Li Sûriyê ji destpêka meha Gulanê ve û heta niha ji ber guleyên bêserûber û bikaranîna şaş a çekan, 2 ji wan zarok, bi giştî 9 ciwan hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.
Di demekê de ku çavdêrî tune ye û tedbîrên qels ji bo sînordarkirina hilgirtin û karanîna bêserûber a çekan hene, Dîmenekî metirsîdar li herêmên cuda yên Sûriyeyê her roj dubare dibe û jiyana mirovan dixe xeteriyê, ew jî zêdebûna çekan û guleyên beserûber e.
Di rojên dawî de, rêze bûyerên trajîk qewimîn ku ji ber bikaranîna şaş a çekan, gulebaranên bêserûber û henekên kujer, gelek kes bûne qurbanî.
Ev bûyer xetera zêde ya belavbûna çekan di nav sivîlan de nîşan dide, ji ber ku bûyer, pîrozbahî û heta mal û cihên kar bûne hawîrdorên ne ewle û qurbaniyên bêguneh, di nav de zarok jî, ji ber karanîna şaş a çekan berdewam dikin.
Li gorç Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, li giştî Sûriyê ji destpêka meha gulanê ve ji ber bikaranîna çekan a şaş, 9 kes hatine kuştin û 7 kes birîndar bûne.
Agahiyên bûyerên ji destpêka meha Gulanê ve wiha ne:
Di 1’ê Gulanê de ciwanekî 25 salî ji ber guleyeke ku bi xeletî ji çekê wî yê şexsî derket, mir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ev ciwan ji gundê Hemam Sexîr ê li gundewarê Minbicê ye, dema ku çekek paqij dikir, li mala xwebi şaştî xwe kuşt.
Di 1’ê Gulanê de, ciwanekî 16 salî ji ber birînên ku ji guleyeke şaş li bajarokê Hebariyê li gundewarê rojavayê Şamê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Di 3’ê Gulanê de, ciwanekî 23 salî ji ber birînên giran ên ku ji ber bikaranîna xelet a çeka ku ew pê re bû, li herêma Eşrefiye el-Wadî, li gundewarê rojavayê Şamê, jiyana xwe ji dest da.
– Di 6’ê Gulanê de, ciwanek ji bajarê Kefranbel li gundewarê Idlibê piştî ku bi xeletî guleyek ji çekek ku di destê hevalê wî de bû dema ku pê dilîst, li bajarê Harem li bakurê Idlibê, li serê wî ket û jiyana xwe ji dest da.
-9’ê Gulanê, jinek 40 salî ji ber teqîna bombeyeke destan dema ku ew li mala xwe ya li gundê “Beka” li gundewarê başûrê Suweydayê pê dilîst, bi giranî birîndar bû.
-6’ê Gulanê, ciwanek li ser rêya Zehr el-Cebel li Suweydayê dema bi çeka xwe pê dilîst, bi şaştî xwe kuşt.
-8’ê Gulanê, du kes di encama gulebarana bêserûber de hatin kuştin, di heman demê de ku di dema pîrozbahiyên vegera hejmarek ji girtiyên Hêzên Sûriya Demokratîk de, ku ji zindanên hikûmeta veguhêz hatibûn berdan 5 kesên din jî birîndar bûn.
– Di 8ê Gulanê de, zarokekî ku temenê wî ne ji 10 salî bû, di encama gulebaranê de li mala xwe li bajarokê Dibînê, ku li gundewarê başûrê parêzgeha Suweydayê ye, jiyana xwe ji dest da.
Di 9’ê Gulanê de, zarokekî pênc salî li bajarê Hesekê ji ber guleyeke şaş mir, di demekê de ku malbata wî amadekariyên bidawîanîna salên koçberiyê û vegera malên xwe dikir.
Di 9’ê Gulanê de, ciwanekî ji bajarokê Urum el-Kubra li gundewarê rojavayê Helebê di bûyereke trajîk de ku ji ber “henekên giran” bi çekekê qewimî, di cih de hat kuştin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, wê ji destpêka sala 2026’an vir ve, mirina nêzîkî 64 kesan, di nav wan de zarok û jin, ji ber guleyên şaş û qezayên ji ber bikaranîna bêserûber a çekan, belge kiriye.






