Ayşa Silêman/ Dêrik
Bi pêşengtiya xwendekar û mamosteyên dibistanên bajarê Dêrikê meşeke girseyî di bin dirûşmeya “Zimanê Me Hebûna Me ye, Em Xwedî Li Hebûna Xwe derkevin” li dar ket.
Bi boneya roja Zimanê Kurdî û xwedîderketina li ziman, bi pêşengtiya xwendekar û mamosteyên dibistanên bajarê Dêrikê bi dirûşmeya “Zimanê Me Hebûna Me ye, Em Xwedî Li Hebûna Xwe derkevi” meşeke girseyî li dar ket. Di meşê de hemû şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarên girêdayî wê amade bûn.
Meş bi siloganên “Zimanê Me Rûmeta me ye, Zimanê Me Nasnameya Me ye” ji navenda Desteya Perwerdeyê dest pê kir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherîn mîtîng.
Di dest pêka mîtîngê de hemû xwedendekar û şêniyên bajêr sirûda Ey Reqîb gotin û xuleyek bêdeng rawestiyan.

Di berdewamiya mîtîngê de li ser navê hemû xwendekar û mamosteyan, xwendekara bi navê Sîma Derwêş peyama wan anî ziman û wiha got: “Bi boneya nêzîkbûna Roja Zimanê Kurdî, ji niha ve em vê rojê li hemû xebatkar, mamoste û Kurd perweran pîroz dikin. Em wek şagirt, mamoste û tevahî gelên bajarê Dêrikê daxwaz dikin ku gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeya xwe bibînin û fêr bibin. Em weke gelê Kurd jî li ser dirêjahiya 15 salan li vê herêmê, me bi zimanê dayikê xwendiye, nivisandiye û hizir kirine. Bi çi şêweyî nabe ku ev ziman careke din were qedexekirin. Berovajî wê divê bibe zimanekî fermî di tevahî Sûrî de û were perwerdekirin. Biryarnameya jimara 13’an ku ji hêla hikumeta demkî derketî ku 2 seetan perwerdeya Kurdî were dayîn, di nava gelê me de nayê pejrandin. Divê biranş û perwerdeya me weke xwe bimîne û were destekdayîn ji hêla vê dewletê ve, ne were astengkirin. Hebûna çend zimanan ji bo dewletê ne kêmasî ye, berovajî wê pirrengiya vê dewletê dide diyarkirin. Lewma em dixwazin zimanê me di destûra nû ya Sûrî de were bicihkirin û wekî zimanekî fermî were pejrandin. Em tekez dikin heya ku zimanê me di destûra nû de bicih nebe, em ê di nava têkoşînê de bin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Zimanê me mafê me yê rawa ye û naskirina wî mercekî jîneger ê biserkeftina vê pêvajoyê ye.”
Mîtîng bi siloganên “Ziman Nasnamneya Me Ye, Em Xwedî Li Nasnameya Xwe Derkevin” bidawî bû.







