Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Parêzeran rakirina zimanê Kurdî ji pankêta Koşka Edaletê şermezar kir

10/05/2026
in NÛÇE
A A
Yekîtiya Parêzeran rakirina zimanê Kurdî ji pankêta Koşka Edaletê şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Ji bo şermezarkirina rakirina zimanê Kurdî ji pankêtên koşkên dadweriyê yên parêzgeha Hesekê,Yekîtiya Parêzeran li pêş koşka edaletê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Îro li bajarê Qamişlo li pêşiya koşka edaletê ya Qamişlo Yekîtiyên Parêzeran ji bo şermezarkirina rakirina zimanê Kurdî ji pankêta koşka edaletê ya parêzgeha Hesekê daxuyanî dan.

Di 7’ê gulanê de pankêta ku bi zimanê erebî û Kurdî li ser koşka edaletê li parêzgeha Hesekê hatibû nivîsandin hate rakirin û li şûna wê pankêtek nû bi zimanê erebî û Ingilizî hate nivîsandin, vê yekê jî neqebûlkirineke mezin di nava gelê Rojava de da avakirin û gelek caran pankêt hate dayîn, lê dîsa ji aliyê ciwan û şêniyê Hesekê ve hate rakirin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û erebî hate xwendin.

Neveroka daxuyaniya Yekîtiya parêzeran wiha bû:

“Yekîtiya Parêzeran li Kantona Cizîrê  daxwiyaniya Sendîkeya parêzeran a Navendî ya li ser bûyerên dawî yên ku li Koşka Dadwerî li bajarê Hesekê qewmîn û vejena karên pêre derketibûn li ser rahiştina zimanê kurdî ji pêşiya koşka Dadweriyê li Hesekê û Qamişlo, Şopand.

Yakîtiya me, tekeziyê li ser wê yekê dike ku rêzgirtin ji saziyên dozgerî divê bê girtin, û her kiriyarekî ziyankar li milkên giştî û rawistandina karê dozger, şermezar dike. Her wisa Yekîtiya Parêzeran dibîne ew daxwiyaniyên fermî   yên dawî li ser naveroka kêşeyê ne rawistiya ye lê belê tenê tekezî li ser bûyera di koşkê de çêbûbû kiriye, beyî ku birawiste ser ew sedemên yekser ên ku hiştine lawên herêmê û ji nav wan mafnas li ser wan pêdeçunan nerazîbûna xwe bidine nîşan.

Zimanê kurdî pareke binghîne ji jiyana çandî û civakî li parêzgeha Hesekê, û ew parastiye di xêznameya serokatiyê de, nimra 13an sal 2026, û her wiha li gor ragihandina destûrî, madeya 7 bendê 3 ku dibêje:  Dewlet rengrengiya civakî ya sûrî bi hemû pêkhateyan, û mafên çandeyî û zimanî ji hemû sûriyan re , diparêze.

Her wisa jî, ew peymana Di navûbera HSD û Hukûmeta demkî  li Şamê de, Di 29ê Çileya Paşî 2026an ku tekezî li teybetmendiya Kurdî, ji ber wiha rêzgirtina vî mafî, Divêt ku neyê çarçovekirin Di deqan de, lê divê ew yek Di warê piratîkî de jî, li saziyan û cihkarên giştî, cîbicî bibe.

Herê, heyîna zimanê kurdî li nik zimanê erebî li pêşiya saziyên fermî, na hingêve cihê zimanê erebî weke zimanekî fermî bo dewla sûrî, lê belê ew derbirîneke bo rêzgirtina rengrengiya çandeyî û zimanî ku welatê sûrî pê navdar e bi giştî û parêzgeha Hesekê bi tayibetî

Di wê demê de, em tekeziyê dikin ku dadewrî ne tenê girêdayî parastina avahiyên saziyane, lê  belê ew jî dabînkirina nûneriyeke dadwer ji welatiyên herêmê di xebata dozgerî de, nemaze piştî wan salên dûdirêj ku gelek ji bikêrhatên zagonî hatine paşguhkirin ; Di bin sîwana rêjîma berê de.

Çareserkirina vê dozê pêwistî danûstandineke rastiyane ye, dûrî şêwazê xinizî û rakêşanê be, ku dê bibe alîkar bo asêkirina baweriyê Di saziyan de, û cihgirtina pişikdariyeke rastiyane Di çarçoveya welatê Sûriyê de û yekgirtina saziyên wê. Em sendîqeya parêzeran a navendî vedixwînin gotareke dadwer û mafperwer dikin ku tayipetmendî û rengrengiya herêmên sûrî di ber çavan re bibe, û rola xwe Di parastina maf û azadiyan û bi cihkirina zagonê  de bilîze.”

Hêjayî gotinê ku tevî hemû astengiyên ku ji hêla endamên Ewlehiya Giştî a Sûriyê  û Ewlehiya Hundirîn ve hatin derketin, lê ragihandina dikarîbû daxuyaniyê û dengê parêzeran ji raya giştî re ragihîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.