Stêrk Mihemd/Qamişlo
Parêzerên Rojava diyar kirin ku gelek alî dixwazin lihevkirina di navbera QSD’ê û hikumeta demkî a Sûriyê de raweste û wiha gotin: “Em rakirina zimanê Kurdî li ser pankêta koşkên dadweriyê ya parêzgeha Hesekê şermezar dikin”.
Di çarçoveya pêkanîna peyman 29’ê Çileya 2026’an de ya navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyî de ku wê koşka dadweriyê ya parêzgeha Hesekê bi ya hikumetê re were yekkirin herwiha wê mafê gelê Kurd were parstin. Lê belê di 7’ê Gulanê de hikumeta demkî ya Sûriyê pankêta ku li ser koşka dadweriyê ya bi zimanê Kurdî û Erebî bû hate rakirin û li Şûna wê pankêtek ku bi zimanê Ingilîzî û Erebî li ser hatiye nivîsandin hate dayîn.
Tevgereke bi vî awayî redkirineke mezin di nava gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de çêkir, ciwan û şêniyên Hesekê ew pankêt rakirin, piştî wê çend caran dîsa hate dayîn lê ji aliyê ciwan û gelê Hesekê ve hate rakirin ji ber ku bi zimamê Kurdî li ser nehatiye nîvîsandin û heya niha jî pankêt nehatiye sererastkirin û bicihkirin.
Di vê çarçoveyê de parêzer Ciwan Îso û Xalid Omer ji Rojnameya me re axivîn.
‘Di dema pêş de komîteyek tê avakirin’

Parêzer Ciwan Îso diyar kir ku gelek alî dixwazin lihevkirina di navbera QSD’ê û hikumeta demkî a Sûriyê de raweste û wiha got: “Em weke parêzer bûyera ku di 7’ê Gulanê de li Hesekê rûdaye ku zimanê Kurdî ji ser pankêta koşkên dadweriyê yê parêzgeha Hesekê hatiye rakirin şermezar dikin, herwiha em wan aliyên ku dixwazin lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de xerab bikin, şermezar dikin. Di heman demê ji bo vê yekê jî em weke parêzer di milê zagonî de xebat dikin. Di milê zagonî de pêwîste mafê gelê Kurd di destûr û zagonê Sûriyê de bi rengekî fermî û rawa were bicihkirin. Divê mafê gel û destkevtiyên Şoreşa Rojava were parastin. Ji bo vê yekê ji wê xebata me berfireh bibe û di demê pêş de dibe ku em komîteyan avabikin û xebat xwe bidin meşandin.”
‘Divê pirrengiya gelan di Sûriyê de were parastin’

Parêzer Xalid Omer destnîşan kir ku dadweriya civakî nayê parçekirin û wiha domand: “Helwesta Komeleya Parêzeran a Navendî ya Şamê ku rakirina zimanê Kurdî ji pankêtê koşkên dadweriyê ya parêzgeha Hesekê û li şûna wê danîna pankêtê bi zimanê Erebî û Îngilizî şermezarkirineke mezin di nava gelê Rojava de derxist. Gelê Kurd vê kiryarê wekî dûrxistin û bêrêzî li hember azadiya xwe û herêmên Kurdî dibîne. Di heman demê de di raghandina destûrî de rêzgirtin taybetmendiya pirrengiya çandî hebû, em kiryara hikûmetê red dikin, ku bêrêzî li hember mafê gelê Kurd kir. Dadweriya civakî nayê parçekirin ji bo bidestxistina wê, divê rêzgirtin li pirrengiya hemû civakan hebe, ziman û çanda were parastin. Ev tevgera ku li bajarê Hesekê li koşka dadweriyê hatiye kirin ji tevger û pratîkên rejîma Baasê ya hilweşiyayî ne cûda ye.
‘Nabe ku keskî sûcdar û kujer bibe dadwer’
Xalid Omer da zanîn ku sûcdar û kujer di nava saziyên Sûriyê de tên erkdarkirin û wiha pê de çû: “Gelek kes ji aliyê hikumeta demkî di saziyan de hatine erkdarkirin û destê wan di sûc û kuştina gelê Kurd de heye. Erkdarkirina van kesan nayê qebûlkirin ji ber ku nabe serokê dadweriyê sûcdar, kujer û destê wan di komkujiyan de hebe, bi destê wan xwîna gelê Kurd hatiye rijandin. Her erkdarek di nava dezgehên dewleta Sûriyeyê de divê rabirdûya wan li ber çavan bigire. Ji ber rêzgirtina ji bo gelê Sûriyê û şoreşa wan divê hikûmet demkî kesên guncaw di saziyên xwe de erkdar bike û bi awayekî baldar rewş û kesayeta wê/wî lêkolîn bike da ku layîqî erka xwe be.”






