Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPJ’ê piştgiriya xwe ragihand: Xwedî li YPJ’ê derkevin

12/05/2026
in JIN
A A
HPJ’ê piştgiriya xwe ragihand: Xwedî li YPJ’ê derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) piştgirî da Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û bang li her kesên azadîxwaz kir ku xwedî li YPJ’ê derkevin.

Kampanya “Em hemû YPJ ne” ku 26’ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a li Rojava ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hate destpêkirin, li seranserê Kurdistanê û cîhanê piştgiriyeke xurt dibîne.

Fermandariya Hêzên Parastina Jinan a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) jî bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanyayê.

Daxuyaniya HPJ’ê bi vî rengî ye:

“YPJ ne tenê ji bo gelên Sûriyeyê û Kurdan, lê ji bo azadîxwazan hemûyan bûye semboleke ku mînaka wî nîne.

Bi fermî nepejirandina YPJ’ê ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve di rastiyê de xwe de qebûlnekirina demokrasî û azadiyê ye. Yekîneyên Parastina Jinê ku dendikê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û sembola azadî û têkoşîna jinan e, her tim weke pêşengên demokrasî û wekheviyê li Sûriyeyê di rêza yekem de cihê xwe girtine. YPJ ne tenê ji bo gelên Sûriyeyê û Kurdan, lê ji bo azadîxwazan hemûyan bûye semboleke ku mînaka wî nîne.

Bi înkarkirina hebûna YPJ’ê re destketiyên şoreşgerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû di xetereyê de ne û cewherê xwe winda dikin. Ji ber vê sedemê, em jî piştgiriya xwe ji bo vê sembola azadiyê û parêzvanê rastîn ê şoreşa gelan li Sûriyeyê radigihînin. Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka Yekîneyên Parastina Jinê bisekinin û bibêjin ku em jî YPJ ne. Di vê pêvajoya girîng de, em bang li azadîxwazan û her kesên ku xwe bi her awayî di têkoşîna ji bo cîhanek wekhev û demokratîk de dibînin dikin, ku xwedî li Yekîneyên Parastina Jinê derkevin. Ji ber ku ev pirsgirêka herêmekê bi tenê nîne û wê bandorê li siberoja Rojhilata Navîn û heta cîhana li pêşiya me bike.

Jin, Jiyan, Azadî.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.