo zarokan pêşkêş dike.”
Lê belê, rapora “Hişyariya Zarokan” hişyarê dike ku hewldanên mirovî ji ber bêewlehî, astengîyên burokrasî û kêmasîya madî bi giranî asteng dibin û di demên xetereya giran de gelek zarok ji alîkariyan bêpar dimînin.
UNICEF bang li hemû alîyên şer dike ku rêzê li zagona navneteweyî bigirin û sivîlan di nav de zarokan jî biparêzin, gihaştina mirovî ya ewle û bê asteng misoger bikin û binpêkirinên giran ên li dijî zarokan bi dawî bikin, hem jî rê li ber bigirin. Rêxistin ji bexşvanan dixwaze ku alîkariyên madî yên demdirêj peyda bikin da ku piştgiriya bernameyên rizgarkirina jiyana zarokan bikin û alîkariya zarokên ku ji
koçberiya bandor bûne, bikin.






