Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

JINEK LEHENGE MIZGÎN

11/05/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Şehîd Mizgîn têkoşîna jinên kurd gihand lûtkeyê
Share on FacebookShare on Twitter

BÊRÎVAN AŞAN 

Huner, ji bo jina kurd ne tenê enerjiya çandê ye, heman demê dengê azadiyê ye. Her stran, helbest û reqsên Kurdî, çîrokek li dijî bêdengkirina wê ye.

Herwiha jinên kurd, di nav berhemên xwe yên hunerî û çandî de nasnameya xwe parastine. Ji kilamên dayikan heta wêneyên nûjen, dîroka xwe bi reng û gotinan neqişandine, nivîsandine û dinivîsînin…

Îro 34’emîn salvegera şahadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) e; vê hunermenda me, hunera şoreşgerî û neteweyî pêşxist û bi rêya hunerê, civak rêxistin kir.

Hozan Mizgîn, di sala 1962’an de li gundê Bileyderê yê Batmanê hatiye dinê.

Di wê demê de li Batmanê sendîkayên xebatkar û tevgerên civakî yên bihêz hebûn û her diçû nasnameya PKK’ê zêdetir derdiket pêş. Yek ji damezrînerên PKK’ê Mezlûm Doxan, ji bo danasîna PKK’ê li Batmanê derî bi derî digeriya. Herwiha Hozan Mizgîn jî, berhemekî heval Mezlûm e.

Hozan Mizgîn, berî derbeya 1980yê, bi komeke ciwan re tevlî têkoşîna azadiyê dibe.

Ji bo perwerdehiya îdeolojîk, diçe Kampa Bekaayê, saheya Rêbertî. Piştî perwerdê bi Hozan Sefkan re, derbasî Ewropayê dibe; xebatên çand û hunera Kurdî rêxistin dikin. Herdu şehîdên me yên nemir, bi hev re bingehê “Huner-Kom” û “Koma Berxwedan” dideynin.

Hozan Mizgîn, li kêleka hunera şoreşgerî û neteweyî, gelek berhemên nemir ên wek “Çemê Hêzil” “Lo Hevalno” “Gundîno Hawar” û hwd. diafirîne. Ev berhem û komên muzîkê, bûn yek ji amûrên herî xurt ên propagandaya şoreşa APOYÎ. Ji ber ku stranên wê bi Kurdî bûn û dengê şoreşê bûn, dewleta Tirk wan qedexe dikir. Lê gel, kasetên qedexekirî yên Hozan Mizgîn, bi dizî guhdar dikirin.

Piştî erka xwe ya hunermendî biserkeftî bicîh anî, Hozan Mizgîn vegeriya çiyayên Kurdistanê. Di destpêkê de wek fermandara Eyaletê diçe Mêrdînê. Paşê jî, ji ber hewcedariyê, derbasî herêma Xerzanê dibe. Fermandar Mizgîn, ne tenê şer birêve dibe, lê di heman demê de xebatên propagandaya çekdarî jî pêşdixe. Ji bo ku bigihîje jinên Xerzanê, gelek caran wekî jinên herêmê çarşef li xwe dikir û xebatên rêxistinê dimeşand…

Hozan Mizgîn, wek fermandarek jin û hunermendekî şoreşger, bû hedefa êrîşên dewleta Tirk a faşîst û hevpeymanên wê. Di 11’ê Gulana 1992’an de, li Tetwanê, ji aliyê dewleta Tirk ve hate dorpêçkirin. Ji bo ku nekeve destê dewleta Tirk a faşîst, Hozan Mizgîn bi çeka xwe, dawî li jiyana xwe anî û bi îradeyekî azad xwe digihîne mertebeya şehadetê û teslîmiyetê red dike.

Rêber Abdullah Öcalan di derbarê kesayet û helwesta wê de gotibû:

“Ew jina ku ji aliyê PKK’ê ve hate afirandin bû. Di temenê biçûk de tevlî me bû. Ew jin bû ku layiqê PKK’ê bû. Tu carî di têkoşîna li ser xeta PKK’ê de dudil nebû.”

Ji yek pêşengên nemir ên PKKê Ali Haydar Kaytan jî, ku di sala 1981’an de Hozan Mizgîn nas kiribû, ew wek jin, hunermend û şoreşger bi van gotinan dinirxand:

“Mizgîn di serî de jin, şoreşger û hunermend bû. Ew nûnera demeke herî êşdar a dîroka jinên Kurd bû. Dikare wek ‘aqilmenda êşan’ jî were binavkirin. Êş, zordarî û girêdana jinên Kurd bi ya bi nirxên xwe re, di kesayeta wê de bi awayekî bihêz xuya dibû. Ew di heman demê de milîtanek partiyê û gerîlayek bû. Van her sê taybetmendiyan di kesayeta xwe de bi tevahî cismandibû.”

34 sal derbas bûn, li ser şehadeta Hozan Mizgîn; ya ku Hozan Serhat bi gotina “Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng, xwedî nav û deng, Gurbet Aydin…” bibîr tîne. Besteyên Mizgîna Leheng, ji bo herkesên ku dilê wan jibo welatê wan lêdide, bitaybet jî, ji bo jinên ciwan bangawaziya azadiyê ne.

Em lehenga xwe Mizgîn bibîr tînin û soza xweyîderketina mîrasa ku ji me re hiştî didin…

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.