Mihemed Seydi
Hefteya derbasbûyî de, çend bûyer qewimîn ku mirov divê li ser raweste. Dosiya şervanên QSD’ê yên êsîr, mijara Avahiya Dadweriyê li Hesekê û paşguhkirina Zimanê Kurdî û xususiyeta Kurdan li herêmên wan. Li gorî agahiyan, heta niha jî bi sedan şervan û ciwanên Kurd ên Li Şêxmeqsud, Tebqa, Reqqa û Dêra zorê hatî girtin, êsîrin di destê desthilata HTŞ’ê de û ji bo berdana wan bazar tê kirin. Li gorî peymana 29’ê Çileya 2026’an, diviya bû niha hemû êsîr bihatana berdan û koçber vegeriyana cih û warên xwe. Lê heta niha ne hemû koçberên Kurd vegeriyane Efrînê û ne jî riya çûyîna Serêkaniyê hatiye ewlekirin. Li beramberî wê, HTŞ’ê dixwaze hemû saziyên sereke yên herêmê di bin navê dewletê de, xwe lê bi cih bike, bixe bin serweriya xwe û kesên ser bi xwe ve lê wezîfedar bike. Mijara Dadweriyê ku xaleke di jiyanê de herî girînge, HTŞ’ê dixwaze kesên cihadîstên selefî lê bike berpirs û hukmê xelkê herêmê bixe destê wan. Hîne li ser vê mijarê nîqaş dihatin kirin û helwesta ku wê neyê qebûlkirin di rojevê de bû, me dît ku tabêleya bi zimanê Kurdî û Erebî li ser avahiya Dadgeha giştî ya Hesekê hat rakirin û li şûna wê ya bi zimanê Erebî û Înglizî hat danîn. Li pêşiya avahiyê, hinek rojnamevanan ji kesên berpirsên ser bi HTŞ’ê ve dipirsîn, gelo zimanê Înglîzî ji bo kê hatiye danîn ger hûn Kurdî qebûl nakin?
Li hember vê gava şofînist a HTŞ’ê, û piştî belavbûna nûçeya rakirina tabêleya bi zimanê Kurdî, ciwanên Kurd berê xwe dan cihê bûyerê û gotin ku tişta ku Kurdî tê de tune be ew qebûl nakin û zimanê Kurdî xeta sor e. Piştî wê, kesekî ser bi HTŞ’ê ve ku niha bi erka cîgirê parêzgarê Hesekê hatiye wezîfedarkirin bi navê Ehmed El-Hîlalî, derdikeve û dibêje ku zimanê Erebî zimanê fermî yê yekane yê dewletê ye û nabe zimanekî din li ser tabêleyên cihên fermî hebe. Lê kesî ji Hîlalî nepirsî, ger ev bersiva te wiha ye, gelo çima zimanê Înglizî hatiye danîn? Gelo ew jî zimanê fermî yê dewletê ye an li Hesekê xelk bi Înglizî diaxivin?
Ji ber bertekên Kurdan ên li hember vê şofîniyê, hêjmarek êsîr ku diviya bû beriya demekê bihatana berdan û her berdana wan dihat paşxistin, di 8’ê Gulanê de hatin berdan. Heman şeva berdana van Êsîran de, careke din Tabêleya tenê bi zimanê Erebî hat daliqandin û wekî bibêjin ku vaye xelk bi berdana şervanan re meşxule, ew ê kes tabêleyê nebîne. Lê ciwanên Kurd li ser meselê ranezan û careke din berê xwe dan avahiya Dadgehê û tabêleya kuk hatibû daliqandin bi erdê dan. Li vir ya ku bala me dikşîne ew e ku her dema HTŞ’ê dixwaze tawîzan ji Kurdan bigre, dosya êsîran de zextê dike û wekî kert bi kar tîne. Lê ger peyman hebe û xalên wê zelalin û garantor jî hene, çima li gorî wê li ser erdê pêk nayê? Ger li hevkirin heye û hevdûqebûlkirin çêdibe, çima heta niha şervanên QSD’ê êsîrin? Çima Koçberên Kurd venagerin cih û warê xwe? Ger ev dosiyên sereke nehatine çareserkirin, wê demê pêşeroj şîloye û dibe ku di her kêliyê de guhertin pêk werin û herêm dîsa tevlîhev bibe.






