Leyla Amûdê
Mirovahî di serdemeke wiha de jiyan dike ku, hew maye pergala desthilatdar mirovan bi keviran û beran bide kuştin; ewqasî tundiyê li ser civakan dide sepandin û di hişê wan de, şer û tundiyê dide çêkirin. Weke ku tê zanîn 30 hezar sale ku pergala mêrê desthilatdar û kujerê kastîk, li ser jin û di şexsê jinê de jî li ser civakê tund û tujiyê dide meşandin û ew, xistine nava pençên xwe yên hesinî de. Û wiha li wan kiriye ku hew dikarin xwe bilivînin û weke mirovê ku xencer, dinava pişta wan de be weke ku Buda gotiye. Rêberê gele Kurd Abdullah Ocalan jî vê ya piştrast dike û dibêje: Ew xencera ku dipişta civakê de jî pirsgirêka jinê ye û heyanî, ku pirsgirêka jinê neyê çareser kirin wê tu pirsgirêk jî neyê çareser kirin.
Lê wiha ji min ve diyar dibe ku hîna jî pirsgirêka jinê, nehatiye famkirin û heyanî ku ev pirsgirêka sereke û kor neyê çareser kirin wê tekez; pirsgirêkên din jî neyên çareser kirin û wiha biçe jî wê, mirovahî mehşerê jiyan bike. Tekez gerek were zanîn bêka pirsgirêkê jinê çiye û divê, çawa were çareser kirin? Dibe ku hinek werin û bibêjin ku pirsgirêkên jinê hene û weke, tewriyên giştî ew jî bibêjin jin xwedî pirsgirêke û li pêşiya pêşveçûna civakê bûye; kelem û kevirê astenê. Naxwe pêdivî nîne ku em qala pergala desthilatdar û mêrperest bikin, yan jî qet pêdivî nîne ku em qala pergala bavik salar bikin û wê demê; jî pêdivî heye ku em hemû berê çekên xwe bidin jinan û em wan bixin bin, lêpirsînê de û em hesabên dîrokî ji wan bixwazin.
Civaka mirovahî li ku wenda kiriye û wê li ku jî peyda bike, tekez pêdivî heye ku em pir baş li ser van mijaran biponijin û rastiya wê li kuye; jî peyda bikin û jêre çareseriyê jî bibinin. Çareserî jî tenê bi rêber, pêşeng, serok, zanyar û feylesufan çênabe ji ber ku gelek pêxember, serok û rêber derketin û cardin jî pirsgirêkên kor; çareser nebûn û niha jî gelek dem di ser pirsgirêkê re, derbas bûye û pir jî kevnar bûye. Lê pêdivî heye ku em li pêşeng, Rêber Abdullah Ocalan, guhdarî bikin û peyam û perspektîfên wî; pir baş fambikin, bibêjin û pêkbînin (Fikir, Zikir û Çalakî) û pêdivî heye ku her kes barê xwe; rake û deste xwe bixe bin kevir de. Em hemû jî dizanin lê ger ku em li xwe mukur werin û rexnedayîna, xwe bidin û em bibêjin em jî hene û em livirin.
Ji xwe heyanî niha kêmasiya me ya bingehîn jî ev bûye ku, em hemû barê xwe davêjin ser milê Rêber Apo. Lê dem hatiye ku em her yek barê xwe rakin û çavê, xwe li ser heqîqetê vekin û em rewşa şîkayet û gazincan; berdin û berê tîra dijwar bidin xwe û li xwe mukur werin, tekez pêdivî pê heye ku em ji xwe pirs bikin û bibêjin: Ez li ku vê pirsgirêkê me û rewşa min çiye û herî zede jî pêdivî, heye ku mêr ji xwe pirs bikin û bibêjin ger ku pirsgirêk ya jinê ye çima heyanî; niha min çareser nekiriye û dibe ku bersiv jî wiha be! Ez tenê kesekim qey ez dikarim ji bo çreseriyê çibikim, her çiqasî ez dibinim jî lê destê min kurte û rewşa civakê pir xerabe; wê çaxê pêdivî heye ku mirov wiha bersiv bide û bibêje: Ger ku ti pirsgirêkê dibine û çareseriya wê jî dizane naxwe, çima ti ji xwe de destpê nake û çareser nake?
Çima ti her li benda hineka ye ku werin ji tere, çareser bike ma ewqasî ti ji xwe bêbawere û ewqasî jî bêçareye? Pirsgirêk hate famkirin û me hişmendiya mêrê kastîk û qatil jî naskir û famjî kirdizane û ti pir baş jî dibine naxwe ti dikare çareseriyê, jî pêkbîne û ti xwe dibine jî gerek em ji xwe dibe ku civakê, gelek qal û qîl hene û têkoşîna li hemberî tundiyê jî li seran serî; dîrokê her berdewam kiriye û hîna jî ew berxwedan û têkoşîn, xwe berdewam dike. dikelê mixabin, heya niha jî ti çareserî, jê re ne hatiye peyda kirin. Ger ku lêgerîna pirsgirêkê hatibe kirin jî lawaz maye û ti guhertin bi xwe re der ne xistiye holê, carnan jî bi dest werdana li mijarê jî tevliheviyek hîn mezintir bi encam kiriye û pêşiya çareseriya rast jî girtiye.
Bêguman lawazî û şaştî wê her hebin lê nayê wê wateyê ku, mirov xwe dinava wan de ne û her ji wan bireve; ji xwe her çiqasî mirov bireve jî xelasî nîne û xencer, jî carekê hatiye çikandin û birîn jî gelekî kûr û zingiriye. Ev jî têye wê wateyê ku, pirsgirêk komiye (Komînal-Civakîye) û pêdivî jî heye, ku hemû civak hêza xwe bike yek û pileya têkoşîn xwe jî; bilind bike. Civaka mirovahî dibin êş, azer, xizanî, tundî û barê şeran de, jiyan dike û wiha li wan hatiye ku hew debar dikin. Gerek roj beriya rojê pirsgirêkên wan werin çareser kirin, lê pêdivî heye ku em di serî de xencera pişta civakê derxînin; ew jî pirsgirêkên jin û azadiyê çareser bikin ji xwe hemû pirsgirêk komîne.
Pirsgirêkên civakê dinava hevde çareser bibin, lê tekez pêdivî ya lezgîn bi guhertina hişmendî heye! Ew jî hişmendiya mêrê serwer û qatilê kastîke û pêdivî heye, ku hemû mêr xwe lêpirsîn bikin û bibêjin ez li kudevera vê; hişmendiyê me û çawa gerek ez xwe biguherim û ev ji bo jinan jî derbasdare, pêdivî heye ku ew jî pirseke wiha ji xwe bikin û bibêjin ez, li ku hişmendiya jinên kilasîkim û çawa ezê xwe biguherim? Ji xwe Rêber Apo her tişt gotiye û weke ku ta bi derziyê, vekiriye û gotiye: Tenê hun têkoşîn bikin û ew ji pêdivî heye ku her yek ji xwe de destpê bike û ev kilîta serkeftinê ye.






