Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mezlûm Ebdî: Ji bo çareserkirina dosyaya dadgeriyê lihevhatinên nû pêkhatin

11/05/2026
in NÛÇE
A A
Mezlûm Ebdî: Ji bo çareserkirina dosyaya dadgeriyê lihevhatinên nû pêkhatin
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, bang li şêniyan kir ku aram bin û rê bidin lihevkirinên berdewam ên bi hikumeta demkî re ji bo çareserkirina dosyaya dadgeriyê û pirsgirêka tabelayên li Koşka Edaletê ya Hesekê. Ebdî diyar kir ji bo berdewamkirina pêvajoya entegrasyonê hewce dike ku dosyayên din ên têkildarî saziyên dadgeriyê neyên astengkirin.

Di çarşoveya Peymana 29`ê Çileyê ya QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, dosyaya dadgeriyê yek ji wan dosyayan e ku tê astengkirin. Ji ber vê astengkirinê li bajarê Hesekê li ber Koşka Edaletê xwepêşandan hatin lidrxistin, xwepşandêran rakirina zimanê Kurdî li ser tabelayên avahiyê protesto kir û daxwaza çareserkirina dosyaya dadgeriyê li parêzgehê kir.

Naveroka hevpeyvîna ku ANHA bi fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî re kiribû, wiha ye:

Mezlûm Ebdî diyar kir ku “di vê mijarê de nêzîkî 2 hefte berê hin pirsgirêk derketin holê û bû sedemeke rasterast a astengkirineke demkî ya pêvajoya entegrasyonê.” Ebdî da zanîn ku nakokî ji ber nebûna mekanîzmayeke zelal ji bo entegrekirina dadgerên ji Rêveberiya Xweser di nav hikumetê de û fikarên derbarê parastina mafên wan û taybetmendiyên herêmê de dest pê kir.

Ebdî diyar kir ku berteka rêveberiya dadgeriyê ya li herêmê rewa bû, ji ber ku wan paşguhkirin qebûl nekir, jixwe ev paşguhkirin li dijî entegrasyonê bû” û destnîşan kir ku nebûna rêkeftineke hevbeş ji destpêkê ve bû sedema sekinandina vê pêvajoyê û rawestandina pêvajoya entegrasyonê ku bandor li raya giştî kiriye.

Ebdî got ku piştî vê paşveçûnê ku nêzî 2 hefte berê dest pê kir, li Şamê û li deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di astên cuda de gelek civîn hatine lidarxistin. Herwiha destnîşan kir ku wî bi xwe civînek bi kesên ku bi dosyaya dadgeriyê re têkildar li dar xistiye da ku vê krîzê derbas bikin û pêşî li wê bigirin ku nebe astengiyeke berfireh.

Li gorî Ebdî, bi hikumeta demkî re lihevkirin çêbûn û hatiye qebûlkirin ku dadgerên ji Rêveberiya Xweser werin entegrekirin û ji kar neyên derxistin. Herwiha li hev hatiye kirin ku hin kesên ji serdema berê (serdema Baasê) dê berdewam bikin da ku “dozên welatiyan bêne şopandin û xebata dadgerî bi rê ve here”. Ev yek bêyî bi xebata hevbeş di navbera dadgerên ji Rêveberiya Xweser û dadgerên ku berê xizmet kirine de were pêkanîn.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku lîsteyên navên dadgerên ji Rêveberiya Xweser, ji bo amadekariya qeydkirina wan di kursên perwerdeya dadgerî yên hikumeta demkî û erkdarkirina wan ji bo dadgehan hatine pêşkêşkirin. Ebdî da zanîn ku her du aliyan li hev kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê û vekirina navendên dadgerî li herêmê bi lez bikin, ji ber ku gelek xizmetên fermî bi wê ve girêdayî ne.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku derengketina projeya dadgehê bandorê li gelek mijaran dike, di nav de hilbijartin, derxistina pasaportan, mijarên qeydkirina erd milkan û dan û standinên din ên ku belgeyên dadgerî hewce dikin. Ebdî got: “Çareserkirina pirsgirêka dadgehê mifteya çareserkirina gelek pirsgirêkên din e.”

Derbarê rakirina zimanê Kurdî ji tabelayên dadgehê yên li Hesekê de Ebdî diyar kir ku hikumetê ev yek bi hinceta ku dadgeh “saziyeke serwer e di nav parêzgehê de û divê tabela tenê bi erebî be” hewl da rewa bike. Ebdî destnîşan kir ku nûnerên herêmê naxwazin ev nakokî bibe astengiyeke din ji bo pêvajoya entegrasyonê.

Ebdî rave kir ku li gorî peymana bi hikumetê re hatiye pejirandin ku tabelayên duzimanî (erebî û Kurdî) li bajarên ku bi piranî Kurd lê dijîn wekî Kobanê, Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê û yên din, werin bikaranîn. Herwiha destnîşan kir ku tabelaya heyî ya li Hesekê “ji bo demeke diyarkirî” hatiye pejirandin û dê paşê di peymanên nû de were nirxandin.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku bertekên gel ên li dijî rakirina zimanê Kurdî mafdar in û “bihêz” bûn, bi taybet di nav ciwanan de, ji ber hesasiyeta civakê ya li hember mijara parastina zimanê Kurdî. Li ser bingeha van pêşketinan û bi berçavgirtina nerazîbûnên giştî û hesasiyeta li dora dadgerî û saziyê, mijar ji nû ve hate nirxandin.

Ebdî diyar kir ku di dan û standinên berdewam de bi nûnerên hikumeta demkî re ev mijar dîsa hate gotûbêjkirin û li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêka ziman û navan li Koşka Edaletê ya li Hesekê di qonaxa pêş de, wekî li bajarên din ên Kurdan, lihevkirinek çêbû. Ebdî destnîşan kir ku aliyê din soz daye ku pirsgirêkê çareser bike û tabelayên bi erebî û Kurdî ji nû ve saz bike, lê di qonaxeke paş de, ne niha.

Ebdî bang li şêniyan û bi taybet ciwanan kir ku derfetê bidin û aram bin ji bo ku têgihîştin li ser erdê werin bicihkirin û da ku pêvajoya entegrasyonê têk neçe û mijarên din ên têkildarî vê saziyê dereng nemînin.

Di dawiyê de, fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî rêz û spasiya xwe ji bo hesasiyeta mezin a gel a derbarê parastina zimanê Kurdî de anî ziman, ew helwest wek çavkaniya şanaziyê bi nav kir, di heman demê de diyar kir ku divê hewlên ji bo misogerkirina ku zimanê Kurdî di siberojê de di destûra Sûriyeyê de were bicihkirin, berdewam bikin.

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.