Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koriya Bakur û bernameya nuklerî

10/05/2026
in CîHAN
A A
Koriya Bakur û bernameya nuklerî
Share on FacebookShare on Twitter

Jîn Hisên

Koriya Bakur di seranserî deh salan de hewl daye ku bernameya nûklerî pêş bixe, ji hêzeke biçûk dest pê kir û bû hêzeke nûklerî ya herî  mezin ku gefan li tevahî cîhanê dike.

Koriya Bakur yek ji neh dewletên xwedî çekên nûklerî ne, di heman demê de cîhan xistiye metrsiyeke mezin ji ber bernameya wê ya nûklerî û mûşekên balîstî. Koirya Bakur bi dehê salan hewildaye parastina pêşxistina bername û çekên nukleerî kiriye, da ku welatê xwe bike mezintrîn hêza nukleerî, tevî ku ambargoyên navdewletî û zextên Amerîkî li ser Byog Yang lê ew şiayan xwe ya leşkerî bi hêzeke mezin berdewam dike.

Destpêk.. bernameyek sînorkirî bi piştgiriya Yekîtiya Soviyetê bû

Piştî bidawîbûna şerê Koriya di destpêka salên 50’î de, Koriya bû du dewlet. Bi piştgiriya Yekîtiya Soviyetê Koriya Bakur dest bi çêkirina bernameyeke nukleerî kir. Di destpêka salên 60’î de Yong Yang yekemîn reaktoreke biçûk bi kapîsîteya 2 mêgawat xebitand, piştre bi kapîsîteke ku gihaşt 4 paşê 8 mêgawat bi hevkariya pisporên Soviyet ew pêş xist. Herwiha asta dewlemendkirina sotemeniyê jî gihaşt astên bilind ku bi teorîkî dihêle ku ew di çêkirina çekên nukleerî de were bikar anîn. Di wê demê de jî, Koriya Bakur mencemên uranyoma xwezayî keşf kir û karîbû kargehên helberîna sotemeniya nukleerî ya herêmî ava bike, ev gav serxwebûneke mezin di bernameya nukleerî de dayê.

Guhertina ber bi hilberîna plutonyûmê ve

Di salên 80’ê de dîzayînên reaktorên Birîtanî ket destê Koriya Bakur, ku bi uranyoma xwezayî û Girafêt dixebite. Tê payîn ku wê reaktorên xwe yên navxweyî li ser wan ava kiriye.

Di Çileya 1986’an de, bi kapasîteya nêzîkî 5 megawatt Koreya Bakur dest bi xebitandina yekem reaktorên xwe yên navxweyî li devera Yongbyon kir.

Her çend Byong Yang îdîa kiribû ku armanca wê helbrîna elektrîkê ye jî, lê ev cure reaktor ji bo hilberîna plutonyûma ku kapîsîteya wê bilind e, ji bo karanîna di çekên nukleerî de jî tê bikar anîn.

Paşê, Koreya Bakur dest bi avakirina tesîsan kir, ji bo ji nû ve hilberandina sotemeniya nukleerî bi armanca derxistina plutonyûmê, ku ev yek gumanên navneteweyî yên berfireh li ser xwezaya leşkerî ya bernameyê derxist holê.

Aloziya lêpirsînê û vekişîna ji hevpeymaniya qedexekirina belavbûnê

Di sala 1992’an de, Koriya Bakur tevlî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî bû û li ser Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Atomî (NPT) erê kir, herwiha hişt ku mûfetîşên saziyê serdana tesîsên wî yên nukleerî bike.

Lê piştî ku ajansê xwest ku cihên din ên ku guman dikir çalakiyên nukleerî yên veşartî lê çêdibe, lêgerîn bike, nakokî derketin holê, ev daxwaz ji aliyê Byong Yang ve hate redkirin, ji ber ku ew cihan wekî tesîsên leşkerî dihesiband.

Piştre mijar ji Konseya Ewlekariyê ya NY re hate şandin. Koreya Bakur bi ragihandina niyeta xwe ya vekişîna ji Peymana Qedexekirina Belavbna Çekên Atomî di sala 1993’an de bersiv da.

Piştre Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê destwerdan kir û bi Koreya Bakur re danûstandinên dualî pêk anî, di encamê de lihevkirinek hat çêkirin ku vekişîna wê ji peymanê rawestîne û destûrê bide ku çalakiyên wê yên nukleerî lêkolîn bikin, bêyî ku vegere çalakiyên xwe yên berê di vî warî de. Di heman demê de Koreya Bakur xebata li reaktorê (Yongbyonê) domand.

Di bihara sala 1994’an de, krîza yekem di navbera Koreya Bakur û Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî de li ser xebitandina reaktora wê ya nukleerî derket û ev yek bû sedem ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Bill Clinton daxwaza cezayên aborî li dijî wê bike, di heman demê de Byong Yangê ew ceza wekî ragihandina şer bi nav kir.

Di Cotmeha 1994’an de, Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Jimmy Carter bi rêberê Koreya Bakur Kim Il-sung gihaşt peymanekê, ku tê de xebata reaktorên nukleerî yên Koreya Bakur hate cemidandin û destûr hate dayîn ku mufetîşên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî vegerin lêkolîn bikin, di berdêla wê de ku Dewletên Yekbûyî û hevkarên wê du reaktorên (ava sivik) çêbikin û salane 500 hezar ton sotemenî bidin Koreya Bakur, ji bilî garantiyên ku êrişî wê nekin.

Peyman bû alîkar ku bernameya nukleerî ya li ser bingeha plutonyûmê ji bo deh salan were cemidandin, lê ji ber tawanbarkirinên hevbeş ên nepabendbûnê nakokî berdewam kirin. Bi hatina rêveberiya George W. Bush di sala 2001’an de û zêdebûna pirsgirêka mûşekên Koreya Bakur, rageşiya di navbera Washington û Pyongyangê de ji nû ve derket holê.

2003 xala herî giring bû

Di sala 2003’an de, Koreya Bakur bi fermî vekişîna xwe ji Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Atomî ragihand û mufetîşên ji Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî derxist, bi vî awayî qonaxek nû ya pêşxistina bernameya xwe ya nukleerî dûrî her çavdêriya navneteweyî dest pê kir.

Reaktorê Yongbyonê ji nû ve da xebitandin û dest bi derxistina plutonyûmê ji sotemeniya xerckirî kir, di nav texmînên ku ew karîbû têra çêkirina çend bombeyên atomî hilberîne. Herwiha dest bi pêşxistina tesîsan ji bo dewlemendkirina uranyuma kir, bi vî awayî rêyek din ji bo hilberîna çekên nukleerî ji bilî plutonyûmê nîşan dide.

Rewşa heyî

Li gorî lêkolînên ji navendên navneteweyî yên lêkolînan tê texmînkirin ku li gel Koriya Bakur 50 serikên nukleerî hene.

Di çarçoveya zêdebûna aloziyên jeopolîtîk û kêmbûna pergalên kontrolkirina çekan de, di 27’ê Nîsana 2026’an de Konferansa 11’emîn yê Qedexekirina Belavbûna Çekên Atomî destpê kir û tê payîn dê heya 22 Gulanê berdewam bike.

Di vê derbarê de Ajansa nûçeyan a dewleta Koreya Bakur KCNA ji nûnerê daîmî yê Byong Yangê li Neteweyên Yekbûyî, Kim Song, di daxuyaniyek fermî de raghand ku Dewletên Yekbûyî û hin welat bi bilindkirina mijara çekên nukleerî yên Koreya Bakur di 11’emîn Konferansa Nirxandinê ya Peymana Qedexekirina Çekên Nukleerî de ku li baregeha Neteweyên Yekbûyî tê lidarxistin, atmosferê xera dikin. Di heman demê de ajansê tekez kir ku Koriya Bakur nepabende bi her peymanekê girêdayî qedexekirina belavbûna çekên nukleerî.

Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Nukleerî

Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT), di sala 1970’an de ket meriyetê, ew kevirê bingehîn ê hewldanên navneteweyî ye ji bo pêşîgirtina li belavbûna çekên nukleerî. Peyman li ser sê stûnên sereke disekine: nebelavbûn, ku tê wateya sînordarkirina ketina dewletên nû nav “klûba nukleerî”; bêçekkirin, ku dewletên çekên nukleerî neçar dike ku cebilxaneyên xwe kêm bikin; û karanîna aştiyane ya enerjiya nukleerî, ku mafê dewletan garantî dike ku bernameyên nukleerî ji bo armancên sivîl di bin çavdêriya navneteweyî de pêşve bibin. Peyman berhema têgihîştinek di navbera Dewletên Yekbûyî û Yekîtiya Sovyetê de di dema Şerê Sar de bû, ku armanc dikir ku pêşbaziya çekên nukleerî kontrol bike û pêşî li berfirehbûna wê ya gerdûnî bigire.

Navendeke lêkolînê li ser metirsiya zêdebûna pêşbaziyek nû ya çekên navokî hişyarî dide

Navendeke lêkolînê ya Swêdî ragihand ku sala borî li seranserî cîhanê zêdetirî 12 hezar serikên nukleerî hebûn, di heman demê de stoka nukleerî ya cîhanî bi berdewamî kêm dibe. Lêbelê, ew hişyar dide ku leza hilweşandina van serikên nukleerî bi hêdî dibe, herwiha belavbûna çekên nukleerî yên nû leztir dibe.

Peymangeha Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî li Stockholmê di rapora xwe ya salane de eşkere kir ku neh welatên ku xwedî çekên atomî ne, heta Çileya 2025’an, bi texmînî 12 hezar û 241 serikên nukleerî li gel wan hene. Ev neh welat Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Çîn, Fransa, Brîtanya, Hindistan, Pakistan, Îsraîl û Koreya Bakur in.

Tê texmînkirin ku Rûsya xwediyê stoka herî mezin a 5 hezar û 459 e, piştre Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi 5 hezar û 177 e. Ev her du welat nêzîkî 90 ji sedî ji tevahiya stoka cîhanî di destê xwe de digirin.

Peymangeh texmîn dike ku Çîn xwediyê sêyemîn stoka herî mezin e ligel wê 600 serikên nukleerî hene û cebilxaneya wê ya nukleerî bi lez ji her welatekî din mezin dibe, bi qasî 100 serikên nukleerî yên zêde li gorî sala borî.

Li gorî peymangehê, Fransa ligel 290 serikên nukleerî û Brîtanya jî 225 serikên nukleerî hene. Ligel Îsraîl 90 serikên nukleerî hene, di heman demê de Koreya Bakur 50 serikên nukleerî hene.

Peymangeh dibêje ku di nîvê salên 1980’an de hejmara serikên nukleerî li cîhanê bi qasî 70 hezar bû. Lê ji ber hilwişandina wan ji hêla Rûsya û Dewletên Yekbûyî ve piştî Şerê Sar bû sedema kêmbûna salane ya giştî ya cebilxaneya nukleerî di cîhanê de.

peymangeh balê dikişîne ser bidawîbûna peymana kêmkirina çekên nukleerî ya di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî de di Sibata vê sale de ku wekî Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk an jî New START tê naskirin.

Di raporê de hate destnîşan kirin ku bidawîbûna peymanê nîşana dawiya serdema kontrolkirina çekên nukleerî û destpêka serdema nû ya zêdebûna gefên nukleerî ye. Ew li ser zêdebûna metirsiya pêşbaziyek çekên nukleerî ya nû û zêdebûna hejmara çekên nukleerî hişyarî dide.

Herwiha lê zêde dike ku nebûna çarçoveyek ji bo bêçekkirina nukleerî dikare bandorê li Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Nukleerî bike. Ev yek dê pêşketina di pêşîgirtina belavbûna çekên nukleerî li Rojhilata Navîn û bêçekkirina Nîvgirava Koreyê de dijwartir bike û dibe ku nîqaşên li ser îhtîmala pêşxistina çekên nukleerî li Japonya û Ukraynayê zûtir bibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.