Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gurbet Aydin: Mîrateyek ji hunera kevneşopî û şoreşgerî

11/05/2026
in JIN
A A
Gurbet Aydin: Mîrateyek ji hunera kevneşopî û şoreşgerî
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Dengê Gurbet Aydin hîn jî di hunera şoreşger de deng vedide û tevî ku 33 sal di ser şehadeta wê re derbas bûne jî, dengvedana dengê wê û muzîka stranên wê, ew hîn jî di dilê me de ye, ji ber ku ew mîrateyek hunera kevneşopî û şoreşger e.

Şehîdên azadiyê, di nav wan de di serî de şehîdên çand û hunerê, di rûbirûbûna hêzên dagirker û desteserker ên li ser Kurdistanê û hewldanên îdeolojîk ên ku di tevahiya dîrokê de armanc dikirin ku Kurdan kole bikin û nasnameya wan ji holê rakin de pêşeng bûn. Wan her wiha pêşengiya meşa ji bo vejandina fikra azadiyê, îradeya têkoşînê û hunera şoreşger di hişê mirovan de kirin. Yek ji wan hunermendên têkoşer Gurbet Aydin e.

Gurbet Aydin li newala Bişêriyê ya Girêdayî Gundê Bîlaydar a li bajarê Batman li Bakurê Kurdistanê di sala 1962”an de ji dayîk bû. Ew bi navê xwe yê hunerî Hozan Mizgîn tê naskirin, ew yek ji jinên têkoşer ên ku bi têkoşera xwe û hunera xwe ya şoreşgerî mîrateyek girîng di hunera şoreşgerî a Kurdistanê de ava kirin. Wê bi dengê xwe mîrteya kurdî ya rast ji nû ve vejand û ev hişt ku ew di berxwedana xwe de serkeftî be, ew di heman demê de kesayetiyek îdeal a partiyê bû. Muzîka Mizgîn bi xwezaya xwe ya şoreşgerî tê naskirin, her wiha peyvên wê îfadeya helbestî ya jiyan û zindîtiya civaka Kurdî ne û muzîka wê nirxa xwe ji temsîlkirina şoreşê digire, mîna ku têkoşîna wê temsîliyeta jina Kurd a azad û fedakar e.

Bi rêya fermandar Mahsûm Korkmaz, ku bi navê Egîd dihat nasîn, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Ew ji şoreşger û hevalê Mazlûm Dogan, ku wê demê di nav gel de bi awayekî çalak şer dikir, der barê tevgerê de fêr bibû. Demek kurt berî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980”an li Tirkiyeyê, Gurbet ligel komek hevalên xwe li Batmanê tevlî refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Piştî ku tevlî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, çû cem rêveberiya Akademiya Leşkerî ya Masûm Korkmaz li Geliyê Bekaa ya Lubnanê û bi rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya. Li wir perwerdehiya îdeolojîk û leşkerî wergirt. Piştî qedandina dewreyê, di sala 1983”an de beşdarî çalakiyên rêxistinî bû da ku têkoşîna çandî ya Kurd li Ewropayê birêxistin û pêş bixe. Beşdarî çalakiyên çandî û hunerî yên “HUNERKOM”ê bû û bû yek ji damezrînerên wê. Wê demê, li Ewropayê wekî Hozan Mizgîn dihat nasîn.

Li kêleka çalakiyên xwe yên hunerî, Mizgîn karibû çalakî û bûyerên partî û rêxistinî di nav gel de li Ewropayê birêve bibe, têkoşîna wan a şoreşgerî, hem teorîk û hem jî îdeolojîk, bilind bike. Wê her wiha konferansa yekem a Yekîtiya Jinên Kurd ên Azad (YJWK) li Ewropayê birêve bir. Heval Mizgîn xwedî taybetmendiyên bihêz bû, bi kûrahî bi çanda xwe ya Kurd û şoreşger ve girêdayî bû û ji ber helwesta xwe ya şoreşger û partîzan a bêhempa ji hêla gel ve dihat hezkirin. Nimûneyek berbiçav a vê yekê, tevî temenê xwe yê ciwan, şiyana wê ya têkiliyê bi mezinan re bû, şêwaza xwe ya bihêz, axaftinên nerim û pabendbûna xwe ya şoreşgerî nîşan dida.

Dengê nemir

Şehîd Mizgîn ne tenê hunermendek bû, lê di hemû waran de, ji şer û siyasetê bigire heta girtina berpirsiyariyên serokatiyê di nav tevgera rizgariya Kurd de, ku pêşengiya şoreşa çiyayên Kurdistanê dikir. Şehîd Mizgîn gotina Rêber Apo a“Hunermendê gel şervanê parastina gel e û şervanê parastina gel di heman demê de hunermendê gel e” wekî felsefeyek jiyanê qebûl kir û li ser vê bingehê bû xwediyê kariyerek serketî û ji roja yekem a têkoşînê ve pêşenga tevgera çandî û hunerî ye. Mizgîn beşdarî damezrandina Koma Berxwedan bû, ku di bilindkirina têkoşîna şoreşgerî ya li Kurdistanê de roleke girîng lîst. Bi stranên xwe yên welatparêzî û şoreşgerî yên ku di wê serdemê de hatine tomarkirin, ew bû yek ji damezrînerên resen û rastîn ên komê. Wê xwe tenê wekî hunermendek nedidît, ew her tim pêş diket, rolên hunermend, şoreşger û şervana rizgariya jinan digirt. Wekî hunermend û çalakvanek, wê hunera xwe bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya ji bo rizgariyê re bêkêmasî tevlihev kir.

Hozan Mizgîn muzîka Kurdî û rêya jina azad di heman demê de temsîl kir, hem di hunera xwe de û hem jî di têkoşîna xwe de rastî girt. Wê sadehiya jiyana xwe bi hewesa xwe ya ji bo azadiyê re kir yek û bû dengê şoreşê. Nifşê Kurd ê ku bi bihîstina dengê wê mezin bû, bû kaniyek berxwedanê. Coşa wî dengî Kurdan îlham da ku li her çar perçeyên Kurdistanê çiya, deşt, bajar, gund û heta di zindanan de li dijî êrişan û dagirkeriyê li ber xwe bidin. Ev berxwedan berdewam dike û bi hezaran jinên ciwan ên Kurd, ku ji dengê wê bandor bûne, bi tevlîbûna têkoşînê di nav refên tevgera azadiya jinan de bûne Mizgîn. Dengê şehîd Mizgîn wêrekî, cesaret û qehremaniyê li hember faşîzmê temsîl dike, wekî ku di şoreşa azadiyê ya li Rojava û çar perçeyên Kurdistanê de tê dîtin, ku ji hêla jinên azad ve tê rêvebirin ku îdeolojiya rêber kirine rêya xwe ya ber bi azadiyê ve.  Lê ew qet teslîm nebûye û bi paş ve neçûye lê ew li pêşketiye.

Hunermend û têkoşer Hozan Mizgîn erkên xwe bi awayekî bêkêmasî pêk anî. Wê zîhniyeta zilamê ku her tiştî kontrol dikir ji holê rakir û rêbaza teoriya wî ya ku wî ji bo kesên li dora xwe ferz dikir û diparast guherand. Di qonaxa ku wê herêma Garzanê birêve dibir de û ji ber hêza xwe ya mezin û hişmendiya xwe ya mezin, wê ji bilî pêşxistina hunera şer di jiyana gerîla de çalakiyên gelêrî pêk anî, çek di destekî xwe de hilgirt û tanbur did estê din de û dengê xwe yê çiyayî li herêma Garzanê ya Bakurê Kurdistanê derxist û dû re li herêma Tetwanê bi cih bû û di 11’ê Gulana 1992”an de piştî pevçûnên di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla Hêzên Parastina Gel de tevlî karwanê şehîdên azadiyê li herêma Tetwanê bû.

Ew çû, lê komek ji stranên xwe yên xweş li pey xwe hişt

Mizgîn ji me çû, lê ew di dilê her Kurdekî ku baweriya xwe bi mîrata dewlemend a hunera şoreşger a Kurd tîne de zindî dimîne. Ew çû, lê dengê wê hîn jî di hişê me de deng vedide, ku em ji wir îradeya jiyanê distînin. Ew çû, lê komek ji stranên xwe yên xweş ji me re hişt, ku wê bi Kurdî û Tirkî digotin, wek Cemê Hezel, Oglum Şehit, Heval Mazlûm, Lo Hevalno, Maken Kazi, Haten Blavbun Şoreşger, Bertzan û Hawar Kundiyon. Bi huner û qehremaniya xwe, ew ji bo kesên ku dilê xwe dane azadiyê bû çavkaniya îlhamê û wê dizanibû çawa bi têgihîştina hêza girêdana di navbera bedewî, exlaq, huner û giyanek şoreşger de bikeve dilê bi mîlyonan kesan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.