Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi boneya Roja Cîhan ya Telasîmyayê Heyva Sor a Kurd li Qamişlo şahiyek li dar xist

10/05/2026
in NÛÇE
A A
Bi boneya Roja Cîhan ya Telasîmyayê Heyva Sor a Kurd li Qamişlo şahiyek li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Heyva Sor a Kurd bi boneya Roja Cîhan ya Telasîmyayê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo şahiyek li dar xist. Di şahiyê de zarokên nexweşên telasîmiyayê û malbatên wan, rêxistin û kesên ku alîkariyê didin nexweşxaneyê amade bûn.

Bi boneya Roja Cîhan ya Telasîmyayê Heyva Sor a Kurd li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo şahiyek lidar xist. Di çalakiyê de zarokên bi nexweşiya Telasîmya û malbatên wan, rêxistin û kesên bi nexweşxanê re dibin alîkar hazir bûn.

Di destpêka şahiyê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin.

Piştire li ser navê hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Ebdullah axivî û wiha got: “Em îro kom bûne ji bo Roja Cîhanî ya Telasîmyayê. Îro roj dayikên van kesên nexweş bi hezarên êşan di hundirê xwe de jiyan dikin ku bi kenekî bi zor li ser lêvên xwe xêz dikin da ku hêz û hêviyê bidine wan zarokên xwe. Ya herî rastî zehmetî û êşê dibîne, dayikên kesên bi nexweşiya Telasîmyayê ne. Divabe Malbat hêzê bide zarokên xwe da ku jiyaneke xweş bijîn, ji ber mafê wan e jî ku weke her zarokekî û weke her ciwanekî jiyana xwe bi rengekî xweş bijîn. Em dixwazin di vê rojê de berî ku em Heyva Sor bin em wek kesayet li kêlekan van kesên nexweş bin, eger pêwistî hebe em ê her û her ji bo van kesan hebin. Ez hêvî dikim ku hişyarî çêbe, ji ber dema ku me nexweşxane vekir gelekî zehmetî hebû heya ku me xwîn peyda dikir ji ber her meh 400’ kîsên xwînê divên, ji ber vê yekê hêviya me ew e ku di riya vê rojê de jî hîn bêtir milet berê xwe bide nexweşxanê û xwînê ji bo zarokan bide.”

Paşê li ser navê beşa xwînê Meriyem Ehmed axivî û wiha got:  Ji xwe nexweşiya Telasîmya nexwşiyeke malbatî ye. Zarokên bi nexweşiya Telasîmya her 15’ yan jî 20’ rojan pêwîstiya wan bi xwînê heye. Ji ber wê em xwîna wan diguherin da ku rewşa wan baş be. Em di Roja Cîhanî ya Telasîmyayê de bi hêvî û daxwaza şefa û kêfxweşiyê ji bo van zarokan re dikin.”

Piştî her du axaftinan jî du malbatên kesên bi nexweşiya Telasîmyayê hêviyên xwe anîn ziman. Her wiha Heyva Sor a Kurd sipasname li ser kesên ku xwîn pêşkêşî nexweşxaneyê kiribûn belav kirin. Di berdewamiya şahiyê de jî zarokên bi nexweşiya Telasîmyayê bi dilekî kêfxweş dîlan girtin.

Şahî bi koma stranan bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.